Di hejmara (23) an de em dikanin van gotarên jêrîn bi nav bikin:1-(jin di eskeriyê de),sernivîser.2-(dîroka jîna Selahedîn)xelek:1-Osman Sebrî.2-(bo agahî ),nivîsevan Ronahî.3-(Kurdistan,exbar elherb,Kanûna paşîn, 1944,hejmar(53)nivîsevan ne diyar e.4-(lehîstika Şetrencê),Cemîlê Tacdu.5-(dîroka jîna Napolyon 7 ),Osman Sebrî.6-(cêwikên siyamî ên bi hev ve.)Sma-îlê Serhedî .8-(Merîşal Lûksenburg)nivîskar ne diyar e.
Sernivîser di gotara (jin di eskeriyê de ) wêneyeke balefirê diweşîne û li derdora wê balefirê jin bi cilên fermî hene,gotarnivîs di vir de dinivîse: Piştî ku balefir vedigere benderê,jin wê teslîm dibin,wê paqij dikin,depoyên wê ji benzînê dadigrin û li hertiştê wê miqate dibin û di balefirê de texlît sîwar hene; yên şervanî û yên ne şervanî hene, sîwarên wê yên ne şervanî jin in.
Kurd neTurk û ne jî Ereb in,ew qewmekî(netewekî) Arî ne,Kurd di zemanên berê da li ser çiyan dijyan û di navbera welatên Faris û Asiya biçûk da rûdinîştin,jinên wan ji mêrên wan ne bi şûnda bûn,pir jin di nav Kurdan de bi gerandina şeran de bi navûdeng bûne,lê Kurd tu caran bindestiya biyaniyan ne dikirin,çiqas qebîleyên Kurd hebûn,lê zimanê wan yek bû.
Osman Sebrî xwe hildipesêre ser cihderek dîrokî naskirî ( da-îret me-arif el bistanî )û hin agahiyan li ser Selah –dîn Eyobî dide xwendevanên gotara xwe û ew hîn dinivîse:Eyobî malbetek e Kurd e ko Misir û Şam vekiriye û bi navê dewleta Eyobî hatiye nasîn,ev malbata ji malmezinên Kurdan e û ji qebîleya Rewadî ye.
Dîsan sernivîserê kovarê di bin navnîşana(bo agahdarî)bi vê wateyê dibêje:Em desteya kovara(Gelawêjê)spas dikin ku ewa kovar û rojnameyên me di nav Kurdên Îraqê de propegende kirine û ewê bi vî awayî hevdûgirtineke nijadîn şanî me daye,lê desteya sernivîserê kovarê (Gelawêjê) weha jî nivîsiye:Ev herdu weşan bi zimanê Kurdî Botanî hatiye nivisîn.Lê em ji bersiva Celadet Bedirxan di vê gotarê de têdighênin,ewî ne dixwast ku desteya kovara Gelewêjê bigota:Kovara(Ronahî) bi zaravê Botanî hatiye weşandin,ew hîn ji kovara(Gelawêjê) re dibêje:Zimanê Kurdî sê zaravên bingehîn in:1-Zarê Bakur.2-Zarê Nîvro.3-Zarê Dumilî û em ji zarê Bakur re dibêjin:Zarê Kurmancî û zimanê xelkê Botan Kurdî ye û zarê wan Kurmancî ye,yanê di vir de Celadet wek têbîniyekê arastî desteya kovara (Gelawêj) dike.
Di kovara (Exbar-El-Heleb) de ya ko Îngilîzan bi zimanê Erebî li Misirê derdixist;hin agahî li ser Kurdistanê ji aliyê desteya rojnamê de hatine weşandin;ewa di vir de dinivîse:Kurd di navbera heyşt û neh milyonan de ne,welatê wan di navbera Turkiyê,Îranê û Îraqê de hatiye lêk vekirin (parvekirin),birekî Kurdan di Sûriyê de û êline biçûk di deverine din de dijîn û Kurd ji nijadê Arî ne,rûyê erdê Kurdistana Îraqê bi qaserî Skoçlandê ye, li wir çiyane rût hene ko bilindiya wan digehe heta (12000) peyî û hwd, lê bi gîştî kovar pir bi kurtî gelê Kurd û Kurdistanê bi xwendevanên xwe dide nasîn. Lê em di kovarê de jî kêmasiyeke mezin jî dibînin,em nizanin ko Celadet Bedirxan yan desteya kovarê xwe di ser vê rastiya dîrokî re avêtîye; ji ber ku di gotara kovarê de beşê Rojavayê Kurdistanê ne hatiye binavkirin,ango li nik desteya kovara (Exbar –El-Heleb) ya ku li jor bi navkirî;Kurdistan tenê sê beş in û Kurdên Sûriyê penaber in,lê bi texmîna me sernivîserê (Ronahî) ji ber sedemên siyasî,nêrîna xwe ya rast di vir de ne deye û şaşiya kovara (Exbar –El-Heleb) di gotara xwe de bi mebest û tektîk seraast ne kiriye.
