Romanivîs Nebîl Silêman di simînar û hevdîteneke vekirî de bû mêvanê YNRGS li bajarê Essen a Elemanî

 

Bavê Zozanê

Di 9 avrêla  2023 an de, Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li sûriyê,simînerek gewr û bala lidar xist ku romanivîs û rexingirê sûrî Nebîl Silêman wek mêvan hate pêşwazkirin ku dora 2katjimêran hêja Nebîl Silêman rû bi rû liser serbora xwe di qûnaxa pêncî salî de di warê rexin û roman û nivîsandinê de bi cemawerekî balkêş û neqandî jiniviskaran,rewşenbîran, rojnamevanan re… Axivî
Simînar ji aliyê romanivîs Cemîl Ibrahîm ve hat birêvebirin ku bi kurtî jiyana nivîskar Nebîl Silêman ,berhemên wî ,serbora wî  di warê rexene û nivîsandina romanê de ji cemawer e da xuyanîkirin.

 

 piştre rê da nivîskar Brahîm Yûsif ku ew li ser aliyê Kurdî di romana Nebîl Silêman de axivî ,got :Ew (nivîskar Nebîl Silêman )ji kêmtirîn nivîskarên Ereb bû ,ku gotina kurdî derbasî naveroka nivîs û romanên xwe kiribû di wê kat û dema dijwar de ku peyva -kurd- cezayê wê girtin û zindan û pir tiştên din bûn..Ku kesayatiya şêx Xalid yan Zilfoyê Necar di çaremîna
nivîskar Nebîl Silêman de-Medarat Elşerq-de roniyê davêje ser evê kesatiya kurd ku alîkarê kesên bindest û têkçûyî bû
bergêrî û parastina wan dikir, loma bi mêranî bergêriya cotkarê ereb kir ewê ku çewalek ard dizîbû,evê hişt ku xwedanê zemînê û endamê perleman cavreşiyê bavêjiyê de û bû egerê binçavkirin a wî,wisa jî  berdana malbata wî ,û dawî jî ew radestî dewleta tirka kirin ku du sala li wir dimîne,paşî bi hêztir vedgere û dibe kelemekî mezin di nakokiyên nêvbera xwedanê qad û zemînê de.Wisa jî di romana wî de ya bi navê -Dirc elîl dirc elnihar-ku têde awa û rêurism û mîsolciya êzîdiyan berçav dike..

“ Brahîm Yûsif “ berdewam dike  ku N.Slêman di romana-Leyil elalem-deku behsa bajarê-Riqe-di bin siya Daiş ê de dike,malbata Qaro osman û lawî wî Xidir û keça wî Bêrî û zava yê wî Welat bi nav dike û hin nişteciyên sûrî wisa jî erebên bajêr bi filehên wêve wek ku hemî pêkhatiyên deverê di bin siya şoreşêde pêk tîne ,ku wek erdhejê wê bi nav dike ku  Xidir ê law di roja-îna destwerdana leşkerî- de tê kuştin ku pir xwîngerm bû ,vacî bavê xwe ji layê leşkerbûna şoreşê re .

Di  romana – cidariyat elşam-de nivîskar Nebîl Silêman serhildana 12 avdara 2004an tîne ser ziman ku ew yek ji wan romanivîsên sûrî yên herî kêm bûn tevlî nivîskarên ereb û ta  yên kurd jî ku li ser serhildanê nîvîsîbûn , wisa êş û derd û zora kurdan di romanê de ber bi çav kiribû.

Piştre çîroknivîs û noserê tinazmêz Xetîb Bedlê ser nivîskar Nebîl Silêman wek heval û mirov axivî,ew kîlîkên xweş ku bi hev re dibûrandin gotin,alîkarî û hevsoziya wî bi hevalan re,yarmetî û piştgirtiya wî ji wan re da xuyanîkirin,car carna ew wek Markîz di dît.

Rêvebirê civatê mamosta Cemîl Ibrahîm dawî rê da nivîskar Nebîl Silêman ku ew dest bi simînara xwe bikê ,ku di pêşiya axaftina xwe de spasiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li sûriyê kir ser vê derfetê ,ser vê simînarê bi hêviya xweşî û serkeftinê ji hemî kar û barê YNRKS re…

nivîskar Nebîl Silêman jînengeriya xweya pêşî li bajarê Amûdê anî ser ziman wisa jî hin bajarê cizîrê  û hinê din yên sûrî û xwendina xwe, qûnaxên wê,paşî mamostatiya wî û salên ku li bajarê Riqa yê bûrandibûn nişankir, got ku ew rawestgeha giring  bû piştî Amûdî di jiyana wîde,cihê afrandina wî ya yekem bû..

Piştre qunaxên balkêş ji serbora xwe di cîhana nivîsandinê de şirovekir ji yekem roman xwe-we yendah el tofan- ta romana -El sicin- û çaremîna wî-Medarat el şerq-û piştre-Leyil el alem-Cidariyat el şam- Nemnûme- û ta -Tehewilat el insan el zehebî-2022.

Paşî liser têkilyên xwe bi rexingeriyê re axivî,û amaje bi serbora nivîsandina xwe bi hevalê xwe re -Bû Elî Yasîn- bi firehî kir,wisa jî heskirina xwe ji geşdanê re xuyanî kir,ser ezmûn û serpîhatiyên xwe li Ewropa- Emerîka-û pir bajarên din li welatê Ereban şirovekirin.

Dawî mamosta Cemîl Ibrahîm deryê pirsa vekir bi rengekî xweş û normal pirs hatin kirin wisa jî nivîskar Nebîl Silêman
Bi firehî bersiva hemî pirsa da , ji kesên ku axaftin û gotebûj kirin: Sirac Hesen,Nadir hac Omer,Nesir Mihemed,Necah Hovik,Ehmed Ismaîl,Hekmet Hesen, Marwan Mustafa û hinî din ku pirs hemî di çarçoya serbora romanivîs de bû wek efrîner û rexneger wisa jînengerî…

Di dawiya simînarê de nivîskar Nebîl Silêman hate xelat kirin ku mamosta Cemîl Ibrahîm li ser navê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li sûriyê mertalê rêzgirtinê pêşkêşî romanûsê mihvan kir ,ewê ku bi dehan karên efrêner û çandî û rexenegerî pêşkêşî nivîsgeha sûrî kir û hîn jî xwedî roleke  giring û bandor e di qada Sûrîde.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...