Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
Nehro gotibû: Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî ji zimaanê dayika xwe pirtir zanim,çavên min tijî stêr dibin.
xxxxxx
Sernivîser K.Bedirxan gotarekê bi navnîşana ( Mîna ko em dixwazin) dinivîse:(Kurd vepirsînan dikin;Gelo piştî dawîbûna şerê cîhanê yê duhem,emê mafên xwe bi destên xwe xînin? Zaroyên me mîna zaroyên¬ gelên din li cîhanê wê biçin dibistanan¬? Wê Çepemeniya Kurdî pêşkeve ? Gelo em kanin xwînê mîna dewletên (Hevbend) jî biherikînin ?Hej.(47)

Lê dewletên ( Hevbend û Ewropî bi têkoşînên xwe û bi herikandina xwînên xwe gihane vê tengehên azadiyên xwe, lê serkevtina me jî li gor xebata me ye). Kamîran Bedirxan dîsan mîna di piranyên mijarên xwe de tovên berxwedanê di dilê gelê xwe de diçîne û hêviya azadiyê li nik cemawerê Kurdistanê de geş dike ,lê ew teqez dike û bi vê wateyê têgehên şoreşgerî di xwîn û mêjiyên keç û lawên Kurdan de diçîne.
Lê dîsan Kamîran Bedirxan di hejmara (48) an de mîna hercar di destpêka rojnamê de mijara xwe bi navnîşana( Kurdistan û yekitiya Kurd çi ye û bi çi pêk tê )diweşîne. Ew di vir de pêçiyên xwe dîdine ser cihên êşdar di govdê gelê Kurd e û ew ronahiyê jî davêje ser kêmaniyên miletê xwe û gelek vekirî ji xwendevanên xwe re dibêje: Bila ev çend xalên jêrîn di nav gelê me de werin peydakirin. 1- Yekitiya zaravan.2- Yekitiya tîpan-3-Yekitiya ciyoxrafî.4- Yekitia armanc .5-Yekitiya raman. 6-Yekitiya olî.
Û sernivîser hîn dibêje 😀 i Kurdistanê de heft zaravên Kurdî hene:1-Sorî.2-Kulhorî.3-Bextiyarî,4-Hewreman,5-Goran,6-Zazî.7-Kurmancî. Lê divê her nivîskarek bi zaravê xwe berhemên xwe di weşanên Kurdî de biweşîne û bila hemû nivîskar sûdê ji zaravên hevdu wergirin û eger yek ji nivîskaran bêje ji bo çi zaravê me nabe ya hemû Kurdan? Ev pirsa ne niştimanî û ne zanistî ye û eger em bêjin tîpên Latînî ne yên Kurdan in, lê em jî kanin wisa jî bêjin: Tîpên Erebî jî ne yên Kurdan in.
Di nêrîna me de K.Bedirxan pir bi zanistî bersiva navnîşana gotara xwe dayê xwendevanên (Roja Nû), lê mixabin ta roja îroîn bizava nêzîkbûna zaravên Kurdî gelek qels û jar e û dîsan gelek mixabin hin nivîskarên Kurdistana Başur (Soranaxêv) berî çend salan di derbarê yekbûna zimanê Kurdî de weha di gotarên xwe de digotin:Pêwîst e hemû Kurmanc li beşên Kurdistanê bi Soranî û bi tîpên Erebî binivisînin, lê hin Kurmancaxêv jî ji Rojavayê Kurdistanê bersvên wan bi zanistî di weşanên Kurdî de weşandin û li dawiyê pêşniyara wan di nav Kurmancaxêvan de cihê xwe negirt.
Sernvîser di hejmara (50) î de xwendevanên xwe li ser civîna (San- Firansîskko) û biryarên wê di dermafên gelên cîhanê de agahdar dike û ew dibêje:Nûnerên (50) dewletan li San-Firansîsko civiyan û biryar istandin ku divê hemû mafên miletên cîhanê,çûk yan mezin werin pênaskirin û pejrandin ,herweh bi vî rengî miletên cîhanê şerên hev nakin û eger alozîyên çûk yan mezin jî di nav wan de peyda bûn,ew dikarin bi rêyên danûsandinan çareser bibin.