Lê li aliyekî din; desteya vê kovara Erebî pesna ciwaniya Kurdistanê dide û dibêje:Ayenda Kurdistanê xûya dike,Kurdistan di welatên (Rohelata Nêzîng) de wê bibe îswîça (Swêsra) Şerqê.
Herweha jî Osman Sebrî di vir de hîn li ser jîna Napliyon û şoreşa Firansî berdewam dike û pir hûrgilîyên pêvajoka şoreşa Firansî bi xwendevanên
kovarê dide nasîn û bi rastî mijara Osman Sebrî li ser Naplioyn Ponapert bi nirîna me kane ji dîrokzanan re jî bibe lêvegerek zanistî û pêbawerkirî.
Lê di hejmara(24 ) ê de ev mijarên jêrîn hene :1-(jin û mêr)Emoyê Cilînî,2- (jîna Napliyon Ponapert),Osman Sebrî.3-(gula Kirasdirhayî)M.Xidir Mizûrî.4-(dîroka jîna Selaheldîn -2-).Osman Sebrî .5-(Gênêralê Emêrîkanî an çawişê Talyanî)Hesenê Mistê.6-(hindik rindik ),sernivîser.7-(ziman û nivîsandina wî)Osman Sebrî.
Li ser dîroka jîna Selahedîn de;Osman Sebrî dinivîse:Sultan Selahedîn ji hemî padîşahên Îslaman jêhatîtir û bi navûdengtir bû,Selahdîn kurê Eyob Necmedîn di sala (1137) Z.de li keleha Tikrîtê hatiye dinê,bûyina Selahdîn rastî roja barkirina malbetê ji keleha Tikrîtê hatiye û herweha Osman Sebrî pir bi dirêjahî li ser jîna qehreman Selaheldîn Eyobî radiweste ko ewî çawa Şam jî ji bin nîrê Xaçepersetan rizgar kiriye,herweha jî Osman Sebrî di vir de bi ferehî li ser hemû têkoşînên wî di bin ala îslamperestiyê de bi xwendevanên kovarê dide naskirin .
Lê dîsan Osman Sebrî di gotareke din û di vê hejmarê de li ser giringiya nivîsandina zimanê Kurdî radiweste û ew dibêje:Eger ziman kete warê nivîsandinê,ew hêdî ,hêdî mîna darê pel digre û ew paşê bi ber dibe û dema em zimanê xwe bi zimanên ko ketine warê nivîsandinê,wan bidin berhev,divê em sed salî pir ne bînin ji ber ko ziman ji bo miletan her tişt e, berî ko ziman têkevin warê nivîsandinê,ew sê koçan (merheleyan) derbas dikin,gava ziman nûh bûye wesîleya fehmkirinê û hevok jî çêbûne,di koça pêşîn de çîrok pê hatine gotin û piştî vê,dema ku bêje pir bûne û ziman pêşda çûye,ew gihaye koça dudiyan û meslok jê çêbûne,ji ber ku pirên meselokan bi qafiye dibin û hewceyî gelek bêjeyên yekdeng û yekbêjin, lê bê wezin û bê qafiye ye,paşê çaxa koka zimên gihaye Kuraniyê,wan
helbest gotine û ji van gotinên me tête zanîn ko di pêşiya zimên de,berê çîrok hatine gotin û di pişt re metelok hatine gotin û li dawiyê Osman Sebrî şîretê dide kesên ko zimanê biyanî zanin,ko ew pir tiştan ji wan zimanan wergerînin zimanê Kurdî;ji ber ku bi vî rengî jî zimanê Kurdî kane pêşda here,yanê bi gîştî Osman Sebrî di vê gotarê de nirîn û agahiyên pir zanistî di warê zimanzaniyê de jî dide xwendevanên kovara Ronahiyê.
