Dr.
Ehmed Xelîl
Ehmed Xelîl
Werger:
Heyder Omer
Heyder Omer
Jînenîgariya dîrokzanê Kurd.. Mîr Şeref Xan Bedlîsî
Dergeh:
Destpêkên ramana netewî, bi piranî, li ba
dîrokzan û helbestvanan diyar dibin. Wek nimûne, destpêkên ramana netewî farisî
di pirtûkeke kevin de diyar bûn. Navê pirtûkê “Xweday name” ye, û ew bi zimanê pehlewî ye, naveroka wê jî
dîroka afsane ya qeralên Farisa ye.
dîrokzan û helbestvanan diyar dibin. Wek nimûne, destpêkên ramana netewî farisî
di pirtûkeke kevin de diyar bûn. Navê pirtûkê “Xweday name” ye, û ew bi zimanê pehlewî ye, naveroka wê jî
dîroka afsane ya qeralên Farisa ye.
Wê pirtûkê hukarî li helbestvanê Farisan Ebû Mensûr Eddeqîqî أبو منصور الدقيقي(974z miriye) kiribû, û di pey wî re hukarî li helbestvanekî din ê Farisan kir, ew jî Fîrdewsî (1020z miriye) ye. Fîrdewsî nûçeyên wê pirtûkê, di pirtûka xwe “Şahname” de kirin helbest.
Her weha destpêkên ramana netewî kurdî, ji duwemîn nîvê sedsala (10z) de li ba hinek entilîcênsên Kurd, wek helbestvan Baba Tahirê Hemedanî (1010z miriye) û helbestvan Elî Herîrî (1495z miriye) û dîrokzan Şeref Xan Bedlîsî (1604z miriye) û helbestvan Melayê Cizîrî (1640 miriye) û helbestvan Ehmedê Xanî (1650 – 1707z) dîyar bûn. Gelo Şeref Xan Bedlîsî kî ye?.
Pêkhatina mîr Şeref Xan Bedlîsî:
Şeref Xan neviyê (torin) mîrên Bedlîsê, ji ѐşîra Rojkî ye. Ev nav yê oleke pêşiyên kurda ye, û bermayên wê heya îro jî li ba Kurdên Zeredeştî û Eyzîdî û Kakayî (Yarsanî) û Halawî (Ѐlewî) ma ne.
Şeref Xan kurê mîr Şemsuddînê kurê Şeref Xan e, sultanê Osmanî Silêman Qanûnî (1520 – 1566z hikumdar bû), hikumdariya mîrnişîna Bedilîsê ji mîr Şemsuddîn stendibû, û ew kiribû waliyê Meletiyê, lê ew tirsiya ku Osmanî xiniziyê lê bikin, û ji nişkave bikujin, vê lomê ew û hin mêldarên xwe çûn bajarê Qezwîn, paytexta Şahê Sefewî Tehmaspê Yekem (1525 – 1576z). Şah ew pêşwaz kir, û nasnavê (Xan) dayê, û kire hikumdarê deverên Kurdî li Azerbeycanê û hinek deverên rojhilatê Kurdistanê.
Îyaleta Bedlîsê
Diya Şeref Xan keça Mîrxan Moslo ye, ew mîrekî dewleta şefewî bû. Şerfe Xan sala (1543z) li bajarê diya xwe, Guhroherdê, ku heye devereke kurdî be, ji dayikê bû, birayek wî jî hebû, navê wî (Xelef) bû. Da ku şah Tehmasp mêldariya rêvebiran bi hêla xwe de misoger bike, ewî kurên wan dibirin di seraya xwe de perwerde dikirin, û pêşî zanistên Qur-anê û fiqhê, û di pey re jî awa û hunerên cengê hîn dibûn.
