Koçkirina Bavê mezin BARZANÎ

Emer îsmayil

Serfiraziyeke  mezine ji mere ku îro em bi serbilindî radiwestin pêşberî  bîreweriya 41 sal di ser barkirina girintirîn xebatkar û pêşewa di çerxê 20an de û mezintirîn şan û pêşeng di raperîn û şoreşên kurdî yên nûjen di tevaya gelê kurd ya kevin û nû de , ji ber ku ew bi xwe verêj û berhemê ezmûn û rêbazeke şorşgêr û kudperwer bû , tevlî xwedan kesatiyeke taybetmend û navnas di warê serdarî û serweriya leşkerî ji alîkî ve û ji aliyê dî ve rêzan û rêberek têgihiştî û çeleng bû di beryar û nerînên çarenûsî yên ku di delîv û rûdanên teng û zehmet de distandin ,ew nerîn û bûyerên dîrokî yên ku îro em serê xwe pê bilind dikin û
berhemê wê xebatê li ber çav dibînin , belê evê dibistana şoreşgêrî
hişt  ne tenê bandorê xwe di raperên û şoreşên berdewam û li pey hev di
kurdistana Iraqê de bilîze , lê ew sînor derbaskir û pişdarî di şoreş û
bûyerên di seranserî kurdistanê de ,

 

