Mirovatî û demokrasiya sexte

Ebdûlazîz Qasim

Di van çend rojên borî de, carek din rûyê rasteqîn yê cîhana Rojavayî û Ewropî bi zelalî hate xuyakirin û dubare aşkere dibe ku ew prensîbên bang ji bo mafên mirovan û demokrasî dikin ti nirxek nîne di trazûyên berjewendiyande, zêdetir ku heta sextekarî di rastiya bûyeran dibe û dîrok tê berovajîkirin, ev yek nedihat pêşbînîkirin ku heta ragihandina Ewropî bi taybetî ya Fransî rabe bi berojavkirina rastiyan ku ji aliyê ajansa FAP reportek li ser serdana wezîrê derve yê Îranê bo Sûriyê hatiye weşandin û di dengê Amerika de bi herdu zaravên kurmancî û Soranî li roja şemiyê 2’ê Tîrmehê hatiye weşandin û têde hatiye ku “ Tirkiyê ji sala 2016an ve dest bi hejmareke êrîşan li Sûriyê kiriye ku çekdarên Kurd û herwiha çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) û hêzên ser bi serokê Sûriyê Beşar el-Esed dikin armanc”.

 

Tevî hemû dizanin ku hêzên artêşa Sûriyê yên “Bişar Esed” ji aliyê Tirkiyê ve bi awayekî berfiref nehatine armanckirin, wekî dizanin ku di Sibata 2022’an de li Idlibê 37 leşkerên Tirkiyê ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatin kuştin û bi dihat hatin birîndarkirin bêyî ku heta Tirkiyê bersivê bide?!
Wekî din hemû dizanin rola Tirkiyê ya ji bo piştgiriya grûpên terorîst li Idlibê, Efrîn, Ceblîs û Serêkaniyê, ku gelek rêberên rêxistina DAIŞ li navçeyên dagîrkeriya Tirkiyê de ji aliyê hêzên Amerikî hatine kuştin ji wan rêberê DAIŞ Ebû Bekir ElBexdadî di 17.10.2019’an de li nêzîk serbazgeheke Tirkiyê li Idlibê, herwisa rêberê rêxistina DAIŞ yê binav Ebû Qirşî “Ebdulla Qerdaş” li Idlibê di Sibata 2022’an de, û tevî desteserkirina pisporê teqemeniyan û waliyê Reqayê yê rêxistina DAIŞ li Cerablisê di 17.06.2022’an de, li vê dawiyê êrîşa “Heyat Tahrîr el-Şam” li ser Efrînê di 18.06.2022’an de, bêyê bersivek ji aliyê hêzên dagîrker ve ku “HTŞ” bi xwe beşek ji El-Qaîde ye.

Pir aşkere ye ku Tirkiye “pkk” wekî hêncet bikar tîne ji bo dagîrkirina tevaya Rojavayê Kurdistanê û qirkirin û tinekirina miletê kurd li Sûriyê, û dagîrkeriya wê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kêmtir nîne ji êrîşa niha ya Rûsya li ser Ukraiyna, zêdebarî ku bi xwe piştgiriyê û destekê dide rêxistinên terorîst yên herî metirsîdar yên girêdayî El Qaîde, Cebhet ElNusra û DAIŞ’ê, û tişta herî seyr û ecêb û dûr ji rastiyê ku çawa Tirkiye di çapemeniya Fransa û Amerîkayê de yekser piştî îmzekirina rêkeftina sêalî di navbera Tirkiyê-Filand-Siwêdê de, di şev û rojekê de dibe qehreman li DAIŞ’ê?!.

Mixabin di vê raporê de ya hatî bi navê “Wezîrê Derve yê Îranê ji bo aramkirina Tirkiyê serdana Sûriyê dike”, piştrast dibe ku qedera kurdên Rojavayê kurdistanê ketiye di destê Tirkiyê û Îranê de, zêdebarî ku Enqereyê ji Fînlanda û Swêdê, herwisa ji NATOyê bi tevayî tiştê ku dixwest bi dest xistiye û destkeftiyên xwe heta radeyekê xurt bicih kirine, tevî ku Koşka Spî diyar kiriye ku Washington ji bo razîbûna bi tevlîbûna Swêd û Fînlandayê di nav NATOyê de ti îmtiyazat nedaye Enqereyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara duhem de em dikarin van gotarên kêrhatî û hin helbestên niştimanperwerî bi pênûsên cuda bixwînin:1-(Erke pîrozekanî Hêviya Welêt)Kamal Fuad.2-(Bi hatina cejna Newrozê)Desteya Kovarê.3-(Bîreweriya cejna Newrozê) ji (Dengê Kurd),hejmar (8) hatiye wergirtin.

4-(Newroz be xoş hatî,wê her bê rojî serxwebûn!!!) Şivan .5-(Perîşanî) Soro.6-(Nexweşiya me xweşiya neyaran e )Hemreş…

Bavê Zozanê

Berya çend salan gotarek li ser hostatiya avakirin û şûngirtina peyvê di helbesta melayê Cizîrî de min nivîsand wek têgeh yan têrma Yarim min bikaranî ku yarim ew kelpîçê zirave ku dîwêr bivehve dihûne yan jî girê dide,babet ne di gotin yan di peyvê de ye bi qasî di cihê…

Can Yûsif*

“Çavkaniyeke ji tîpên bedew, û buxçeyek ji wateyên pîroz”

Helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd di serdema ku peyv bi sînor bû û tîp qedexe bû wan roleke pêşeng lîstin, pênûsên xwe kirin xetereyên hişyarî û berxwedanê, tîpên xwe kirin bin xizmeta gelê xwe û doza wî de û…

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…