Konê Reş
Berî çend salan mamoste Kovan Xankî ji zankoya Duhokê çend pirs li dor helbestvaniya Apo Osman Sebrî ji min re şandin; helbestvaniya wî, kesayetiya wî û qehremaniya wî.. Min jî, ev bersiv lê vegerandin. Fermo xwendevanên ziman û toreya Kurdî pirsên wî û bersivên min bixwînin.
1 – weke diyar ku Osman Sebrî berhemên kilasîk û nûjen jî hene; tu bi çi nerînê re ye, helbestvanek kilasîk e, yan nûjen e? Yan jî weke Cegerxwîn em bikin pir di navbera herdukan de?
Belê, wek ku ez û te serwextin, di jiyana Osman Sebrî de, bi tenê çend berhemên wî yên wêjeyî hatibûn çap kirin: Bahoz û Derdên Me/ 1956, vê paşiyê jî Bersiva Hoşeng/ 1977. Di sala 1981`ê de jî, rehmetî Hemreş Reşo, helbestên wî di dîwanekê de li Almaniya dane çap kirin.. Li gor xwendina min ji helbest û gotarên wî re û li gor ku helbesta kurdî a nûjen bi weşana kovara Hawarê û helbestên mîr Celadet, Dr. Kamiran Bedirxan û Qedrî Can destpêkiriye, ez Osman Sebrî di pey Qedrî Can re dibînim, ango berî Cegerxwîn. Ji ber ku Bahoza Osman Sebrî berî Kîme Ez! a Cegerxwîn çap û belav bûye.
Eger Cegerxwîn bi dîwana xwe Kîme Ez/ 1973, wek helbestvanekî nûjen hatibe nas kirin, Osman Sebrî berî wî bi gelekî, ji heyamê Hawarê ve wek helbestvanekî ku li ser şopa Qedrî Can dikulkulî, hatiye naskirin. Lê di baweriya min de herdu jî (Cegerxwîn û Osman Sebrî) ji kilasîkan e û pirek qewînin di navbera kevin û nû de. Ji ber ku pirraniya helbestên wan kilasîkî ne, bi tenê hin caran nûjen hunandine..
Eger Osman Sebrî di hunandina helbesta nûjen de berdewam kiriba, bêguman wê, ew mîrê helbesta kurdî a nûjen ba berî Qedrî Can.. Lê mixabin siyasetê ew di nav pêlên xwe de revand û wiha dûrî wêje û toreyê ket.. Dawî ez dikarim bibêjm ku hersê jî (Qedrî Can, Osman Sebrî û Cegerxwîn), di warê helbesta nûjen de şagirtên mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan in, ewên ku serwextî nûjeniya toreya Europî bûn û wan şagirtên xwe bi wê nûjeniyê fêr kirin…
2 – Cudahiya (ferqa) apo Osman Sebrî bi helbestvanên din re diçi deye?
Di baweriya min de, cudahiya Osman Sebrî wek helbestvan ji helbestvanên din, di berdewamiya hunandina helbestê de ye. Osman Sebrî wek Cegerxwîn bi berdewamî ne nivîsand, siyasetê agir bi semyanê wî yê wêjeyî xist…!
Belê Cegerxwîn jî siyasî bû û her wiha Qedrî Can jî û mamosteyên wan yên bingehîn mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan jî siyasî bûn, lê siyaseta ku Apo Osman dimeşand, ji ya gişan aktivtir bû û vê yekê ew di warê wêjeyî de lipaş hişt û her wiha ev yek cudahiyek Apo ye ji helbestvanên din.. Cudahiya din; mêraniya Osman Sebrî ye. Wê mêraniyê ew di Felestîn, Urdun û Madegeşkar re derxist.. Hevalên wî yên din man li Şamê û Cizîrê.. Cudahiyek din; Osman Sebrî divîbû berî helbestê xwe bigihîne welat (Kurdistanê)! Ango welat ji Apo re her tişt bû.. Ta ku wî navê Welat, li kurê xwe yê pêşîn kir û bang dikirê: Welato..
3 – Çima helbesta evîndarî (hezkirinê) li cem apo Osman pir kêm e?
Osman Sebrî mirovekî ciddî bû. Ew di xortaniya xwe de pêrgî gelek bobelatên seyir û bi xwîn hatibû; şoreşa şêx Seid û bidarvekirina mirovan li Amedê, şoreşa Agirî, kuştin, sirgûnî û talaniya şerqê ew his û hestê evîndariyê li nik wî qels û lawaz kiribû.. Mirov dikare bibêje ku kuştibû.. Vêca bi tenê welat ma bû evîna wî û wî welat di ser her tiştî re digirt.. Di baweriya min de ji ber vê yekê evîndarî li cem kêm bibû.. Welat tev evîndariya wî jê dizî bû.. Tevî vê yekê jî helbestên evîndariyê hunandine, lê pirr kêmin.
4 – Eger apo ne di sêgoşeya (îraq, sûriya û turkiye) de ba, wê kasayetiya wî û helbestvaniya wî çawe ba?
