Zimanê Kovara HAWARê Zimanê Axaftina Xelkên Amûdê bû

Konê Reş
 
  Di destpêka çerxê bîstan de, bajarê Amûdê
tekane bajar bû di Beriya Mêrdînê û Cizîrê de. Ne Qamişlo hebû, ne Hesekê, ne
Dêrikê, ne Tirbespiyê û ne Derbasiyê hebûn, bi tenê bajarê Amûdê bû. Nisêbîn jî
wek gundekî bû. Amûd bajarekî xurû kurdî bû, di bin hêza Seîd Axa serokê eşîra
Deqoriyan de bû. Bajarê Amûdê wek dergehekî bû derbasbûna çiyayiyan re ber bi
beriyê ve.
 Her ku bûyerek nexweş, fermanek, serhildanek bi serê xelkên çiyayî ve dihat (Anku kurdên bakur), û rêk li wan teng dibû, berê xwe didan başûr, li bajarê Amûdê disekinîn û jê li gundên Beriya Mêrdînê belav dibûn, hin ji wan jî têre derbasî Beyrût û Mûsilê dibûn. Anku wek rawestgehekê bû jî, ji mehcir û penaberên Kurdan re.
  Di serê şerê cenga cîhanî ya yekemîn de gelek ji Mehcirên (Penaberên) Wan, Serhed, Qers û Mûşê, ji eşîrên Hesenan û Heyderan, xwe lê Amûdê girtin û li gundên beriyê Mêrdînê belav bûn û ta roja îro lê mane. Piştî beravêtina serhildana Şêx Seîd, şoreşa Agirî û fermana Şêx, Mela, Axa, Bega û Ronakbîrên kurdan ji rex Kemalîstan ve, gelekan ji wan, xwe li Amûdê girtin û ji Amûdê li gundên beriyê û bajarokên wê belav bûn. Ew bajarokên ku wê hingê nû dihatin ava kirin wek; Qamişlokê, Derbasiyê, Dêrikê, Tirbespiyê û Hesekê.. (Ne gereke ez navê wan Şêx, Axa û Ronakbîran bêjim).
  Ew Şêx, Axa û Ronakbîr ji herêmên têvel bûn, ji Diyarbekirê, Bişêriyê, Xerza, Bota, Rema, Darê, Torê, Omeriya û Dêrika Çiyayê Mazî bûn.. Wan penaberan şêwezarên xwe jî bi xwe re tanîn Amûdê re û şêwezarê wan têkilî yê Amûdiyan û eşîrên derdorî Amûdê dibû û dibû dewlemendbûn ji zimanê xelkên Amûdê re. Hem jî wan salan di nav gel de belav bû ku Amûdê Peytext e, anku peytexta kurda ye..
  Di encam de zimanekî Kurdistanî, ji gelek şêweyên herêmên Kurdistanê di Amûdê û gundên wê de kom dibû û xelkên wê pê diaxifin.
  Dema ku Mîr Celadet Bedirxan yê ku serwextî piraniya şêwezarên kurdî bû û bi çend zimanên biyanî baş zanîbû, kar dikir ku kovarekê bi zimanê Kurdî biweşîne, çend carekî dihat Amûdê, serwextî xelkên wê yên koktêl dibû, bi kesayetiyên wê re rûdinişt, di gotinên axaftina wan de dipojinî û jê ve xuya dibû ku Amûdê wek (Kurdistanek biçûk e, piraniya şêwezarên Kurmanciaxêfan têde kom bûye). Dawî di roja 15 gulana 1932an de kovara xwe HAWAR bi zimanê wê Kurdistana biçûk li Şamê belav kir û di rûpelê pêşî de wiha got:
(Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman şertê heyînê a pêşî ye).
 
  Mîr Celadet Bedirxan divîbû ku zimanê kovara wî Kurdistanî be, ne herêmî be, karîbû bi şêweyê Botanî kovara xwe biweşîne û jêre hêsantir bû. Lê wî bidûrdîtinî li rojên ayende mêze dikir û divîbû ku zimanekî standard ji tev Kurdan re berdest bibe û ew ziman bi yek alfabeyê be.. Ji ber vê yekê wî zimanê xelkên bajarê Amûdê bijart, pê kovara xwe weşand û bajarê Amûdê yekemîn bajarê Kurdî bû ku Hawar lê dihat firotin û belavkirin.. Ji encamên serketina Hawarê û zimanê wê, xelkên Badînan jî bi kêf pêşwaziya wê kirin, rewşenbîrên wê têde nivîsandin û pesnê wê dan, wek rehmetiyê Enwerê Mayî..
  Bela kes nebêje zimanê kovara HAWARê zimanê herêma min e. Zimanê Hawarê, zimanê bajarê Amûdê ye.. Zimanê eşîra Deqorya, Millan û Kîka ye.. Zimanê mehcirên Hesen û Heydera ye.. Zimanê Bişêriyê û Xerza ye.. Zimanê Amedê, Badîna, Torê û Bota ye.
 
Konê Reş, Qamişlo, 02/03/2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…