Seredana Gorekê

Vejîna Kurd
 
Axînên berbangê di nav hovîtiya lepên zivistanê de bilind dibûn,
axaftina ewr û birûskan govdeyê bêdengiyê diqelişand û di zinarên xewkirî
werdibû. Sermê xwe li newqa bajêr gerandibû û wêneyeke lal mîna goreke
wêrankirî li ser bedena kolanên vala dineqişand.  
Li ber deriyê mala Nazê şaxên dara gûzê rûyê xwe ji ber bayê bê wijdan
çep û rast didan alî. Nazê jî pişta xwe dabû danişteke textî û gêreyên hestên
xwe li zeviyê temenê xwe yê beyar diçêrandin, bangeke girînok di gewriya wê de
asê dima, bîst zivistan wê oxir kiribûn, lê ya îsal pir giran derbas dibû.
 Carina di pencereyê re li dara gûzê mêze dikir û bi ser xwe de diponijî, bi xwe re digot: Erê… erê, halê vê darê mîna halê min e, mîna dilê min sêwî ye …  mîna ramanên min tazî ye, û mîna hestên min rût e.. hawar li min hawar..
Ramanên Nazê di tarîtiya xwe de vedigevizîn heya destên sibehê li hebûna xwe digerîn û bi tiliyên tavê govdeyê zemînê dipelandin. Bayê sar mîna dizekî jîr xwe li pencereyê dida, perdeya xerbûlî ya ji rengê gewrederyayan dihejand, û rûpelên lênûsa sipî ya ku li ser masê bi xew ve çûbû diqulipandin. Ramaneke tenîgirtî di mejiyê Nazê de digerî û ew pesend dikir ku lênûska birçî carekê têr bike. Nazê dest avêt pênûsê û weha nivîsand:
(Yarê mino! Ji roja çûyîna te de çîrokên bêzariyê di guhên vî bajarî de tên xwendin û hestên min ên têrnebûyî  di heyama bîrêkirinê de tên çeliqandin. De bêje dilo! Kengî deriyên dûrbûnê wê werin kilîtkirin û toza çavlirêbûnê ji rûyê demên min dê were şuştin?! Bes e… vegere bila keskesor di demên min de reng vede û sibeh giriyê min ji bîr bikin.. Bila êvar kul û êşan daqurtînin û bi simfoniya eşqa heyv û stêrkan mest bibin.    
Hevcêwiyê canê min!
Berî heyvekê ez çûm mala te, jineke bejin zirav derî vekir, qermûçekên rûyê wê hezar û yek çîrokên xemgîniyê digotin, min zanî ew dayîka te ye, lê wê ez nasnekirim, min jê re got: Yadê! Evîn diyariyeke ku cihê loman tê de nîne, tu min nas nakî lê ez te nas dikim. Yadê ez yara kurê te me.
Rondikên germ ji çavên wê herikîn, destê min mîna kevokeke kedî xiste nav destê xwe yê rastê, û yê çepê mîna şevên zivistanê di ser porê min ê dirêj re gerand, awirên wê yên miştevîn dilê min şewitandin û hembêza wê ya germ giyanê min jenand.. Çendî bihna te ji wê dihat dilo..!
Ji wê rojê de, ez û dayîka te, li her sibehekê seredana te dikin, kêlika li ber serê te bi ramûsanan diwestînin û gurzek gul û reyhan li ser gora te datînin).
…………………………….
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...