Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo
Gotar di (Ronahî) de
Di xeleka yekê de, me navnîşanên gotarên cuda yên pênûsên cuda pêşkêşî xwendevanên lêkolînê kiribûn, lê emê di vê xeleka duhem de bi kurtasî li ser naverokên hin gotarên kovarê jî rawestin û baweriyên xwe di ser têdayên wan de jî bi kurtebirî bidin diyarkirin.
Sernivîserê kovarê kurtegotarek di hejmara (1) ê de li ser Êlîzabêt weşandiye ; ew di wir de bi van wateyan dinivîse: Êlîzabêt bi hevjînê xwe re li rex gelê xwe ji bo destxistina azadiya welêt û kişwera xwe radiweste,ewa bi hemû şêweyan û li her cîhekî û li her civînekê amede dibe û têkoşînê dike, ewa bi erkên xwe yên niştimanperwerî mîna her nişteciyekî radibe.
Em bawer dikin ku Mîr Celadet Bedirxan bi zanîneke bilind helwesta
Êlîzabêt û hevaltiya wê bi hevjînê xwe re dinivîse û ew bi vî şêweyî
nameke taybet ji jin û mêrên Kurdan re dişîne û waneyekê ji
civaknasiyê dide wan û nirxa jina pêşketî ji civaka Kurdî re dide nasîn .

Lê
sernivîser di hejmara sisiyan de mijarekê di bin navnîşana (şer
mêranî û camêrî ye) diweşîne ; ew di wir de dibêje:Di şer de mêranî
şertê (mercê pêşin e),belê mêranî di her tiştî de qenc e û di her
tişî de bi kêr têt.
Lê gava dijmin ji desthilatê ket û teslîm bû (xwe radest kir ) êdî li wî xistin ne mêranî ye, lê ew bêbextî ye.
Di
vir de sernivîser nerasterast bi xwendevanên kovara xwe re dibêje:Divê
miletên bê mafên netewî bindest nemînin ,di vê rewşê de berxwedan û
pêdarî bi mêranî pêwîst in.
Di hejmara çaran de,sernivîser
gotarekê bi navnîşana(Ev kî ye ?) diweşîne, ew di wir de dibêje:
Kalemêrekî (57) salî dixwîne? Lê kî ye ev kalemêra eyan ew Qeral e? Eyan
ew Impirator e,serekdewlet e, yan ew qehremanek e ?Na ! Ew ne yek ji
van hemûyan e, ew şagirtekî dibistanê ye,ew ji Londinê ye,navê wî Albêrt
Arthur Lewis e, ew dewlemend e û niha ew li zanîngehê xwendekar
e,Celadet bi Kurdan re dibêje:Ey Kurdno! Ji kalo îbretê bigrin!
Dîsan
Celadet gotarekê bi navnîşanê (Erefat) di hejmara (5) an de
dinivîse:Hesen Axa seredana min li Şamê dike û ew ji min dipirse,gelo
hejmara nû ya kovara (Hawarê) derçûye ?
Celadet ji wî dipirse,gelo kes li Cezîrê ( Hawarê) dixwîne ?
Hesen
Axa dibêje:Belê, pir kes wê dixwînin û ew gotara bi navnîşana (Erefat)
bi nav dike û dibêje:Ez pir dixwînim û ez herdem li (Hawarê) dipirsim,
gelo ewa derçûye yan na?Erefat navê kesekî cotarî ye dajo, ew di ber
cotê xwe re kovara (Hawarê) jî dixwîne,li dawiyê Celadet di gotara xwe
de bang li kesên Kurd; Axan û Began dike ku ew zimanê xwe bixwînin.
Di
hejmara (6 )an de gotarek bi navnîşana ( jin û derew) bê diyarkirina
navê nivîskar hatiye weşandin,lê li gor texmîna me, gotarnivîs dîsan
Celadet Bedirxan bi xwe ye. Gotarnivîs weha destpêkiriye:Metelokek
japanî gotiye:(Hecî zane baxive,derewan dike). Ji lewra jî divêt mêr jî
derewan bikin û ew hîn jî dinivîse:Kurmancan jî gotine:(Ji weynên jinan
çiyayê Cudî xwar bûye ).