Serokê Emêrîka M.Truman di vê derbarê de gotibû:Eger dadgehek wisa navnetewî berê hebûya, me (25) miliyon mirov di şer de winda ne dikirin).
Lê çiqas mirov dixwaze ku (Dadgeha dadmend ya navnetewî) ya ku di sala (1945) an de hatiye damezrandin, rêz li navê xwe bigirta û bi rastîn berevaniya mafên gelan û dewletên bindest bikra, lê mixabin ta niha û li gor zanîna me, vê (Dadgeha navnetewî) nikanîbû û niha jî nikane bi biryarên xwe yên yasayî li rex miletên bindest raweste û dewletên hêrişker û mafxwar li( Lahayî) dadgehkirin bide û ew nikane ji bin siya berjewendiyên dewletên mezin xwe rizgar bike, lewra jî hebûna wê û nebûna wê mîna hev in .
Kevnezan gotarekê bi navnîşana(Dêmokratî)di hejmara(52)an de diweşîne, ew di vird e têgeha dêmokratyê şirove dike û çawa gel nûnerên xwe hildibijêre , nûnerên gel jî biryaran distînin û şalyarên dewletê jî destnîşan dikin. Herweha jî ew di vê gotarê de navên çend weşanên Kurdî
bi nav dike:(Radiyo li Bêrutê,Bexdadê,Ezebîcanê û Kurdistanê ) û Kovarên Kurdî (Jiyan) li Sulîmaniyê,(Gelawêj ) li Bexdadê rojnama (Riya Teze),Yêrîvanê, kovara (Niştiman) li Îranê,(Hawar û Ronahî) li Şamê .
Di hejmara (55) an de ev gotarên giring hene1- Cengê cîhanê qediya), 2-(Pêxemberê me )û Mensûr Şelîta di vê mijarê( Pirsek giran ji yên Kurdistanê îro ) de destnîşan dike û ew dibêje:(Pirsgirêka Kurdistanê , pirsgirêkek mat e û ecêb e, ewa mîna pirsgirêka Poloniya ye , Kurd zane ko ew kane bi têkoşînê û cevakêşiyê xwe bighîne azadiyê,lê rewşa Kurdistanê pir xerap e, ewa li jêrdestên pir welatan e,lewra jî divê gelê Kurd pir bi hêz be û qurbaniyê jî bide û Kurdistanê hêza xwe nîşanê cîhanê kiriye ,lewra jî niha cîhan carek din li ser kêşeya Kurdî radiweste).
Gotarnivîs di vir de rewşa Kurdistanê ya dijwar ji xwendevanên xwe re dide diyarkirin, lê ew tovên reşbîniyê jî di derûna gelê Kurd de naçîne û wireyên xwendevanên xwe jî bilind dike.
Lê Kamîran Bedirxan di mijara (Pêxemberê me) de ;şîretên Pêxember bi xwendevanên xwe dide nasîn; mînanî Pêxemberê me ne dixwast derewkeran bibîne û Pêxemberê me qedrê mirovê xwedî heq digirt.
Herdîsan Mensûr Şelîtê di hejmara (56) an de xeleka duhem ji gotara xwe bi navnîşana( Kurdistan) li ser dîroka dêrîn û nûh yên gelê Kurd bi kurtî dinivîse û ew raperîna Şêx seîd Pîranî û darvekirina wî û gelek hevalên wî bi bîra xwendevanên rojnama (Roja Nû (tîne û hestên wan ji bo berdewamiya têkoşînê vedijîne.
Sernivîser (peymana Kurdan )ya ku di kovara ((Azadî),zimanê partiya Kurd ya kumunîst li Îraqê de, xwendevanên xwe bi (15) xalên peymanê agahdar dike û ji wan hinek ev in 1-Xurtkirina biratiyê navbera miletên Kurd û Ereb de .2- Mafê gelê Kurd heye ku ew serbest be .3-Pêşketina çandiniyê li Kurdistanê .4- Divê karûbarên aborî li Kurdistanê pêşkeve .
