Dr. Xelîl Omar..Du tişt ji bîra Remmo naçin! Ya yekem roja ko tê de zewicî bû, ya diwem roja ko tê de çû bû eskeriyê û tê de bibû peyê ceneral Necdet paşa. Bavê Fetah hinerên xwe û yên “ceneral” bi dehên caran ji gundiyan re daye xuyakirin û xuyaye wê çûna wî ya Binxetê wê jê re bibe bîranîna sisyan.
– Hundur bi goriya ji derve be! Belkî tu jî, ji xwe re dakeve Binxetê, dibêjin li wê derê havînî kar zehf e! Diya Fetah got û bi qerpalkî rahişt beroşa nîskê û ew danî Erdê.
– Tewkelî bi Xwedê, ezê jî dakevim Binxetê, lê tu nasên min li wê derê nîn in û dibêjin Şexo Koro kirya derbaskirina sînor bi qaçaxî buha kiriye, çi ye neçi ye, bertîl lê zêde kirine! Malxwe li Xanimê vegerand û bi kulma xwe pîvazeke mezin pellaxt.
– Ji alî kirê de, tu tu xeman nexwe! Ezê peran ji Emîna Misto deyn bikim û ji alî nasan de, tu ji min re naçe çîn û maçînê! ..Binxet gaveveke û xelkên wêderê, ew jî weke me kurd in û zimanê me yek e! Jinikê dilê mêrikê ko wê bi çol û polan keve xiste cî.
* * *
– Bismilla alrehmani alrehîm! Ev çi..kiye?! Melle navqetadî got, piştî vêxistina çira mizgeftê ji bo azana sibehê.
– Ezim Xoce! Merovekî weke bertelaşekî lêvegerand û çengbû ser xwe.
– Te xêr e,te hewal e pismam, tu wisa li vir razaye? Melle ji mêvanê mizgeftê pirsî.
– Bi rastî Xoce, cih ji min re nebû ko ez lê razêm û ji mizgeftê çêtir min nedît! Remmo bifedî got û hinekî serê xwe berra ber xwe da.
– Ne xem e, Xwedê mazin e! Rabe ji xwe re destlimêj bigre û wa misîn li dera hanê ne! Melle got û bê vir de û wê de, xwest berê mêrikê bisulman bede qublê.
* * *
Navê te ji îro û pê ve Luqman e û navê bavê te Reşo ye û va min sûretê te li vê “xiracqeyd”¹-ê xistiye bi mohr û nemze. Heger dewriya “Derekan”² an “Heccanan”³ li we rasthatin û ji te pirsîn “Şû ismek?⁴ an “Şû isim ebûk?”⁵ nebî nebî tu navê xwe û bavê xwe yên nuh, tu ji bîr bikî! Muxtar mirikê serxetî liberxist û “xiracqeyd”-a bi navê mêrikê mirî da destan.
– Na ezbenî ji vî alî de pişta te, ji min ve rast bî? Heger dewriya
cendirman hat û ji min pirsîn “şû ismek?” Ezê bêjim: Benim Luqman!
Remmo bi jixwerazîbûn got û destê xwe avêt kofiya sor û hinekî ew
daxist ser buruwên xwe.
– Te xwelî li serê min kiro, benim menim tunne ye! Divê tu bi erebî li wan vegerîne. Muxtar mêrikê “jîr” liberxist.
– Pek ma ew jî bû mirin, ra lê nabe! Ezê bêjim ismek Luqman û ya din çi bû rehme li bavê te? Remmo ji yê pî xwe pirsî.
– Ka bîst caran bibêje “ismî Luqman û isim ebûye Reşo”! Muxtar ji mêrikê Omerî xwest.
– Gelo wê “himaltî” li cem axê we,wê peyda nebe? Dibêjin du “Derrasên” wî hene? Remmo piştî bist carên li lêvegerîna “ismî Luqman”, ji ewê ko çaydanê çayê himêz kiriye pirsî.
– Xuyaye tu mirovekî “elberekê”-ye⁶ û piştî derza “ismî û ismek”, derzeke dîtir ji te re divê. Biner pismamê delal! Axê me merovekî zor tuma ye û ezê şîretekê ji bo Xwedê li te bikim: Gava tu pê re bazara xwe bikî, tu tu caran kêmî nod”wereqî” qebûl neke. Lawê Hezarê serê mêrikê “nuhgeldî” dagirt û pê re qideha çayê ya sisyan ji xwe re dagirt.
* * *
– Navê te bi xêr? Axê ji mêrikê xerîb pirsî.
– Navê min Luqman e ezbenî! Bavê Fetah û Fethiya lê vegerand.
– Çi derew, navê wî Remmo ye! Yê qehweçî rûşuştî lêvegerand û fincana qehwê da destê Axê xwe.
– Rast e ezbenî, navê min li Omeriyan Remezan e! Mêrikê “Cinatî”⁸ lê vegerand.
– Law Remmo, li gor min bihîstiye: Halê te tenike û komeke izûr û pizûr di
hustê te de ne. Ezê mehê sed “wereqî” bi te dim! Axe bazara xwe pê re kir.
– Apo gotina te bi şekir be û li ser serê min, lê weke te got komek zarok û diya wan çavên wan li vegera min e û ji bo wilo, Welleh ez nikarim kêmî nod banqenotî qewlê xwe bibirrim! Bavê Fetah û Fethiya û şeş zarokên din ewî jî şertê xwe danȋ ber Axê.
– Nod..nod. Ez nikarim gunehên te û zarokên te, di hustê xwe kim. Axe bê firk û pêş şertê bavê lêwik qebûl kir û di bin simbêlan re bilatim mizicî.
* * *
Rojeke derbasbû, deh roj derbasbûn, meheke derbasbû û bi ser mehekê ket û wextî mûsim ji dar bikeve û tu dewrî nehat û tu mewrî nehat û Remmo jî, ji vî alî de guhê xwe dînckiribû û nema bawerdikir bê kînga vegere gundê xwe û lingê xwe li ber siya dîwêr rade û zarok û mirîşkan ji dor xwe biqewrîne û tasa dewê cemidî ji destên Xanima xwe bigre û bi ser lêvên xwe de dake.
* * *
Rojekê Ro li ber ava, ji riya Mercê, cêbekê weke gullê, berê xwe da çandirê û xelk û toprax di bin tozê de hişt.
– “Te’a le hon wila, şû ismek”⁹? Serokê dewriya “Derekan” bankir xwediyê kofiya sor.
– Şû ismek? ..Şû ismek? ..Welleh yabo heq e! Te got şû ismek?.. Welleh yabo heq e! Remmo kete hev û kir û nekir ko navê wî yê nuh bê bîrê, qet nehate bîrê û mêrikê bi sed mêrî bi hostexwarî û niçe niç ber bi mamûrê Binxetê de hat.
———————————————————–
¹ Kaxezeke şûna nasnamê ye.
² Polîsên gunda bû.
3 Sînorê welêt diparêzin.
⁴ Navê te çi ye?
⁵ Navê bavê te çi ye?
⁶ Kawike.
⁷ Kurd vî navî li pereyên Sûrî dikin.
⁸ Gundeke li serxetê ye.
⁹ Were vir.

Şîrove (0)