Ew hîn dinivîse:Di wextê berê de tiştine
holê ji xwenda û zana dipirsîn,lê îro van tiştan ji artîstên sînemayê
dipirsin ji ber ku ew rind dizanin maç bikin, qey ew di her tiştî de
şehreza ne,îcar ew rabûn û ji artîsteke sînemayê Bolît Godard pirsîn:Ma
çima jin viran dikin? Artîstê gotiye: Carekê Çarlî Çeplen ev ji
artîstekî sînemayê, lê yekî nêr ji min pirsî bû,ma hûn jin çire
derewan li me dikin,hîngê min lê vegerand û got ji ber ku hûn mêr
derewan li me dikin, eger em derewan dikin, ew ne socê me ye ,mêr bi
xwe me bêgav dihêlin ku em derewan bikin .
Dîsan di vir de
gotarnivîs nimûnek berçavkirî ji xwendevanên xwe re dinivîse:( cejna
jinekê ye,mêrê wê ji wê re çentak destan aniye,lê berê li nik jinikê sê
çenteyên din mîna wê hene, mêrik ji jina xwe dipirse:Kêfa te ji vê
diyariyê re hatiye?Jinik weha dibersivîne: Min ji xweda hêvî dikir ku
çentak
welê(wisa) têkeve destên min). Gotarnivîs ji xwe û ji xwêneran
dipirse, dêmek ewa çawa rastiyê ji mêrê xwe re bêje û dilê mêrê xwe ji
xwe bihêle!!???.
Li dawiyê em dibêjin ev pirsgirêkek civak û derûnasî
ye, gengeşe li ser naveroka vê mijarê dikane di pir aliyan de bibe,
gotarnivîsê me tiliyên xwe
datîne ser diyardeyek pir hestewar û dikane bi wê hest û hişên xwendevanên xwe di warê civak û derûnasiyê de bileqîne .
Divê
em vê rastiyê jî berçav bikin ku Celadet Bedirxan di vê gotara xwe de
nêrîna xwe ya taybet li ser derewên jinan û mêran ne daye xûyakirin .
Ez
bawer dikim ku her lêkolînerek û yan her xwendevanê vê gotarê wê
dilxweş bûya, eger Mîrê me,wek rojnamevan,têkoşer û zimanzanê mezin
nêrînên xwe jî bi zelalî li ser vê pirsgirêka derûnî bida xûyakirin û
bi ya me
be, tunebûna nirîna nivîskar di vê diyardeya jorîn de lekek rojnamevanî û zanistî ye .
Herweha
jî rojnamevan Celadet Bedirxan di hejmara (7) an de gotarekê bi
navnîşana (Germanistan bi yar û neyarên xwe ) dinivîse: Ordiwên Alman
di qadên şerê Urus de nemaze di Stalîngradê de ketine delavne teng û ji
milê din jî serkarên Nazî di hundirê welêt û di pişt eniyê de bi
dijwartinene mezin pev diçin .
Herdîsan jî di vir de li ser rewşa
jiyana rojane û kêmxwarin û nanên rojane li nik Almanan hatine
xûyakirin,ji ber ku gelên derdorê nedixwastin alîkariyê bidin leşgerên
Almanan,lê şêniyên navçeyên Sovyetî digotin:Emê bi zadê xwe zarokên xwe
xwedî bikin û emê ne xelkê dijmin xwedî bikin.
Celadet dibêje:Di vê
rewşê de,rewşa Romaniya ji hemû dewletan xeraptir e û ta niha zirar û
ziyana wan ji kuştî,birîndar,windabûnê gihaye 500 000. mêr, ew hîn
dinvîse: Bi kurtasî; eger miletên Ewropî dost bin yan dijmin bin,ew
hemû ji rêberê Gêrmanistanê Hitlêr têşin û bi vî awayî armanac; ne
tenê neyarên Hitlir bû,lê belê Hitlir yar û hevalbendên xwe jî
dixeyidandin,li dawiyê:C.Bedirxan dibêje:Herçendî şer dom
dike,dêmokrasî xurt dibe).