Dîsan di vê hejmarê de Kamîran Bedirxan şirovekirina Ayetên Quranê berdewam dike, ew carek din ji gelên Îslamî re dupat dike ko gelê Kurd Îslamperest e û ew jî peyvên Xweda pîroz dibînin. Ew dixwaze di vê gotarê de nameyekê ji cîhana Îslamî re bişîne û di wir de gilûgazinan ji gelên Îslamperest bike û bêje: Vaye em gelê Kurd yê Musliman dibin qurbanê kesên Îslamperest; ew li me dixînin û me dikujin, ji ber ku em jî mafên xwe yên netewî û rewa dixwazin .
Di hejmara (61) ê de gotarek di bin navnîşana (Peymana Kurda) de dîsan bi pênûsa sernivîsr hatiye weşandin;ew di vir de çend xalên giring destnîşanê xwendevanê xwe dike. 1-Xurtkirina biratiyê di navbera Kurd û Ereban de û Ji bo serxwebûna Ereb û Kurdan, divê Kurd û Ereb û Kumunîstên Îraqê biratiyê di nav hev de bikin .
2-ji bo serxwebûna Îraqê divê Kurd û Ereb xebatên hevbeş bikin.3-Divê li Kurdistanê karûbarên aborî pêşda biçe û kargeh jî li Kurdistanê werin avakirin.3-Pêwîst e çandinî li Kurdistanê pêşda biçe.4- Divê gelek tevdîrên
mezin werin kirin ta ku berberî û xwînrêjî di nav êlên Kurdan de werin hilanîn.5-Divê zimanê Kurdî di nav xortan de bi şêwazên nûjen werin xwendin û herweha hin daxwazên din jî di vê gotarê de hatine cihbicih kirin.
K.Bedirxan bi bîrûbaweriyên xwe Kurdistanî ye, ew xemxwarê pirsgirêkên
hemû beşên Kurdistanê ye, di hejmara (63) an de li ser hin kêşeyên gelê Kurd li Kurdisstana Îranê jî radiweste û ew dibêje : (Hin çapemeniyên Îranê li ser têkoşîna gelê Kurd li Kurdistana Îranê dinvisînin û ew dibêjin:Kurdên Îranê serxwebûna xwe dixwazin û niha ew ji destlatdara Îranê dixwazin ku zimanê Kurdî li dibistanan were xwendin,lê serdarên Îranê daxwazên Kurdan napejrînin û ew bi ser vê de jî daxwazkerên xwendina zimanê Kurdî dixin zîndanê û carna wan jî dikujin û beriya sê salan pirtûk û çapemeniyên Kurdî li Îranê qedexe bûn,lê piştî leşgerên Êngilîz û Rusan ketin Îranê, Kurdan hinekî bêhna xwe istandin; lewra Kurdan di vê demê de kanîbûn hin rojname û kovarên Kurdî biweşînin(Tirosk,Kûhistan,Niştiman,Çiya,Peyam).Herdîsan Kurdên Îranê gelek Bîranî şandin ji dewletên mezin re û di wir de daxwaza serxwebûna xwe dikirin, lê dewleta Îranê xwestekên Kurdan paşguh dikirin).
Herdîsan K.Bedirxan di vir de ayetên Quranê ji xwendevanên xwe re bi zimanekî hêsan şirove dike û ji wan re dibêje: (Divê hûn pêbendiyê bi van ayetên Quranê bikin). Û hîn dibêje :
(Di wê demê de weşanên Îranê li dijî mafên gelê Kurd dinivisandin û digotin: Pêwîst e devên Kurdan bi hêsin werin girtin, lê (komela xortên Kurdistanê) bersiva weşanên Îranê daye û dibje :Kurd niha ne mîna berê
ne, ew niha şiyar in,lê divê hûn dest ji riçperesiyê xwe berdin, gelê Kurd niha şiyar e. Hejmar :(64).
