Ji çîrokên vê berhema min a çapkirî

Bi weşandina van kurte çîrokan, wê çîrok nivîsek bi nav bibe, ew e: Lewend Dalînî (Sêf Dawid)! Ev ne propagend ye, an jî rêklame ke, na! ew rastiyeke, dema ku xwendevan sêzdeh, çîrokên vê pirtûkê bixwîne. Ev bi xwe ne merceke, lê belê daxuyaniyek wêjeyî ye.
Brahîm Mehmûd

Çîrok 1.
HÊVÎYÊN QURMIÇÎ

Lewend Dalînî

Diya Bêkes dixuyê ku qedandin li vî bajarî nemaye bavo, ma çi qewimîye!?Ka fincanek qehwe vê sibehê bide min û peyre ezê bi rexê sinceqê ve dagerim! ji dostekî, ji hevalekî yan jî mirovekî, ku bi deynê xwe çend qurûşekî bidê min, bi hêvî me ku ezê bikaribim kirya şandina van pirtûkên xwe bînim û rêkim welatê biyanî yê?
Ew camêrê Ferhad xwe daye ber belavkirin, û frotina wan li wêderê!! Tu zanî bê çiqasî ez westîyame ji belavkirina vê pirtûkê, ji alîkî ve û di dîtina karekî, ji alîyê din ve jî? bawer bike tu kes nemaye li vî bajarî ku min xeber nedanîye cem û min jêre negotiye? Û tanî îro jî; kesî negotiye were bi çerxîyekî jî kar bike!? Vaye dîsa dawîya mihê, hat û krîza kirya xanî û av û elektrîkê wê dest pê bikê.
Rengên buharê di riya di navbera wî bajarî û devera wî de, ne bi rengînî xuyanî dikir, û ramanên wî jî tevlî hevdibûn! mij û dûmanê reşa xwe li pêşeroja wî di pêça, gelo kû ne nivîskarek ba lê belê hostayê xanîyan, yan jî ên patoza ba wê jiyana wî ne tekûztir û çêtirba?
Dilê wî bi belengazî di sebeta sînga wî de lêdida, û melûlî di herdû çanvên wî, bi hesanî dihatin xwendin…. Pêlên germî û sarîyê canê wî di sipartin hev û heyecanê di kûranîya xemgînîyê de ew perçe perçe dikir! Jiyan di rûbarî herdû çavên mest û melûl bi rengekî reş û ne zelal, û nejî sazkar û bi ronahî, dihate xuyanî kirin û di vê derheqê de xameya xwe tawebar û weke polekî bê nirx didît! Û weke seqetekî ku nama xwe nikaribê
bighînê û di nîvê rê de, beravêtî bibê, qurmiçî, û nîvco bimînê? Dîsa didît?
Û ew peyva ku digot: Hêza xamê ji a çek û sîlehan bêhtire? di wê kêlîyê de ne gelekî tekûz û dirist didît!!?? (Tevlî ku di jiyana xwe a nivîsînê de û bi xama xwe û li ser rûpelan, sînor û dezgeh, tevde derbas dikirin û tu rûbarî li pêş wê nedidît).

Moralê wî di riya vegerê de ku dostekî wî ne bitenê ew qedandibû, lê belê, firavîneke xweş û bi tewaş jî dabû yê, û ew bi kêfxweşî rêwingî ber bi bajêr ve kiribû; hebekî hate guhertin û rengên wênê, pêre pêre ew jî li pêş çavên wî, dihate guhertin û nûjenkirin? Rengên reş û domanî dest bi zelalbûnê û xweşikbûnê dikirin, û Aso yê jî nûve xwe li pêş çavên wî, eşkere dikir.
Zinglê telefûnê di bêrîka wî de bi xurtî lêdida, dema bi peyatî û li bayê lezê, riya di navbera Termînala otobîsê û çarçiya bajêr de bi kinayî qut dikir……
Elo diya Bêkes çiye? Tu li kûye? Va ez gihiştime bajêr? Û berê min li cihê şandina pirtûka ye? Bi lez were mal!… yan tu bighê ser Bêkes yan na? û dest bi girî kir….
Di cihê xwe de sekinî û qederekê ma sar û bê deng!?…Destê xwe avête pakêta çixarê û ji bêrîka xwe kişand, çixarak jê anî der, pêxist, û dinav diranên xwe de cût!…Agirê wê di miza yekemîn de weke pizotekî sor bû, û nîvê wê şewitand!?.Domanê xwe hilda jor, û dû li jorê û li pey; xwe ber bi ba kir û belavkir… Aso ….ji reşî û domanî yê, vê carê, bi temamî li pêş çavên wî nema dihate xuyanî kirin, û bêhemd ber bi malê de vegerî û bezî.
Di wan çend roj û şevên ku bê rawestan, li nexweşxanê û li ber serê Bêkes qedandin, û bi zehmetî bijîşkan, ew ji mirinê vegerandin!?…Bavê Bêkes, ne tenê kirya şandina pirtûkên xwe, li ser kir, lê weke wan jî bi ser de deyn dikir!?.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...