Di baweriya min de wê kesayetiya wî a Axakî Kurdan ba, wê wek axakî kurdan li xwe meze kirba, bi tev irf û adetên axatiyê ve.. Wê axakî berberçîba.. Lê helbestvaniya wî, li gor cudahiyên ku di keseyetiya wî de hene, wê piraniya helbestên wî evîndarî bana û hozpesinandinî bana.. Li gor ez serwextî jiyana wî me.. Apo Osman, li Şamê di nav endamên komela Xoybûnê de wek axayê eşîra Mirdêsan li xwe meze dikir û xwe kêmî kesî nedidît..
5 – Helbestên Apo Osman Sebri pir pir bi zimanek sadene (raste û rastin), bi nerrîna te eve ji nirxê helbestvaniya wî kêm nake? Û bi taybet ji aliyê rewanbêjiyê (Rehwaniyê) ve?
Qet na. Ji ber ku di wî heyamî de wiha dihat xwestin.. Ew heyamê ku nezanî û cehaletê konê xwe bi firehî di ser Kurdistanê re vegirtibû, ji deh gundan yekî xwenda peyda nedibû, ewên ku hebûn jî, mela û feqa bûn. Jixwe kurdewariyê bi wan destpêkiriye, ango dibistana Hawarê, ku em bavê netewa kurdî şêx Ehmedê Xanî bidin alîkî… Hem jî bi saya wan zimanê me hat parestin.. Careke din dibêjim na, li gor wî heyamî qet nirxê helbestê li cem Apo kêm nake..
6 – Weke diyar ku helbestvaniya Apo hinekî kilasîke, gelo ew û erûza erebî (عروض العربي) di çawe bûne? Peyrewa wê kiriye?
Apo Osman di medreseya Rişdiyê de ta pileya pêncan bi zimanê tirkî xwendiye û di pey re serê wî ketiye şek û pekên kurdewariyê de û ji bo vê yekê binxetî Sûriyê bûye. Ango wî bi zimanê erebî hiç nizanî bû. Li Şamê, bi saya mîr Celadet Bedirxan û kovara wî Hawarê dest bi nivîsîna kurdî kiriye.. Di ber re jî fêrî erebî û xwendina zimanê erebî bûye, lê fêrî erûzên erebî ne bûye, li ber destê meleyan nexwendiye ta fêr bibe.. Belê her ew di ziman û folklorê kurdî de şareze û milevan bû. Nivîsandinên wî yên pexşaneyî ji yên tev nivîskarên Hawarê rastir, tekûztir û bedewtir bûn û wiha jî di helbestên xwe de bi serketî bû. Di baweriya min de wî erûzên helbestên xwe ji stranên kurdî yên folklorî girtiye.. Ev yek jî, ji zîrekiya Osman Sebrî bû.
7 – Pîreka Apo karî çend piştevaniya wî bike, di tev aliyên jiyanê de û bi taybet jî dema di zindanê (hebsê) de bû? Pir peyiv di navbera wan de hebûn ku pîreka wî alîkariya wî weke zilaman dikir, tu hineka dizanî?
Bêguman rola pîreka wî hebû, lê ne ew rola ku tu dibêjî.. Diya Hoşeng jina Apo Osman a dudwan bû. Apo di jiyana xwe de du jin anîne, diya Welato û diya Hoşeng. Diya Hoşeng Çerkezî bû, navê wê Şadya Receb Doxoz bû. Jinek bê deng, bêhin fireh, ser nerim û bê gazin û lome bû. Kar û barê zarokan, malê û mêvanan hildigirt.. Lê Osman Sebrî ji koka xwe ve fêrî têkoşînê bibû, jina wî jî qîma xwe bi têkoşîna wî anîbû, qîma xwe bi feqîrtiya wî anîbû, ev yekane xweş piştgirtin bûn ji Osman Sebrî re û xweş navtêdan bûn ji berxwedan û têkoşîna wî re..
Di baweriya min de ku kî jina Osman Sebrî ba, her wê Osman Sebrî ew Osman Sebrî ma ba, nedihat guhertin.. Belê rola diya Hoşeng gelekî mezin bû, spas jêre..
8 – Weke em dizanin te gelek caran ew dîtiye û pêre rûniştiye, gelo kesatiyeke çawe bû? Tu dikarî çawe pesnê wî bidî?
Osman Sebrî mirovekê xwedî gotin bû, ji gotina xwe danediket, gotina wî jî cihê xwe digirt.. Evîndarê ziman û Kurdistanê bû… Di sincê xwe de mirovekî bêhin teng û zirz bû, zû bêhna wî teng dibû, her divîbû gotin a wî be û ew gotin cihê xwe bigire… Ku bi dest wî keta, wê dîktatorekî kurd ba, wek ku hevalên wî, yên ku ji destpêkê, pêre di tevgerê de bûn dibêjin..
Gelekî hez lehengên dîrokî wek Napalyon, Selaheddînê Eyûbî dikir.. Di sala 1977`an de ez çûm bal Cegerxwîn, min pirsa Apo Osman Sebrî jê kir, li min vegerand û got: Ka Osmanê berê..! Min bihîstiye diçe mizgeftê û nimêj dike..!
Mixabin ku di dawiya temenê xwe de, êdî nema huşê wî wek berê dikişand û hin caran êrîşî heval û hogirên xwe dikir.. Belê her ez wî, wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim, wek torevanekî, siyasetvanekî û têkoşerekî kurd yên pêşeng dinasim. Dawî dibêjim ku Apo kurdekî orjînal bû.