Sersala Kurmancî, Cejna Batizmê û Dam û Dinhê

Konê Reş

Sersala Kurmancî: Eva ku piştî sersala Zayînê ye bi 13 rojan, anku 13 meha kanûna duyemîn e. Berê, pêşwaziya vê Sersala Kurmancî, di nav gundên Cizîrê û Beriya Mêrdînê de dihat kirin. Min bixwe jî, di zaroktiy xwe de pêşwazî û beşdariya wê kiriye. Li gundê me (Doda), di êvara Sersala Kurmancî de, xortên gund, xwe didan hev, yek ji nav xwe dibijartin, ew dikirin (Qirdikê Sersalê). Di nav ken, henek û şahiyê de, li nav gund, mal bi mal digeriyan.. Mala ku diçûnê ji wan re digotin: Serê salê binê salê Xwedê lawekî bide kebaniya malê.. Hem jî digotin: Kebaniyê dest zêrînê, destê xwe bavêj kulînê, para qirdik jê derînê.. An digotin: Serê salê, binê salê Xwedê bihêle xortê malê..

 

     Belê min nasnekir bê navê cejna Batizmiyê ji ku û çi hatiye, hin jî ji vê cejnê re dibêjin cejna (Pîr Alî). Ev cejin taybet bi kurdên Êzidî yên eşîra Çêlka ye. Ev eşîr ji akinciyên çiyayê Bagokê (Qelaçê Dasika û Çêlka) ye, gundên vê eşîrê dirêjî binya xetê (Sûriyê) jî dibin, anku li herdû rexên sînorê Sûriyê û Tirkiyê belav in. Her sal xelkên vê herêma ku me bi nav kir, pêşwaziya cejna Batizmiyê di roja dawî ji kanûna yekê de dikin. Belê di roja çarşemba berî wê de, kar û bar ji Batizmiyê re dibe wek: Serjêkirina pez, çêkirina nanekî taybet bi wê cejnê ku jêre dibêjin nanê (Xewrê) û Leylet Elqedir..! Belê roja îro piraniya Êzidiyên Sûriyê koçberî Almaniya bûne, êdî nema guhdan wek berê pê heye..
Dam û Dinh: Ji min re hat gotin ku ev roj an ev şev di çilê çil de ye, belê kîjan roj e, kîjan şev e, min nasnekir.. Gotin: Şeva Dam û Dinhê, mezinê gund, an zanayê gund dibêje: Îşev Dam û Dinh e. Vêca di wê şevê de her malek gundiyan xwarinek xweş ji goştê dermala xwe çêdikin.. Xuya ye ku di wê şevê de guhertin di navbera wezên salê de çêdibe..
Di baweriya min de ev şeva Dam û Dinhê, Leylet Elqedir a cejna Batizmiyê û di dawiya kanûna pêşî de ye, anku di çelê çil de ye.
Lê, bi hatina misilmantiyê re hatiye qedexekirin guhertin bi Dam û Dinhê. Dema min dest bi vê lêkolînê kir, ez bêrgî gelek asteng û dijwariyan hatim; ew kesên ku di nav wan bîr û baweriyan de mezin bûne, kêm mane. Yên ku mane jî, huşê gelekan ji wan nakişîne û nayê bîra wan û ya herî seyir, dema min ji hina dipirsî, qerfê xwe bi pirsên min dikirin, dikeniyan û digotin: Ma ev ne  tu Konê Reş e!! Ev te çi berê xwe daye van qerwelkên vala?!
Bi hêvî me ji kesên ku bêtir pêzanînên wan li dor van herdu cejnan heye, min agahdar bike û spas.
Konê Reş, Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…