YNK, PKK û “qantona” Sulêmaniye

Hoşeng OSÊ
 
“Ji dîrokê re; Rastiya Artêşa Azad û Yekîneyên Parastina
Gel (YPG)” (3.5.2017). “Li Efrînê û Şehbayê amadekariyên mûsima çinînê tê
kirin” (4.5.2017). “Siyasetvanek Kurd: Pêwiste ku partiyên Kurdî li hember
siyasta Tirk dest bi yek kin” (4.5.2017). “Heleb; Roja Zimanê Kurdî hate
pîrozkirin” (6.5.2017). “HPC-Jin li hember êrîşên dewleta Tirk xebatên
parastinê xurt dikin” (7.5.2017). “Artêşa dagirker (Tirk) nahêle ku cotkar
berhemên xwe biçinin” (7.5.2017). “Radyoya FM ya Efrînê dîsa dest bi weşanê
kir” (8.5.2017). “Tevgera Azadiya Jinên Êzdî ên Ewropa hate damezrandin”
(8.5.2017). “Gera dîrokî li Rojavayê Kurdistanê-2” (8.5.2017).
Ev nûçe û nivîs ne di malper yan jî ajansên weke ANF yan ANHA…hwd ku girêdayî PKK – PYDê de ne hatine belav kirin, lê di malpera fermî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan de di PUK Media de hatine belav kirin. Ev nûçe û nivîs û deh qatên wan jî di vê malperê de hene, eger mirov bixwîne dê şok bibe û matmayî bimîne û ji xwe pirs bike: Gelo ev ji kengî ve ye, ewqas YNKê bi pirsa Kurd a li bakur û rojava, ji başûrê Kurdistanê  û Sulêmaniyê jî bêhtir mijûl dibe? Yawo, YNKe ya ku hema hema Sulêmaniyê ji Kurdistana Başûr qut kiriye, gelo dixwaze bi Amed û Qamişlo an jî bi Eferînê ve girê bide? Birastî, dema hevalekî min ku ew jî nivîskar e ji  Sulêymaniyê l imin geriya, ji min re got ku ev parêzgeh, bi saya serê Mela Bextiyar,  Hîro xan û serkirdeyê YNKê, êdî bûye “qantonek” ji kantonên PKKê. Min bawer ne kir. Lê dema min li malpera PUK Media nêrî, min ji xwe re got: Bi Xwedê rast e. Ev kegnî ewqas xwîna PKKê bi YNKê bûye hingiv?
Dema mirov li têkiliyên di navbera PKKê û YNKê de vegere, dê bighêje hin encamên balkêş. Di sala 1983an de PKKê xwest şer û pevçûnên di navbera PDKê û YNKê de rawestîne, lewma şandeyeke bi serokatiya Mehmed Karasungur (1947-1983) rêkir, lê berî ku Karasungur û hevalê wî Îbrahîm Bîlgîn, bighêje serkirdayetiya YNKê bibîne, li herêma Qandîlê di 2.5.1983an de hatin kuştin. Guman hene ku Nuşîrwan Mustafa fermana kuştina Mehmed Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn daye. Jixwe her kes dizane ku Mehmed Karasungur ji damezrênerên PKKê bû û endamê komîteya navendî bû û berpirsê karûbarên leşkerî ê wê çaxê yê PKKê bû.  Rojnameya fermî û navendî a PKKê “Serxwebûn” di rûpela yekem de  di hejmara 18ê hezîrana 1983an de nûçeya “şehîd”bûna Mehmed Karasungur belav kiriye û YNKê tawanbar kiriye. Di rûpela dawî ya eynî hejmarê ya “Serxwebûnê” de hevpeyvîneke li gel serokê PDKê Mesud Barzanî jî heye. Di rûpela 2an ji hijmara 19e tîrmeha 1983an de nûçeya hevdîtina di navbera serokê PKKê Abdullah Öcalan û serokê eniye ya CUD: (PDK-Î, PKÎ, PSK, PASOK) belav bûye. Li gorî nûçeyê hevdîtin di 6.7.1983an pêk hatiye. Di rûpela 10 ji eynî hejmara “Serxwebûnê” de peymana di navber PKKê û PDKê de hatiye belav kirin. Hin xalên vê peymanê, di nivîseke xwe yên “Basnews”ê de min diyar kiribûn. Mebesta min ji van agahiyan ev e ku piştî YNKê Karasungur kuşt, PKKê xwe nêzîkî PDKê kir û peyman pê re mor kir. Piştî 5 salan li ser kuştina Karasungur re derbas bûn, rojnameya “Serxwebûn” di rûpela yekemîn ji hejmara 77an,  a gulana 1988an de nûçeya mor kirina peymana di navbera PKKê û YNKê belav kiriye. Piştî mor kirina peyman û protokolê bi 4 salan di sala 1992an de û li pêşiya perlemanto ya herêma Kurdistanê, Mam Celal Talabanî, serokê YNKê axivî û bi tundî rexne li PKKê kir û ji partî û rêxistinên Kurd xwest ku di gel artêşa Tirk şerê PKKê bikin û baş tê zanîn ku di payiza 1992an de YNK û PDK di gel artêşa Tirk şer kirin. Tevlî ku endezyarê  wî şerî Mam Celal bû, lê YNKê xwe ji şer vekişand û yek alî bi PKKê re peyman mor kir û PDKê bi tenê hişt.  Di sala 1993an de û li ser daxwaza serokkomarê Tirkiyê Turgut Özal, Mam Celal bû navbeynkarê aştiyê di navbera PKKê û Enqere de. Di 26.8.1995an de, bi destek û piştgiya YNKê, PKKê êrîşî PDKê kir. Baskê leşkerî yê PKKê wê çaxê ARGK (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan) daxwiyaniyek derbarê vê êrîşê de derxist û “Serxwebûn” di rûpela 15 ji hejmara 164an Tebaxa 1995an de belav kir. PKK – ARGK di vê belavokê de êrîşa xwe li ser PDKê weke “15ê Tebaxa” duyemîn bi nav kir. Her wisa tê zanîn ku 15ê tebaxa yekemîn di 15.8.1984an de li dijî dewleta Tirk bû û weke destpêka dîroka têkoşîna çekdarî ya PKKê ye. Ango PKKê êrîşa xwe bi piştgiriya YNK li dijî PDKê weke êrîşa li dijî dewleta Tirk dibîne. Lê PKKê di wê êrîşê de têkçû. 
 -Nivîs berdewam e
—————-
jêder: heftenameya Basnews / hijmara 15-21 gulana 2017

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..