Serxwebûna Kurdistanê

Merwan berekat
 
Wekî ku çawa ji mafê her miletekî ye
azad û xwedî dewlet be, herweha û li gor zagonên navdewletî mafekî rewa ye, ku
gelê Kurd jî xwedî dewlet û Kurdistaneke serbixwe be. Di dîroka xwe ya nûjen de
Kurdan bi dehan serhildan û şoreş ji bo azadiya gel û welatê xwe rakirin û bi
sedhezaran jî qurbanî û pakrewan dan. Lê mixabin hertim hêzên navdewletî yên ku
serpereştiya hevpeyman û lihevkirinên li herêma Rojhilata Navîn dikirin, rola
wan di perçebûna Kurdistanê û ne azadikirina gelê Kurd de hebû. Bêguman serûberê
siyasetê berjewendî ye û hîngê berjewendiyên wan dewletan dibûn sedema ku Kurd
û welatê wan weha bimîne. Lê siyaset guhrbar e û li gor berjewndiyan zû xwe
diguhêre.
Piştî şerê cîhanê yê duyem nexşeyek ji Rojhilata Navîn re hate danîn û dewletine nû hatin binavkirin, lê minxabin ne tenê Kurd ji wê nexşeyê bê par man, lêbelê welatê me Kurdistan jî li wan dewletan parve kirin. Rêjîmên wan dewletan bi hemû kanebûna xwe hewil dan ku gelê Kurd ji kok de rakin û her tiştê wan ê netewî bi wan bidin jibîrkirin. Lê pêlvedana berxwedan û şoreşên Kurdan ranewestî û her gelê Kurd li ber xwe da. Ji ber wê jî dewletên mezin ên ku siyaseta navdewletî rêve dibin, têgihîştin ku tucarî hêminî û aramî di herêma Rojhilata navîn de çênabe, ger gelê Kurd di rewşa heyî de bimîne. Ya din baş têgihîştin ku Kurd miletekî aştiyane û mirovperwer e, ji wê bêtir ew têgihîştin ku Kurd dikarin şerê terorê bikin û tucarî mejiyê wan terorê napejirîne. Ev yek ji hin sedema ku dihêle dewletên Ewropî û Emerîka bibin piştgirên serxwebûna Kurdistanê.
Vêca tiştê seyr ku mirov jê maliq dimîne, serê hin Kurdan ji serxwebûna Kurdistanê dêşe û dibêjin dewletbûna Kurdan zirar e. Hin jî dibêjin zû ye û hîn dem wê nehatiye, hin jî serûberê serxwebûna kurdistanê napejirînin…!!! Vêca em jî dipirsin: De ka bibêjin zirarên dewletbûnê çi ne? Eger Kurdistaneke serbixwe ava bibe, her tiştên Kurdan ên ku dijmin û neyaran dizîne û kirine yên xwe dê li me vegerin, emê baştir li hebûna xwe xwedî derkevin û xwe baştirîn jî biparêzin. Bêtirî cel milyon Kurd ku em li ser xaka xwe Kurdistanê dijîn û hemû warên jiyan me bûne armanca pilan, pîlan û pirojeyên neyarên me yên şofen û nijadperest. Birastî; mirov tê nagihê ku çawan di sedsalal bîst û yekê de hîn hin ji Kurdan dibêjin serxwebûna Kurdistanê zû ye. Ma gelo ta kengê emê bimînin ta ew dem were?! Dema derfet çêbibe û ji dest were berdan, hîngê poşmanî, lome û serîlêxistina dîwaran bê sûde ye.
Di dîroka Kurdan a nûjen de cara yekem e derfeteke weha zêrîn lêhatiye ku Kurd serxwebûna xwe ragihênin. Divê hemû Kurd û li seranserî cîhanê ji ev hêvî û armanca pîroz re bibin piştgir û li gora kanebûna xwe lê xwedî derkevin. Ya din bila em baş zanibin ku tucarî neyarên Kurdan, nemaze yên ku Kurdistan ji aliyê wan ve hatiye dagîrkirin ku ewê bi serxwebûna Kurdistanê razî bibin. Lê wek xuya ye ku ji aliyê hêzên cîhanî û hin dewletên herêma Rojhilata Navîn ve, biryar an razîbûn heye ku Kurdistaneke serbixwe çêbibe. Belê ji bû rapirsîn û serxwebûna Kurdistanê.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…