Helbesta Newroz di 117 Saliya Rojbûna Apo Osman Sebrî de

 

Konê Reş

Ev helbesta xwarê bi navê Newroz, ku di pesnê cejna Newrozê de ye Apo Osmn Sebrî, di roja 21-3-1957an de li Şamê nivîsandiye. Ev helbest di pirtûka wî ya bi navê (Derdê Me) de hatiye weşandin. Herwiha ev yekemîn helbeste ku di nav kurdên Rojava û Bakur de, li dor cejna Newrozê hatiye nivîsandin, ez nabêjim ku di pey re kesî din helbest li dor Newrozê nenivîsandine, belê hene û pirr in.. Jixwe piştî vê helbestê bi dor Sê heyvan (14/6/1957), Al-Partî di nav kurdên Sûriyê de hat damezirandin û biryar hat standin ku her sal di roja 21ê Adarê de Newroz wek cejn netewî kurdî, bi şahî û dîlan bê pêşwazî kirin..

 

 Ta berî hingê hayê kesî ne ji kurdên Rojava û ne kurdê Bakur ji cejna Newrozê nebû.. Ji ber vê yekê dibêjim; ev helbesta yekemîn e ku di pesnê Newrozê de hatiye gotin. Bi helkeftina ku di roja (05/01/2022)an de, 117 sal di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re derbas dibe, wî bibîr tînim û vê helbesta wî bo we dikim diyarî. Erê, werin em wî bibîr bînin! Bîranîna wî, ji min û te tê xwestin..
Apo Osman di pêşiya vê helbesta xwe de wiha dibêje:
“Newroz: Îsal hin hevalên hêja xwestibûn ku wek birayên xwe kurdên Îraq û Îranê, li ser rêzana bav û kalan biderkevin çolê û cejna xwe bi kêf û şahî, dîlan û govend bikin. Heye ku ev cara pêşîne, hin kurd ji Sûriyê cejn Newrozê vedijînin. Roja cejnê em birrek heval di geliyê Bedera de li qehweke havîngeh civîn û me cejna xwe bi xweşî kir. Ji ber ku nîrê em tê de, ne ew çend çak bû, hevalan roja cejnê minasib ne dîtin ku gotar û xweşxan bêne xwendin. Me tenê cejna xwe bi lîz û govend, peyv û sitiran derbas kir. Ev xweşxana han ji bo ku di cejnê de bixwînim, min nivîsî bû, heke di cejnê de me nexwend, em dikarin di vê kitêboka han de pêşkêşî xwendevanên xwe bikin”
Osman Sebrî, Şam 21-3-1957
Newroz çiqas delalî, vedikujînî derdan
Her dem û gav dibalî, tuyî cejna me kurdan
Her sal di vê çaxê de, bîst û yekê Adarê
Bi kêf û lîz û govend, me digihînî biharê
Gul û kulîlk û çîçek, dibişkivin di baxan
Çem û cobar tijî tên, heya perav û şaxan
Berf li çiya dihele, bes dimînin belekî
Wekî çînên reşbelek, dil geş dikin helekî
Rûyê erdê ji rûkî, giya dertê kes û şîn
Nêrgiz, gupik û çîçek, ji her alî didin bîn
Di van rojên şêrîn de, welatê kurd ser û bin
Çi keç û xort û mendal, kal û pûr û bûk û jin
Dikin cejna sê rojan, bi xweşû û ken û hang
……..    …….     …….
Tev kêf û saz û sowet, reqs û dîlan û xweşî
Divya tiştekî bêjim, çend gotinan di Newroz
Zanîna min hinda bû, gelo cejna we pîroz.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…