Dîsan sernivîser gotarekê bi navnîşana
(Di gundekî Stalîngradê de) dinivîse:Şerê Stalîngradê çend rojên dom
dike, lê Rusan mêrantîyek ecêb
Şanî daye û C .Bedirxan li ser
zimanê rojnamevanekî Rus Alekî Marlov dinivîse:Em di berbangê de
gihane gundekî li derdora Stalîngradê,ew gunda vala bû,lê li ser berfê
şopine piyan xûya dikirin,lewra jî berpirsiyarekî gotibû , gelek diyar
e ku dijmin hin caran dikeve vî gundî, lewra jî; divê em li vir xwe
veşêrin û li dijmin bipên,lê leşgerên Almanî hatin û ketin vî
gundî, lê Alman di deriyên malan re ketin hundir malan, lê ew di
rodankên van malan re jî direvîn ,lê wan hemû hundirên malan lexem jî
kiribûn taku leşgerên me vegerin malên xwe û ew di hundiran de
bimirin,lê leşgerên me kanîbûn leşgerên Alman di wan hundiran de jî
bikujin . Hejmar (10).
Herdîsan Silêman Ferho gotarek dirêj di
bin navnîşana( Ji Honkong heta bi Nûyorkê ) diweşîne;ew di vir de
dibêje:Honkong li Rohilatê Çînê giravek e,ewa wargehek e Îngilîzî
ye,par Japanan Honkong vegirt û Emêrkaniyek bi navê Jan Henrîk
Marsaman hebû û ew hate girtin .
Marsaman xwe ji nav lepên Japanan
rizgar kir û ew ji Honkongê revî û di serpêhatiya xwe,di rojnameke
Êngilîzî de nivîsiye:Em hemî xistibûn xestexanekê (nexwaşxwanekêe )û di
nav me de rajêrên her dewletê hebûn,fermandariya Japanî(emir kir) yan
ferman derxist;ku herçî Talyan, Alman ,Îswîçî.portêgal û xelkên girava
Filîpînê ne serbest bihêlin.
Ew dibêje:Ez çûm cem zabitê Japanî,ewî
peya ji hev dibijartin û hin serbest dihêştin ,lê zabit gote min :Tu ji
xelkê kû derê yî ?
Min got:Ez Filîpînî me .
Zabit dîsan pirsî :Tu li kû ji diya xwe bûye ?
Min got:li Holenda.
Zabit dîsan got:Holenda şerê me dike,divê tu herî (Qeregeha hêsîran ) !
Filîpînî dîsan got:Yanê tu dixwazî min dîsan bişînî girtîgeha hêsîran ?
Lê
li dawiyê; hêsîr zabit qanî kir (bawerkirin da) ,zabit wesîqe (belge)
daye hêsîr û bi wî re got:Tuyê di nav bajêr de serbest bî,lê tu di
bin nezaretê (çavdêriyê ) de yî ,lê piştî demekê hêsîr xanîyekê ji
xwe re li nik jinekê kirê dike û di pişt re ewî hevalên xwe yên Çînî
dîtin û hevalên Çînî cilûbergên çînî jî li wî kirin û ew mîna
hemwelatiyek Çînî dihate naskirin û bi vî rengî ew gihaye roja (6)
Reşmehê cejna Çîniyan û di vê rojê de ew ji ber Japaniyan direve çiyan.
Lê
di vir de jî gotarek din bi pênûsa H.Hişyar hatiye weşandin,ew
dibêje: Divê rûpelên (Hawarê) ji xortên xwendevan re vekirî bin ta ku
ew jî di warê hişmendiyê û rewşenbîriyê de pêşkevin û ew di gotarê de
peyva Mîrê mezin bi bîrtîne û dinvîse:Mîr nivîsiye:Hawar kursiyê milet
e, herkes nikane hilkişe ser û bêje .¬
Herdîsan di vir de Dilawer
Çarpîne gotarekê bi navnîşana Stalîngrad dinivîse,ew di vir de dide
diyarkirin ku çawa Alman ji bajarên dagirkirî dîsan xwe vedikşîne ,
gotarnivîs di vir de pesnê leşgerên Sovyetistanê dide û ew dibêje: Ji
ber ku leşgerên Sovyetistanê qehreman in,leşgerên Alman bi mehan di vî
bajarî de bûn,lê leşgerên Sovyetistanê bi mêranî ew ji bajêr derxistin û
bajarê xwe ji wan rizgar kirin.
Di vê hejmarê de dîsan nivîskarê
naskirî Hesen Şiyar dinvîse û ew raste- raste bang li Kurdan û nemaze li
xortan dike û dibêje:Gelê Kurdan, divê hûn van peyvên min li her
civakê ji ap û pismamên xwe re bixwînin da ku ew ji temarê(xewa kûr )
hişyar bibin. Hej. (12).
