Çima Azadî?

Vejîna Kurd
 
Di ferhenga jiyanê
de “AZADΔ peyveke bi pirwate ye û bi jiyan, hebûn û mirovahiyê ve
girêdayî ye. Dema ku mirov li ser azadiyê diponije hest û ramanine curbecur
payebilind ligel wî peyda dibin. Ne tenê mirov li azadiyê digere, lêbelê hemû
giyanên zindî jî doza azadiyê dikin. Dema ku tilûrek di qefesê de li ber xwe
dide yan xemgîn be, ma ne ew jî dixweze ku azad bibe û baskên xwe di dawa ezmên
de azad bike û wek dixweze bifire?!
 Azadî ne tenê diruşm û daxwazeke siyasî ye weke ku pir kes wisa dinasin, lê di rastiya xwe de azadî daxwazeke xweristî û mafekî rewa ye. Jiyana bi bend û sindifkirî jiyaneke bê wate ye, dema ku mirov di gotin, kar û nihêrînên xwe de na azad be, tucarî nikare bigihîne armanc û daxwazên xwe, her weha milet û civak jî wisa ne. Ji wê bêtir; mirovê ne azad nikare xwe ji nexweşiyên xwe yên derûnî û civakî jî biparêze. Ma gelo kesê ku nikare xwe biparêze ewê çawa karibe doza pêşketin û pêşvebirina civakê bike û   xwe wek rêber bibîne?! Azadî; mejiyê mirov pêşve dibe û dihêle ku derbasî asata nayabdariyê bibe.
Li beramberî azadiyê bindestî, zordarî û destlatdarî hene û bend û keleman li pêş azadiyê çêdikin û azadîxwezan bi zîndan, lêdan û carina bi kuştinê jî seza dikin. Lê çendî zordarî û sezakirin hebin, vîna azadixwazan lawaz nabe û dest ji doza xwe bernadin û divê her kes vê rastiyê bizanibe. Ta ku azadîxwez bigihînin armanca xwe ya pîroz û li nîvê rê venekulimin, divê zanînê ji xwe re bikin rêber û nebêjin ku tenê hêz dikare azadiyê peyda dike.  Bêguman azadî; mîna xweristî û parastina mayînê tê naskirin, ew  dihêle ku mirov bi hemû hêz û vîna xwe li hember pirsgirêk û bendên çêkirî raweste û hertim li azadiya xwe bigere. Lê hin mercên wê hene û zor pêwîst e ku mirov hajî wan mercan hebe. Kesên ku azadî nasnekirine, ma gelo ew dikarin wê bikar bînin û nebe tevlehevî?! Azadiya ku rêzgirtina yasaya mirovahiyê negre ew ne azadî ye. Ji hêleke din ve, divê mirov li benda mercên azadiyê nemîne, ya rast ew e, ku mirov mercên azadiyê peyda bike.
* rojanama REWŞEN hejmar 25
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…