  di vî warî de diyare daxwazî û pîrozbahî , ked û karê wî ji bo pêkanîna yekîtiyê di navbera herdû parçên parta demoqratî kurdî li Sûriye di sala 1970 , lê dema mirov vegerê li ser pêvajoya wî ya serkeftî ku mîna destaneke lehingî navê xwe di singa dîrokê de tomarkir .
Bê guman wê netenê mêranî û çelengiya 500 mirovî bidê diyarkirin , lê belê ew bi xwe mêrxasiya ewê çavkaniya zelal û resen , gurbûna hest û helawistên wî yên netewî û mirovatî û girêdan û evîna wî bi xaka welat û gelê kurd ve , û sergihayî û hûrnaziya wê rêbazê dide ron û eşkera kirin , ewê yekê hişt û piştî têkçûna komara Mehabadê di sala 1946an de dilsarî bêhêvîtî cihên xwe di dil û canê wê negirt û serkêşiya karwan û berevaniya wî ji êrîşên leşkerê ( Iran , Iraq û Tirkan bikin ) êrîşên wan di 9 cengan de şikandin , dawîyê gihandin ber ava çemê Arasê , di vê pêvajoya dîrokî de ya vekêşayî 650 k,m . di dema 52 rojan de hate birrîn , dema sîstema şahînî li Iraqê bi egera şoreşa 14 Temûzê di 1958 de hate şikandin û di şûn wê de sîstemeke komarî hate avakirin , ewê sîstema komarî programek ji bi çareserkiina gelek girêbend û pirsan pêşkês kir û yek ji wan bendên giring di wî programî de ku di destûra sala 1958an de hate diyarkirin çareserkirina pirsa kurdî bû û hate danîn ku kurd û ereb di vî welatî de hevpişkin û mafê netewî yê gelê kurd wê werê parastin , di encama van nûbûn û guhertinan de Barzaniyê nemir vegera kurdistan Iraqê û dîsa kar û xebata xwe ya rêzanî û ramyarî berdewam kir . lê nerîn û karê wî di ber mafê gelê wî de bûn cihê diltemgî û nrazîbûna rijêmên deshilatdar û ew yeke bûne egerê destpêkirina şoreşa Ilûnê di sala 1961 an de , ku ew şoreş lêvegerandinek bû li ser wê siyaseta zordar û şofînîtî ya ku dijî hêvî û omîdên gelê kurd û mafê wî yê rewa bû , û dadmend dihate çekirin û girêdan .
Belê berevaniya gelê kurd ji erebkirin û wêrankirinê hate kirin , û nasnameya wî ya ntewî hate parastin û daxwaziya wî ji bo pêkanîna azadiyê û wekhevî di civaka Iraqê de hate bilid kirin û şoreş bû singerek û dîwarekî asê di singa zordaran de , û berevaniya gelê kurd kir û tevî pîlanê dijmina ron û eşkera kir û êrîşî wan herifandin , bêçar man û peyama 11 adarê morkir , ew rêkeftin bi xwe naskirinek fermî bû bi gelê kurd û her çawa bibê kevwarek cebû ku ew kevwar mafê rewayê gelê kurd bû .
, Barzaniyê nemir karî kêşa kurdî ji kinarê hundirî û herêmî yê teng û winda derxînê û bikê mezintirîn pirsa rewa û dadmend di rojhilata navîn de , tevî dek û dolaban ji alyê rijêmên dagirker ve ên li ser serê wî dihatin girêdan , û xefk di bin lingê wî de dihatine çepandin , lê nikarîn wî ji riya wî ya rast derînin û berê wî ji êş û kulên gelê wî bizîvirînin , li ber ronî û rêdarî û şîretê Barzaniyê nemir û beşdarbûna wî di civînên serekî de , partî di sala 1946an de hate damezrandin , ji serwerî û serkêşiya partiyê re bi piraniya dengan hate helbijartin û ji her kesî re diyar bû taybetî û kesatiya Barzanî ku kesatiyeke bi nav û deng bû , pispor û zanayê dema xwe bû , dikarî nîr û rewşa serdemê nasbike û kar û barê miletê xwe hilgirê tevî hemû grêbendan , riya xebatê qelaşt , xwe berda xwîn û mal û dil û canê gelê xwe de , birîna miletê kurd naskir û kar û xebata xwe di nav milet de gurr kir , hemî dema daxwaziya mezin ew bû ku miletê wî hev bigrê û cudahiyê nexe nav rêzê xwe de , çimkî eger dubendiyek peyda bibê , wê neviyan û asteng peyda bibin wê bibin egera jihevbûna rêzê şoreşê , ji vê yekê herdem daxwaz dikir ku xebatkar û şoreşgêr xwe dûr bikin ji ezezî û xweperistinê , ji ber ku ev rewşê astengiyê ne , û digot :
( Zerfê îro dixwazit ku em xwe dûr bikin ji enaniyet û xweperistiyê , em bikevin ser rêza serfirazî û bexteweriya miletê xwe ) .
Barzaniyê nemir pêmayekî sade û resena kurdî ye , kakil û navika dendika pîroze di malzaroka kurdîniyê de hatiye çandin , bi xwîn û xwihdana wê hatiye xwedîkirin , jêder bûy û zaye , ev tov li xaka welt belav bûye , di her gundekî , malekî , dil û canekî de şîn bûye û rehên xwe di kûriya xaka pîroz de berdaye , û tirh û şaxên xwe li ser vedaye.
Barzanî ji kul û keserên gelê kurd derbû û jiyana xwe terxankir ji bo mafê vî gelê bêçar û bindest biparêze , azadiye , wekheviyê jêre pêk bîne , evî gemîvanê dilsoz û dilpak , gemiya hêviya bi serbilindî ber bi peravekî piştrast ve ajot .
Bi rastî mirov çiqas bêjê , mirov nikarê ji bilî dilopekî ji vê derya kûr û bêbinî bidê dîtin û xuyakirin , 50 sal xebata berdewam û karê germ bê rawestan tu carî dilsarî ji hêvî û omîdên û ji têkoşînê dûr neket , û karwanê xebatê bi dilgermî ber bi armancê ve dibir , ji ber vê yekê mirov dikarê bêjê : ev mirov dibistaneke sergihayî û pijayî di tevî waran de , çi warê netewî , çi leşkerî , çi dilsozî û mêranî û mêrxasiya şoreşgerî de , ya ku tu carî bi dudilê li kêşa kurdî nenihêriye û tu tişt di ser berjewendiya gelê kurd re negirtiye .
Belê şoreşgêrekî navdar û qehreman karî bibê kelemek di devê riya dijmin û neyaran de û gelek rê li ser rijêmên Iraqê yên kevneperist girtin û bingihên wan yê zilm û zor hejandin û ji wan re diyar kir ku vîna miletê kurd tucar ji proje û kiryarên wan bilintirin û kûrtirin  , û çetirîn û baştirîn bûyerên qurbanî û lehingî nîşan dan heya ku xwedayê dilovan di roja 1 avdarê sala 1979 an de rewanê wî bi bir , û ji vê cîhnê barkir piştî ku di şûn xwe de rêbazek bi xeml û rengîn avakir û hêla , bi vê çûê gelê kurd bavek  hêja û pêşewayek xuya windakir , dawîyê em serê xwe di ber kar û xebat wî ya merd û domdar ditewînin û bîranîna wî wê di dilê mede bijî û emê karwanê xebatê li ser rêbaza wî bajon heya mafê gelê kurd werê çespandin û bicih înan .
Silav li canê Mela Mustefa Barzanî yê nemir û hemî şehîdên kurdistanê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…