(Şah Tehmaspê Yekem)
Sala (1551z) temenê Şeref Xan bû neh sal, şah Tehmasp ew bire seraya xwe, sê salan ji bo xizmetkariya şah hate perwerdekirin. Sala (1555z) bavê wî Şemsuddîn dest ji serokatiya ѐşîrê kişand, ji ber ku nedixwast her tim bi şah re bimîne. Pêşewayên ѐşîra Rojkê ji şah xwastin,ku Şeref Xan bike serokê wan, û şah jî daxwaza wan bi cih kir. Wê hîngê temenê Şeref Xan sêzdeh sal bû, şah ew kir waliyê herdu deverên Saliyan û Mehmûd Abad ên ku bi ser devera Şeyrwan ve bûn.
Cefayên wî li ba dewleta Sefewî:
Gava nakokî di navbera Sefewiyan û Osmaniyan de pir bûn, şah Tehmasp xwast ku Şemsuddîn Xan veger serokatiya ѐşîra Rojkê bi rêve bibe. Xuyaye ku Şeref Xan ji bo temenê biçûk nikarîbû, di wan rewşên dijwar de, rêvebirî bikira, vê lomê Şemsuddîn çend salan vegerî desthilatê, paşê ji ber raperînên dij şah dilsar bû, û dest ji desthilatê berda, pê re jî şah rêvebiriya ѐşîra Rojkê careke din da dest Şeref Xan, ê ku rêvebirê Rojkiyan bû di gelek cengên dij şah de li herêma Geylan (başûr-rojavayê deryaya Qezwîn).
Piştî ku şah Tehmsap pîr bû, herdu kurên wî (sultan Heyder Mîrza) û (Simaîl Mîrza) bo desthilatê lihev nekirin, û Simaîl Mîrza di kelehê de hat zîndankirin, û rêvebirên dewleta Sefewî ji hev qetiyan û bûn du gurûp; gurûpek li kêleka sultan Heyder ma, û ya din jî bû mêldarên Simaîl . Şah nikarî her tişt bi rêve bibira, û destpêkên hevkuştinê di navbera herdu gurûpan de diyar bûn, pêre jî Şeref Xan biryara xwe girt, ku li paytextê ji nakokiyan bi dûr de bimîne, û ji şah xwast, ku wî bike hikumdarê deverekê, wî jî ew kir hikumdarê hinek deverên Şeyrwan.
Piştî heyşt heyvan şah Tehmsap, bi tevdîra jina xwe diya sultan Heyder, hat jehrkirin û mir, û sultan Heyder şûna wî stand û bû şah, lê bi bandora xûşka xwe Pêrî Xanim ji nişak ve hat kuştin, û Simaîl hat serbestkirin, û bi nasnavê (Simaîlê Duwem) ser textê şahaniyê rûnişt. Sahê nû Şeref Xan bir Qezwîna paytext, û hilda pileya Mîrê Mîrên Kurdisatnê (Sine / Sinendec) û Loristanê û Goran (Kirmenşah û Xaneqîn û Kirkûk) û mîrên din ên ѐşîrê Kurdan, da hemî tiştên wan bi rêve bibe, û daxwaz û hewceyên wan li ba şah bi cih bîne.
Şah Simaîl bi rêzdarî li gel Şeref Xan tevgeriya, vê lomê hinek rêvebir û mezinên dewletê çavteng bûn, û vir û vût li ba şah gerandin, ku Şeref Xan li gel hinek mîrên dewletê awanbaziyê digerîne, da wî ji şahaniyê gêrkin, û sultan Husên Mîrza (kurê xûşka wî) li şûna wî hildin textê şahaniyê. Şah Simaîl ji xwe berê kesayetiyeke bêhnteng bû, û pir dixeyidî, vir û vût zû bawer dikirin, vê lomê hin bertawanên awanbaziyê kuştin, û hinek zîndan kirin, û Şeref Xan jî ji paytextê bi dûr de kir, û îyaleta Nexcîwana Azerbeycanê da dest wî.
