Û dibe ku ji reweşta netewên desthilatdar ve be ewên xwe bi demborîneke xwînî ve biçek dikin ku pêşde biçin ji bo bindestkirina gelên yên ku ji serweriya wan re xwe ditewînin, ev yeka di hişmendiya sîstema Tirkî de û çanda wê ya rabûyî li ser nefret û hilkişandina gelên ne Tirk diyar dibe û pişaftina wan di pergalê xwe de,ev hizr dimîne kelemeke mezin li pêş guhertina demukratîk û çûna li pêş bi gavên pêşdemayî ve.
Pir axaftin li ser hevgariya civakê bin siha desthilata faşî ew tiştê ku romana rastîn baş dikare li ser raweste û dikare bûyerê bike belgenameyeke wijdanî dikare bandoreke baş li ser çêja wergirtî bike, taku tehliya jiyanê pesindan bike bin siha zor û gendeliyê yên ketibûn e movikên jiyana civakî û siyasî li Kurdistanê bi giştî ve û li bakûr yê bi Tirkiyê ve girêdayî bi taybet ve.
Kêliya hêrsa cemawerî zêde dibe bi zêdebûna hestê xwe bi zora sitemkarî û zorkariyê ve yê ku di dermafê wê de bi demê re tê duristkirin, ji ber ku hilkişandin û pişaftina berdewam hîşt ku tirs bibe nanê dewleta Tirk yê ku dide civakên ne tirk bi navê ku ew civak divê bawer bibe ku ew Tirk e, ji bilî vê rêyê mafê wê nîne ku li vê cîgehê bijî, ev sitemkariya bi bîrdoziya nefret û bîzandina nijadperestî ve dorpêçkirî ye, di hizrên nifşan de tê çandin, û dihêle ku bermaya zorkariyê ji serdemek ta serdemekî ve bête veguhêztin, ev hişmendiya eger newe guhertin wê gelekan dehf bide ji bo bibin êzing ji vê cenga bîrdozî re a ku aramanca wê setimandina nîşanên hevjiyaneke hevbeş , berhinde çêdibe kirîna cemaweran bi rêya peran û dehfandina wan ta bibin kirêgirtî hevdû bikujin, û yên naxwazin vê yekê pêkbînin wê di zîndanan de bêne çekirin, pere tê wateyê pişaftin e di nav tirkan de,û tirs ango mirin an berçavkirin e, ji ber vê van milhuriyan gelan hîştibûn di rêyeke tarî de biçin, li gel wê me êdî naskir hovîtiya van sîstemên totelîter yên hêza wana cemawerên paşdeçûyî derbas kir, ji ber vê yekê gel tenê nikare van ricîman hilweşîne.
Tenê bi rêya destwerdana derveyî û sûdwergirtina ji nakokiyên dewletên mezin ricîma milhûr li rojhilata navîn tê roxandin( Îraq- Lîbiya) jibilî wê zorkarî naye dehfandin û herwiha jî guhertin naye pêkanîn.
Û di vê derbarê de ez dikarim bibêjim ku ti gerentî nîne ku duristbûna destwerdana derveyî û hingemeya cemawerî wê karibe van sîsteman ji naverokê wan ve biguhêrîne, pêdiviya vê yekê bi gelek şoreşên dijwar hene ta çaxê em bikaribin li ser raperîneke hişmendî ji bo hişmendiyê biguherîne biaxivin, ev yeka jî zor e.
Dijminatiya gelan wêrankirina wê bi demê re zêde dike, ji ber ku ricîmên navendî bernakevin ku qet û qut cemawer bi alavên kevinşopî ve nayên tewandin, herwekî nezanîkirina milletan û hişbirkirina wan bi rêya ol wê zêde bibe alîkar ta bibin alavên pêkanîna pîlanên dewletê li derveyî sînoran, derxistina aloziyên herêmî ew ji berhema babidestî û bêzariya van dewletan e ji bo ku aloziyên xwe hembêz bikin, û mayîna Kurdistanê mîna mêtingehekê di navbera van dewletan de wateya wê guhertina naveroka wana ta demeke ne berçav, ji ber ku gellek heye naye pişaftin û bi hemî awayan tekoşînê dike û zor û sitemkariyê dikşîne û radest nabe, ew hertimî pêşve diçe wekî gelên cîhana azad , û tiştê ku ragihandina milhur pala xwe didêkî ew kirina jinê mîna destikêkê ji têkiliya zayendî ve û kelupelkirina wê bi awayekê ku bihêle gilêza dilbijînkeran bête xwarê,ango bibe bi pileya lawir, li rex vê yekê dîtina olî a siyasî ji jinê re li gor dûrbîna dewleta netewislamî ku ew destikeke ji nermkêşkirina zayendî ye û zaroanîna berdewam.
Ev hîşt çav bi dû aliyê suriştî ve biçin, ji ber ku bandorek xwe heye li ser guhertina takekesan ve berve beloqbûn û sertiyê, û ev yeka ekranên ragihandinê parastibûn ji bo mijûlkirina cemaweran û bindestkirina wan ta demeke dirêj.