Projeyên Tirkiyê yên guherîna demografîkê “Jenosîd û apartîd” e

Ebdûlazîz Qasim

Serokomarê dewleta Tirkiya dagîrker Receb Teyib Erdogan di 3’ê Gulana 2022’an de ragihand ku, Enqere projeyek ji bo “vegera milyonek Sûrî bo bakur û rojavayê Sûriyê”amade kiriye, û ragihand ku proje dê gelekî mezin û berfireh be û li 13 deveran li wan navçeyên dagîrkirî ên”Rojavayê Kurdistanê” bên avakirin.
Di destpêkê de, divê bêjin ku plana Tirkiyê ya dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê ji bo qirkirina gelê Kurd û pêkanîna guhertina demografî ye, û ev yek ji sereketirîn armancên Tirkiye bû her ji destpêka kirîza Sûriyê di sala 2011an de, li ser navê “Herêma Ewleh”, ku ji aliyê civaka navdewletî ve li wê demê nehat pejirandin.

 

Em hemû dizanin ku projeyên Tirkiyê ne ji bo vegera penaberên Sûrî ne, ji ber ku ev navçe bi şerên giran ji aliyê Tirkiyê ve hatin dagîrkirin, bi wêrankirina gund û bajaran û kuştin û koçberkirina nişteciyên wan deveran yên resen bi taybetî li Efrîn û Serêkaniyê û Girêspî, ku bi sed hezaran welatiyên kurd ji warên xwe hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin talan kirin, û bi sed hezaran Ereb û Turkmen li navçeyên dagîrkirî hatin bicihkirin.
Ev tê wê wateyê ku, ew deverên kurdî yên dagîrkirî rastî koçberkirina bi darê
zorê bûne, û alîgirên Enqere, bi taybetî komên çete û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirê Tirkiyê li wan deveran li şûna xelkê kurd hatine bicihkirin.

Wekî me dît ku çawa Tirkiyê dosyeya penaberên Sûrî wekî dosyek ya bazarkirinê ligel Ewropiyan bikaranî, niha jî doseya vegera penaberên Sûrî wekî rêklam ji bo amadekariyên hilbijartinên serokatiyê yên sala 2023an de bikar tîne, tevî ku car hin rayedarên Tirkiyê eşkere dikin ku armanca Tirkiyê ya stratejîk ji bo dagîrkirin û guhertina demografîk ya navçeyên kurdî ye.

Parêzer Mistefa Oso, mafnas û siyasetmedarên kurd yê serbixwe derbarê vê yekê got ku, ev projeyê Erdogan yê hat ragihandin di 3’ê Gulana 2022’an de, di pratîkê de ev çend salên tê bicihkirin, bi taybetî li herêmên kurdî yên di bin dagîrkeriya Tirkiyê de, piştî koçberkirina piraniya xelkên wê, û herwisa dibêje ku ev proje berovajî xala 14’an ya biryara 2254’ê ye, nemaze ku ti ewlehî li van deverên dagîrkirî nîne û gelek teqîn tîne pêkanîn û şer û pevçûnên leşkerî bi awayekî berdewam di navbera komên çekdar yên Opozisyona Sûriyê de diqewimin, zêdebarî tawanên kuştin, revandin, îşkencedan û binçavkirinê li dijî welatiyên kurd yên mayîne li ser erdê xwe, herwisa Oso Tirkiyê wekî dewletek dagîrker binav dike û pêdivîye wekî dewletek dagîrker kar bike û lewra guhertina demografîk bi planek metirsîdar û li gorî yasa navdewletî bi tawanên şer û jenosîd û dijemirov dide zanîn.

Derbarê vê yekê de, çavdêrê mafên mirov Ramî Ebdûlrehman rêveberê ajansa SOHR ya mafên mirov li ser pirojeya nû ya Tirkîyê ya ji bo endezyarîya demografî ya Sûrîyê, got: “ku ew aliyên dirav û pereyan didin plana Erdogan û komên leşkerî, siyasî û mafên mirovan yên girêdayî wî li bakurê Sûrîyê, ku hevkarê Tirkiyê ne di prosesa guhertina demografî de,” bal kişand ser wê yekê ku “Erdogan û alîgirên xwe yên opozisyona Sûriyê, dê kar bikin ji bo wergirtina pereyan ji alîkariyên navdewletî ji bo pêkanîna proseya guhertina demografî li bakurê Sûriyê”.

Hêjayê gotinê ye ku gelek alîkariyên darayî ji aliyê gropên ser bi rêxistina “Îxwan el-mislmîn” ji Qeter û Kiwêt û dewletên erebî têne şandin bo Tirkiyê, zêdebarî metirsiya ku alîkariyên mirovî jî bo heman plana Tirkiyê bêne terxan kirin, ku di 10`ê Gulana 2022`an de, gera duyem û dawî ya kongirê Brûksel 2022`an li ser piştgirîkirina paşeroja Sûriyê û navçeyên derdora wê birêve çû, ku tê de dê dewletên “xêrxwaz” alîkariyan bidin xelkê Sûriyê yên li hundir û derve bi rêya saziyên Neteweyên Yekbûyî”, ku Elmaniya 1.3 milyar € terxan kiriye, Amerîka 800 milyon $ terxan kiriye, Siwêd 69 milyon $, kiwêt 200 milyon $ …., ku Josep Borrell Serokê Komîsyona Ewropî di (9’ê gulanê) yekem roja kongirê Birûksel de tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina gihandina alîkariyên mirovî bo “bakurê rojavayê Sûriyê” kir, bi vê wateyê ku ev dewletên qaşo “xêrxwaz”, û tevî NY dibin hevpar û gunehkarên tawana guhertina demografîk û raguhestin û koçberkirina miletê kurd.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…