(Şah Simaîlê duwem)
Cefayên Şeref Xan li ba dewleta Osmanî:
Sultanê Osmanî Mûradê sêyem çavdêrê rewşên dewleta Sefewî bû, û dixwast Şeref Xan bi hêla xwe de bîne, ji ber ku li ba mîrên Kurd payebilind bû, ewî xwast ku Xusro Paşa mîrmîrên Wanê, û Zeynel Beg hikumdarê Hekarê, û Husên Beg ê Mehmûdî, Şeref Xan haydar bikin, ku sultan hikumdariya îyaleta Bedlîsê dide wî, û dixwaze ew vegere welatê xwe.
(Sultan Mûradê Sêyem)
Şeref Xan vexwendeka sultan Mûradê Sêyem pejirand, da xwe ji nakokiyên Sefewiyan rizgar bike. Sala (1575z) digel çar sed mêldarên xwe, ku du sed ji wan ji ѐşîra Rojkî bûn, ji Nexciwanê ber bi bajarê Wanê de bi rê ket. Xusro Paşa bi rêzdarî ew pêşwaz kir, û sultan Mûradê sêyem feremana walîtiya wî li ser îyaleta Bedlîsê derxist, û cilên qeralî û sûrekî zêrîn diyarî wî kirin. Her weha diyariyên giran û payebilind ên şalyarê (wezîr) mezin Mihemed Paşa û yên fermandarê artêşê Mistefa Paşa jî gîhan wî, û Şeref Xan bi vegera bo mîrnişîna Bedlîsê; şûnwarê bavpîran gelek şa bû.
Dewleta Osmanî zanînên Şeref Xan û hêzên ѐşîra Rojkî di cengan de bi kar hanîn, û dest dan ser Şeyrwan û Gurcistanê û Azerbeycanê. Wan cengan deh salan dirêj kir. Sultan Mûradê Sêyem nameyek bo Şeref Xan verê kir, tê de cefayên wî pesend kirin:
“Dilsojî û mêldarî û dostanî û karmendiyên we, ji wijdana me ya qeralî ve xuyanî ne, wek ronahiya tavê şewq didin, divê hûn bilezînin û bafirînin, da baweriya me ya qeralî bi we zêde bibe, û hûn bo nirxîn û peleya herî bilind bêne hildan”.
Sala (1582z) Şeref Xan karmendiyene dine giranbiha bo dewleta Osmanî li Gurcistanê pêk hanîn, û ji bo tevlêkirina herêma Mûşê bi ser dewleta Osmanî de, hate perûkirin (xelatkirin), û hinek gundên din jî tev îyaleta Bedlîsê bûn, û hatinên wî yên salane gîhan çar sed û deh hezar Aqçe (diravên Osmanî yên zîv), ji bo vê yekê jî got: “Ne di demên sultanên Osamanî de, û ne jî di demên pêşiyaên wan ên kevin û gewre de, ci hikumdarekî û çi mîrekî wan ên gewre ev destxisiyan bi dest nexistin”.
Sala (1596z); ango di serdema sultan Mihemedê Sêyem de, Şeref Xan ji bo Lawê xwe Şemsuddîn Beg, dest ji hikumdariyê kişsand, û şêwrên xwe yên pendî li wî kirin, û dema xwe bo daneriya pirtûka “Şerefnameyî tarîxî Kurdistan” bi zimanê farisî terxand; ew jî pirtûka dîroka mîrnişîn û êlên Kurdan û jînenîgariya mîr û pêşewayên wan e. Şerefxan sala (1604z) çû ber dilovaniya Xweda.
Jêder û çakanî:
1.Emîn Ebdimecîd Bedewî: Cewle (gerrek) di Şahnameya Firdewsî de, rû 8, 15.
2.Cemal Resîd Ehmed: Zuhûrbûna (diyarbûn) Kurd di dîrokê de, 198/1.
3. Şeref Xan Bedlîsî: Şerefname, rû 686-696.