Ka em destê xwe li rengan bixin qene kes wî çavînî nekê

Bavê Zozanê

Îro 6 Êvareke  sar ji wan êvarên Almanyayê di 17 berfanbarê de yan jî- çileyê pêşîn- ji sala 2022an de min tabloyek balkêş li pêşengeha Dr Saif Daoud li Bochum ê dît.
Yekser meteloka kurdî-Zikê têr hayî ji yê  birçî nine -anî bîra min,bi rastî tablo bi xwe di axivî, bi rengê reş û gewrê tarî hatibû çêkirin ,tablo di çarçoveya xwe de du mirov hembêz dikirn yek jê mîna kalekî 70 salî xuyanî dikir ku rahiştibû jiyanek tevahî êş û xemdarî û westandin, yê din jî nêzî wî wek gênecekî nû hatî  me ew didît ku eynê
temenê kalo bû lê xuyabû ku jiyana xwe di xweşiyê de bûrandibû ,di wê
asta ku ti carî bi rewşa hevalê xwe nabhîze loma hunermened ê me wek
dîwarekî qalind ji reşiyê di nêvbera wan de avakiribû.

 

Bêguman pêşengeh dagirtî bû ji tabloyên renge reng ,qeşeng,hemî watedar bûn,her tabloyek çîrokek wêjeyî ji dîdevanê xwe re digot , ji xwe dive em jibîr nekin ku şêwekarê me Dr Saif Daoud pêvî ku Dr û endezarê Giyologî ye, helbestvan û çîroknivîse jî, ku bi navê Lewend Dalînî dinvîse, ji prtûkên wî  yên çapkirî Keziyên mijê Helbest 2019 û Ramenk çîrok 2012.

Ez naxwazim li ser hemî tabloyan pêşengeha bochum ê bibêjim lê tabloyeke din jî çîrokek dî ji mere digot ku ew jî mirovê  ducanî (avis) bû ku hevjîna wî biryar dabû: Dive vê carê ew ducanê bibe  ta ku mêr jî  bi rewşa jinê bi westandina jinê bi êluezaya jinê bi hese ,wisa jî  azar û êşa zabûnê bibîne ..Wiha jiyana wan birêve çû ta mêr kete mihên xweyî dawîde, hevjîna wî poşman bû rengê wê hat guhartin, şipê li nik mêrê xwe ma sekinê xwe di xemuxeyalên kûr de winda kir -çilon ezê vî navê pîroz(Dê) bi hesanî radestî mêr bikim?.

Şêwekarê me Dr Saif Daoud di 21 gulana 1960 li rojavayê kurdistanê ji dayik bûye , li bajarê Qamişlo sala 1978an de lîsa xwe qedandiye, xwendina xwe ya bekeloryos li zanîngeha Şamê sala 1982 tewa kiriye.Li Sûrî û li welatên kendavê, li Tirkiyê û li gelek bajarên din kar û xebata xwey pisporî kiriye. Dawî  bawername xwe ya  bilind li welatê xerîbiyê stand û niha li Elmanya- jiyana xwe berdewam dike.

Ji aliyê hunerê ve  Dr Saif Daoud dibêje :Ez xwe  di dibîstaneke şêwekarî taybete de nabînim ,ez wek hunermend şêwazê xwe yê taybet di tabloyên xwede bi kar tînim,ezmûneke minî cuda di vî warî de çêbûye,qunaxên  dirêj ji hunera hevdemî ya  Ewropî  bi kar tînim û hunra nûjen jî ya ku piştî modernîtiya Ewropî ez hayî lê bûme ,ez haj ji van çirokam tevan heme lê wek min got ez bi rengê xwe êş û azarê miletê we pîşberî şopanvanên xwe li ser bênderê radixim.

Çîroka şêwekar Dr.Saif Daoud bi dawî nayê di demeke kurte li welatê Almanyayê sê pêşengehên bi rêk û pêk lidar xistin
1-Pêşengeha Köln ê, di bin navê Rewabêjiya rengan  di yekê cotmeha 2021 lidarket , du rojan berdewam kir.
2- Pêşengeha Mönchengladbach ê 23 cotmeha 2022 hate pêşendan,  di bin navê herkîna rengan sê rojan berdewam kir.
3- Pêşengeha Bochum ê  ji 17 çileyê pêşîn 2022 li dare, dor heftîyekê wê berdewam bike.
Ji xwe berî van jî,şêwekar Saif Daoud du pêşengekên din li welêt ava kirin, yek li paytexta Sûrî li Şamê û ya din jî li bajarê evinê Qamişlo, ku nivîskar Xerîb Mela zelal  wisa li ser Saif Daoud dibêje: Ew pêpelûka derkeh dişkîne ta ku li rewanbêjiya cudakina xwe guhdarî bike.
Karê hunerî  ji can û dem û xwînê pêk tê ,loma jiyaneke xweser ji êş û ked û xemdariyê  ew nîşan dide, dive ku pêpelûka dergeh bişkîne dema ku wek tayekî zirav xuyanî dibe. Yan jî  ji şabûnekê , ji bihinkişîneke evîndariyê ku wî hilde bal ezmanê dehan ve,ez vê yekê dibêjim û ez nêzî li huner û karê Saif Daoud dikim,ew karên ku li vê pêşengekê pêşkêş dike ku ew tirsdara liser babetên revandî ji welêt, zindana mezin, wisa nêzî bûyerên sereke dibe bê ku dûriyê ji wan eşkere bike û bê ku bihêle kar qeşengbûna xwe winda bike, ew dizane wan  çawa hilgire wisa dizane jî ku bûyerên mezin û sereke karekî hunerî mezin çênakin loma bi hayjêbûn nêzî wan dibe wek ku ewan di nêv karê xwede direvîne…

Bi navê yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriyê çilo me gurzek gul ji rengê xwîna kesk û rojê ji hêja  Saif Daoud re diyarî kir wisa jî em serkeftineke gulgulî jêre dixwazin  bi hêviya jiyaneke xweş û temenek dirêj.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…