Di hejmarên (66,68) an de sernivîser mijarekê bi navnîşaana (Naskirina Kurdistanê) pêşkêşî xwendevanên (Roja Nû) dike ; ew di vir de tenê navên êlên Kurdistnê mîna belgeyeke civaknasî di rûpelên dîroka gelê Kurd de diçespîne, lê ew pêşda jî me agahdar dike û dinivîse:Em nikanin her tiştî pêşkeşî xwendevanên xwe bikin û ne yên ku em hemû li vir dinvisînin,pêwêst e rast bin, lê di herhal de; ew pêzanîn ji tunebûnê çêtir in) .
Em li vir texmîn dikin ku nivîsevan C.I.N. P. sernivîserê rojnama (Roja Nû) bi xwe ye, ew di vir de hin navên êlên Kurdistana Îraq û Îranê ) pêşkêş dike ;Li Zaxo ev in:Hecan,2-Gewdan,3-Maxuran,Dostikî.Li Îmadiyê jî ev in:1-Berwarî jorî,2-Berwarî jêrî,3-Zîbar.
Li Hewlêrê ev in:Dizeyî,Gerdî, Caf û H.W.D.
Li Kurditana Îranê jî ev in : 1-Celalî,2-Birûkî, -Wilan,4-Koresinî,5-Herkî,6-Pîran û hin êlên din li Sine,Kermenşah û Loristanê) .
Lê sernivîser di vê hejmarê de jî mîna pir caran; ronîkirina (Ayetên Qurana pîroz) berdewam dike.
Kamîran Bedirxan dixwaze pir bi zimanekê sivik û hêsan têgeha (Mirovayetiyê) ji xwendevanên xwe re şirove bike,ew di bin navnîşana (Insaniyet çi ye? ) de bi van weteyan dinvîse: Bê guman îro mirovahî di cîhanê de ne hatiye pêkanîn, cîhan bi pir rengan hatiye guhartin jî ,lê hîn çavên hinek mirovan digerin ko mirovahiyê peyda bikin,lê dewra me îro hîn dewra êlitiyê ye , pir milet jî li cîhanê dewra êlitiyê ji zû de derbaz kirine û ew niha di dewra gel û miletiyê de dijîn,lê em jibîrnekin jî ko rêberê me Ehmedê Xanî berî her kesî bîr bi mirovahiyê biriye ,lewra jî divê em îro xwe di ser dewra îro re bavêjin û em xwe bighînin dewra mirovahiyê û li gor zanîna xwe ez dibêjim ,mercên mirovahiyê pir in ,lê ez tenî van mercên jêrîn dinvisînim :1-Divê hemû miletên cîhanê mîna hev bijîn û divê her miletek xudanê welatê xwe be ,sûdan ji welatê xwe bibînin û ew bi zimanê xwe bixwînin û ji bo mirovahiyê û ne ji b o peydabûna şeran bixebitin.2- Divê zimanek di cîhanê de hebe û ew ji aliyên hemû gelan de
were pejrandin û ew hemû wî zimanî fêrbibin; ta ku hemû gelên cîhanê kanibin bi hev re danûstandinê bikin.Hejmar:(70-71).
Li dawiyê,em hêvîdar in ko me kanîbû bi rêxistina navrokên pir gotarên rojnama ( Roja Nû) rola wê di şiyarkirina hestên welatparêzî û netewî de li nik gelê Kurd bi xwendevanan bida zanîn û ko ev rojnama mîna pir rojname û kovarên din jî bûye yek ji hîmên giring di avahiya şaristaniya çapemeniya Kurdî û bilindkirina giyanê têkoşîna netewî de li nik gelê Kurdistanê .
Têbînî:Di xelekên duhatî de; emê li ser wêje bi şaxên xwe ve di(Roja Nû) de rawestin .
Dumahîk heye