Dîsan Şiyar Hesen gotareke din balkêş bi
navnîşana (Bangê Kurdan) diweşîne,ew di vir de dinivîse:Gelê Kurdan
,nemaze xortên xwendevan, ez ji we hêvî dikim,hûn vê nivîsa min li her
derê û li her civatê ji ap û pismamên xwe re bixwînin da ku ew ji xewa
temar hişyar bibin û ew hîn dibêje:Xweda ji tevaya însên re mêjî dane,
serî ji bo heş e, çav ji bo dîtinê ye, guh ji bo bihîstinê ye, dev ji bo
bersivê ye, dest ji bo xebat,şer û parastina giyanê xwe û nijad e
…….)Ew hîn berdewam dike û gotinên xwe arastî miletê xwe dike û
dibêje:Em ne kêmî tukesî ne,lê çima em bindest in, jar û paşdamayênê
her nijadê ne,em bindestiya hev qebûl nakin ,xebat û havilên hev
napesinin,arîkariya hav nakin .
Kekino,birano, apino!Çavên xwe vekin û
li dinyayê binêrin di riya welat û nijad de,li nik xelkê mirin çawan
erzan e…, û ew dîsan bi vê wateyê dibêje: Eger em hînî tîp û xwendina
zimanê xwe nebin, ma ev ne şerm e ! Herweha jî nivîskar di vir de
gilûgazinên xwe ji gelê Kurd dike û dinivîse:Hûn rojnamên biyaniyan bi
buhatirîn nirx dikirin, lê hûn rojname û kovarên me bi nirxên erzan
nakirin !!! Hej.(13).
Herdîsan hin gotarên curbicur û bi hin
pênûsên nasdar,1- Boketî heqê min e.2- Madanê ko ji ava behrê derket
(Smaîlê Serhedê), 3-Alman di çi halî de ne (Xelîlê Genco).4 Sehên
zozanan (Qedrî Can) . 5-Di nav mirovên însanxwar de (Hesenê Mistê).6
Civata bêdeng (Hesen Hişyar ), û hin din.
Xelîlê Genco di vê hejmarê
de gotarekê bi navnîşana ( Aleman di çi halî de ne? ) wek halê di
sala 1918 an de ye) diweşîne,ew di vir de bi kurtî wisa dibêje:Vê paşiyê
yekî biyanî ji ber lepên Alemanan xwe xelas kiriye
(rizgarkirîye)
û ew hatiye Londinê,ewî çi tiştên ku li Berlînê û li bajarên din li
Almaniya dîtine ji rojnamevanên Londinê re qise dike û li gor ew
dibêje: Piraniya Almanan ji zefereke tekuz û qehar re nema bawer dikin,
lê
ew hîn diêjin ku Hitlir wê bikare Almaniya bighîne silheke maqûl,
yanê Hitlêr wê bikane Almaniya ji talûka Belşevîkan û ji hin din xelas
bike, lewra menewiyata Almanan hetanî îro jî qenc dikare bête hesêb .
Ew
zilama hîn dibêje:Alman dibêjin:Hemî qewetên Almaniya di keleha
Ewropayê de bêne hesbandin, ew keleha nayê zeptkirin …..,Ûrus wê
bizanin ku di xizmeta Anglosaksonan de bi tenê ew in ku şer
dikin û xwîna xwe ji bona wan dirêjînin,lewra jî ewê xwîna xwe ji bona
wan dirêjînin, lewra jî ewê êrişa xwe bisekînin û nema qesta Rojavayê
dikin, Anglosaksonan naxwazin Rusiyeke muzefer bibînin ji ber ku ew jî
bi taluka sor hesiyane û ji van gotinan dixuye ku Alman hîn umîda
zeferê wind nekirine,ew bawer dikin ku bi lihevhatinekê bi Ûrus yan bi
Anglosaksonan re,ewê bikanibin xwe ji perîşaniyê xelas bikin,rewşa
Almanan mîna sala 1918 an xerap bû, lê li dawiyê gotarê nivîskar
dibêje:Hitler nema kane vî şerî bibe serî .
Dûmahîk heye
Efrîn. 2023