Zeriya Min! Careke din Hilma Bayê Xerbî bi Ser Min de Hat!

Konê Reş
 
Zeriyê! Berî ku te nas bikim, te xwe li kû
veşartibû?! Çima em rastî hev nedihatin? Çima qederê em dûrî hev dixistin..
Çima rêka kerwanê min di nav xaka te re derbas nedibû.. Gul û kulîlkên te di
biharên min de geş nedibûn.. û çûk û çivîkên te di asmanê jiyana min de
nedixwendin..?!
 Wa roka meha nîsanê! Berî te nas bikim, ala xemgîniyê di ser dilê min re vegirtî bû, wek ku çawa niha xemgînî di ser bajarê min re vegirtî ye.. Bi hatina te re, naskirina te re şahî hat û gul û kulîlkên rengîn di dilê min de vebûn..
Zeriyê! Va ez mikur têm; di wê kêlîka ku min dêmê te yê esmer û xwînşêrîn dît, zimanê min pêşberî te herbilî û êdî nema min zanîbû çi bibêjim; çi gotina şêrîn di hizûra spehîbûna te de bidar vedikim.. Bawer bike esmerê ku ev yekemîn care ez wiha bê zêrevanî gotinên xwe dibarînim..
Dêmê te yê şêrîn ferhenga gotinan li ber min vekir.. Gotinên te yên evîndarî, hiştin nêrgizên derdora Cizîra Botan û Eyndîwerê bibişkivin û geş bibin û bikenin.. Û wiha ez li bêrîbûna zaroktiyê vegerandim..
Ev te çi kiriye Zeriyê? Ez ê ku di nav salan re çûme, di nav kul, derd û xemgîniya bajarê Qamişlo de milevaniyê dikim.. û di nav jiyanek serberdayî de hatime pêçan.. Dema ku ji nişkave rastî dêmê te yê şêrîn hatim û min xwe di nav mijankên herdu çavên te de winda kir.. û pê bi pê bi dûv şopa te de kulkulîm.. Bêje, bê ji kû tu ji min re hat..? Kîjan qederê tu anî pêşiya min?!
Bawer bike Zeriyê, Ti çekên min nînin ku şerê qederê bikim, ji bil gotinê pêve.. Qet rojekê ji rojan min hez çekên şer û kujekî nekiriye.. Her dem û gav nifretê li şer, kujeran û xwînê dibarînim.. Nexasim ku bira di dêmê birayê xwe de bisekine û şerê birakujiyê dest pê bike.. Xwedê me jê bistirîne.. Çendî xweş e Bejnê ku herêma me, bajarê me û welatiyên me di aramî û tenahiyê de derbas bibin..
Zeriyê! Her roj ez wek her care, li hat û çûyên çardiryana di orta bajarê Qamişlo de temaşe dikim û pêre pêre di dîroka bajêr a kevin û nû de diponijim.. û gelek caran bi tirs li rojên ayinde mêze dikim.. Ev tirs dihêle ku ez hezar rûpêlên spî ji bo te û bajarê xwe Qamişlo dagirim û his û hestê xwe bo we bînim ziman..
Zeriyê! Min tev sikak û kolanên Qamişlo pîvane..! Kevirek di wan de nîna ku min nas nake..! Di ger û geşta xwe de ez pêrgî gelek dêm hatime.. Lê dêmekî tenê ji wan dêman ez nehjandime, wek ku dêmê te ez hejandime.. Awirên çavên te ez dîl û hêsîr kirime..
Tu zanî niha min çi divê? Min divê ku ez sênc bim ji gulistana te re, şax bin ji gulên te re, wênekêş bin ji wêneyê te re..
Zeriyê! Ez ê bo te gelek tiştan binivîsînim; ew tiştên ku hêj nehatine nivîsandin.. Ez ê gelek çîrokan bo te bibêjim da ku penaberiya te sivik bibe..
Qey qedera min e ku ez di vî temenî de karibim van gotinên evîndariyê bo te û bajarê xwe Qamişlo bibêjim, bibilînim û bidar vekim..
Zeriyê! Dema te berê xwe da oxirê û pişta xwe da felekê, pêre pêre Qamişlo tevî mezinbûna xwe, li ber çavê min biçûçik bû, wek yekî ku tiştekî xwe winda kiribe û lê bigere, ez li te digeriyam.. û wiha gelek caran min ji xwe dipirsî; ev çi dînbûn di hinavê min de ditewire..?! Dawî min ji kaxetê pêve nedît ku ez sebra xwe pê bînim û heyecana di dil û hinavê xwe de li dor te û bajarê xwe Qamişlo sivik bikim..
Zeriyê! Careke din hilma bayê xerbî bi ser min de hat!
 
Konê Reş, Qamişlo, 04/03/2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…