Hejmara (54) ji kovara PIRSê derket.

Pêşgotin:
Ziman, mîna hemû giyanewerên zindî zidiyane ye, bi gelek rêbaz û alavan
jiyana wî pêşve diçe û dewlemend dibe, yek ji wan rêbazan wergerandin e. Wek tê
nasîn di riya zimên re têkiliyên miletan ên raman, hestewarî û nayabdariyê
çêdibin. Ji ber wê jî wergerandin roleke pir sûdar di van waran de dilîze, û
geşedaneke mezin û rasteqînî dixe pêşvebirina zimên.
Bi riya wergerandinê hemû şaxên zanyariyê ji berhemên miletekî derbazî jiyana miletekî din dibin, û bi wê derbazbûnê pênaseya pêşketina miletan û asta wan di warên raman, wêje, koltor, danûstandina civakî…. tê nasîn.
Di serdemên dîrokî de, nemaze di dema niha de, bizava wergerandinê di zimanên cîhanê de pir çalak e, û guhdaneke mezin ji aliyê saziyên ku bi zimên bendewar in ve heye. Ji wê pirtir, li seranserî cîhanê beşê wergerandinê di zanîngehan de heye, û bi şêweyên zanistî karê wergerandinê tê kirin. Bi karê wegerandinê, ziman ji neyîniyên zimanewaniyê hêdî hêdî ji nav xwe radike, yanê ew di pir waran de, nemaze ji aliyê têrman de xwe dewlemend dike, û dibe zimanekî li gor demê, û di kevnariya xwe de namîne, ji ber ku ziman ne tenê rêziman û rastnivîs e.
Herweha rola wergerandinê ne tenê di warê zanistî û zimên de sûdar e, lêbelê ew gelek tiştin nû derbazî jiyana wêjeya gelan dike, ango dema wêjeya miletekî tê wergerandin ew sêwene nû bi xwe re tîne, û geşedanekê dixe wêjeya wî miletî.
Bêguman berî her kesekî rola nivîskar, wêjevan û zanyaran di warê wergerandinê de heye, her yek ji wan, nemaze yên ku bi pirtirî zimanekî dinivisînin dikarin li gor kanebûna xwe di wergerandinê de bixebitin. Lê mixabin ta roja îro Kurd di vî warî de – wergerandinê de – pir lawaz in. Bêguman sedemên wê lawazbûne jî hene, lê li gor derfetên ku hene guhdan pê nehatiye kirin. Yek ji sedemên wê ew e, ku piraniya nivîskar, wêjevan û berhemdarên Kurd, bê sazî û piştevan in. Ew dixwînin, dinivisînin û berheman amade dikin, lê li dawiyê divê ew bi xwe jî berhemên xwe çap û belav bikin. Ev jî bandoreke neyînî ye pir mezin li pêşvebirina zimên û bizava wergerandinê dike. Hêvî ew e, ku ji aliyê sazî û tevgera siyasî ya kurdî ve bendewariyek bi nivîskar, wêjevan û pênûsên ku di warê wergerandinê de dixebitin were kirin.
 
Merwan Berekat

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…