Newroz

Newroza Schleswig 21.03.2017

Yekem car e li evî bajarî “Newroz” bi fermî li (Kreis Schleswig-Flensburg) ya bajarê Schleswig bi xwe çêdibe.
Û di Rojname û Malperên Schleswig-Flensburg de nûçeya ko Kurdan Newroza xwe li (Kreis)ê pîroz kirin û spasiya Birêveberiya karûbarên Penaberan (Ausländerbehöder)kirin, belav kirine. Ahenga Newrozê bi rêveberiya mamoste Amed û Şîlan Doskî û bi xebata wan hate amadekirin.
Komek muzîkê bi rêveberiya mamoste Ciwan Îsa (Amîrê Buzuq) û Tola (Org) û bi beşdarbûna çend hunermendên ciwan (Jîn, Zana, Memo û Hîn)..

Frau Willig Dastana Newrozê bi kurtî bi dengê xwe yê rewan got.

Landrat Dr. Wolfgang Buschmann gotinek da û tê de spasiya Penaberan kir.

Wênekêş û Vîdyo birêz Sulêman Kenho.

Aheng bi beşdarbûna gelek Kurd û Elmanên Bajarê Schleswig lidar ket, pêşkêşvanê Ahengê ciwanê Kurd Çira Doskî bû..

Endamên Kreis ya Schleswig-Flensburg  ji hêla Kurdan ve hatin xelatkirin û çi kesê/a ko hatibû Ahengê jî gulek spî diyarî wî kirin.

Em Kurdê li herêma Schleswig-Flensburg spasiya dewleta Elmanya û Kreis ya Schleswig-Flensburg dikin ko wan bi xwe destûr dan me, em Newroz xwe li Hola Avahiya Kreisê vejînin.

Di vehêsanê de gelek coreyên Şêranî ko Jinên Kurd, Efxan, Faris û Ereban amade kiribûn, mêvanên Ahengê bi dilxweşî xwarin..

Her Newroz Miletê Kurd serkeftî be

https://www.youtube.com/watch?v=9qNdku4mmu8

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…