Hunermend di hembêza rêber de

Nizar Yosif
 
Herdu nemir ên
ku mirin mirandin,kesayetiyên ku jiyana asteng westandin, bi viyan ên xwe
dildarî vejandin.Ji hîmên ked û bizavên xwe yên bê hempa, di bindariya welat ê
merc dijwar de (parçebûn, hejarî, têkilhevî, veqetandin) bilindbûn bi serfirazî
ava kirin.
Hunermand ê
xwedan peyam  li pey amancan peziya ,di
hemî çaterî yê rêyan de li jiyangeha xwe digeriya ,ewî mebesta xwe dirawestgeha
şoreşê de dît.
Piştevaniya xwe dirêbertiya dîrokî re diyarkir,û tiştên xwe yên giranbuha spart wê rê, û xwe lê pestand. Ew payedar, bî diyardeyek hunerî di huner ê kurdî de,bi hemî şêweyan girêdanên xwe bi doz ê ve biwêj kirin. Nimûneyek sereke yê hunermend ê xwedan syanet,rêza xwe çand û rêz jê re hate danîn .
Di nava rivde yên pêşmergeyan de cih girt,bi saz û hestên xwe dîlanên mêrxasan gerandin.
Bi sirgun yê re di tîravê re herikî li Zagrosan qefiya,dibin siha sêwana piyar de,di hembêza rêberê xwe Barzaî yê nemir de, di hêlînên Bazan de liviya.        Di cihên germ de perên xwe gij kirin, di asmanên aza de Baskên hunerî berdan bi numa hêlmên kûr kêşandin.
Hunermend M.Şêxo, hawarî li pê Hetavê di şpand,di civatên xebat a netewî de li roniya rêber rast hat. Huner ê wî kirar û serpêhatî saz kirin,dengê xwe di gelî û hevrazan de li leşkirên kurdistanê digihandin.
Di eniyên cengê de herduwan dilêr î dan hev û didan gelê xwe yê birçiyê azadiyê. Bi niştimanperwerî bi berpirsyaî nêzîk î doza pîroz bûn.
Lewma bi pendiyar î û bi hemî şeweyên berxwedan ê yên rêveberî û hunerî li dij dakîrkir û kirarên sîstemên wan yên riswa,cefa kêşandin.Bizav ên ji bûyî mafên mirovayî û netewî zîl dan û şaxên xwe yên hunerî û rêveberî li herçar hêlan radan. 
Metirsiya canê xwe nedidan ber çavan,lê belê tirsa parastina gel û diroka miletê kevnar,warê zayîna mirovayê, cihê aferîn a Adem û Hewa dikirin. Berevaniya şûngehên wan, Şikeft û Bexçeyên jiyan bijon dikirin.      
Ev kesayetiyên bi romet, hosta yên avakirina materyalên belav û têkilhev in,bi zûtêgihiştin û têkildarî û berpirsyarî nêzîk van mercan dijwar di bûn. Ji teraya hestûyên xwe ve ew ketin bin bandora zordariyê û kirarên ne mirovayî, yên ku mêtingeran ji bû tunebûnê bi ser gelê kurd û kurdistanê de di daweşiyan.
Ji hevveqetandina vê gêreyê û mercên avakirina vê şehitandin ê, giringî bi hestên cuda û bîraweran divêt. Endezyarî û lêvegerek sereke,xwedan şêwr mehrîfet, û hunerek taybet diviya ta ku bikaribin rêbertiya xwe bi durv ên cuda bi afirînin.
Bi wan melzemeyên ji hev ketî, ji tine yê nîşanên xwe avakirin û cespandin, ew bar ên giran hilgirtin bi derfetên xwe yên kiçik qehremanî kirin dîdarin bêhempa. Heta roja me ew rêberî bi kirar tête bi karanîn, û ji sibehrojê re jî ezmonin, nifşên nuh ê jê qezenc bikin.
 09.03.17

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…