Sernivîser di bin navnîşana (hindik û rindik) vê agahiya jêrîn dide xwendevanên xwe,ew dibêje:Mirovê dinyayê yê herî dirêjtir li girava
Eyslandê de ye;navê wî Con Pêtêrson e û bejna wî (2 )Mitir û (52) S.M. in û ew bi (160) kîloiyan giran e,heyşt birayên wî hene,lê ew hemî di bejnên normal de ne,lê gava ew diçe Hotêlekê, ji wî re du textan dighînin hev,Pêterson artist e û ew di tiyatroke zarokan de dixebite .
Di hejmara (25)an de ev gotarên duhatî cihên xwe dîtine;1-(Nêçîra kewan)Ebdilrehman Elî Yûnis.2-(mirovê ko simbêlên xwe di mezadê de firotin),Xelîlê Genco.3-(dîroka jîna Napoliyon) Osman Sebrî.4-(Pêtroyê sisiyan),Bişarê Segman.5-(zêdehiya jinan),kovara (Ronahî).6- (dîroka jîna Selahedîn),Osman Sebrî.7-(Pêncî milyon ga û milyon û nîvek mirov)Silêmanê Ferho.
E.E.Yûnis dibêje:Min pir kewedanî an kewgîrvanî di deştan û çiyan de kiriye,di aliyê Kurdistana Bakur de bi çend awayî nêçîra kewan dibe 1- Kewvedanî: Divê kewgîrvan kewên xwe qenc xwedî bikin,êmê kewan jî ev in:Genim,giyayê şîn, pîvaz û rojê carekê genim û çar,pênc caran şînatî,
heyanî ko Şibat biqede çav û nûkilên kewan sor dibin û av ji pozê wan tê,wê çaxê êdî wextê vedana kewê nêr e,hema çend roj ji Avdarê çûn, wê kewgîrvan kewên xwe hilînin û bi çol û çiyan bikevin û kewan vedin heyanê nîvê Gulanê û di pişt re, ewê dest bi vedana mêkewan jî bikin.
Vedana kewan:Kewgîrvan diçe li cîyekî mitik an pozik kozikekê çêdike;dorhêla kozikê bi hejikan an bi giya asê dike û bi çar alî de devan vedide,binî kozikê jî kevir dike, lê gotarnivîs hîn pirtir û bi dirêjahî awaya nêçîra serên kaniyan û hemî gavên pêwîst ji bo awa kewan bi xwendevanên gotara xwe dide nasîn,bi rastî ev gotara ji nêçîrvanên kewan re pir balkêş e û ewa pir agahiyên pêwîst dide awciyên kewan.
Lê(Ronahî)di gotara bi sernavê(zêdehiya jinan)weha destpê dike:Ma zêdebûna jinan derdek e,!Bi ya me be,ew ne derd e,ji berevajî wê,ew nihmetek e,lê ji bo xelkê Emîrîkayê û ji bo hin welatên Ewropayê ewa derdek mezin e û pisporine civakî ji vî derdî re li dermanekî digerin,lê bivê, nevê; di dawiya vî şerî de, derd hêj (hîn )wê mezintir bibe,mêr heroj di qada şer de têne kuştin û li gora statîsteke ko beriya v î şerî hate belavkirin, di Emêrîka de serê sedî (17) jin ji mêran bêtir bûn û ew nisbeta (rêjeya ) heroj pirtir dibû,lewra pispor li sebeban (sedeman) geriyan û wan ev sedemên jêrîn jê re dîtin.
-Hukumetê mihacereta(penaberan ) mêran bend kiriye yanê; ewa nahêle xelkê xerîb (biyanî weke berê )herin Emêrîkayê û ji xwe re xebatekê peyda bikin.
Piştê şerê (1914 -1918 )an de di hemî dewletên şervanî de rêjeya mêran gelekî kêm bû,li gora statîstîka resmî(fermî) li welatê Uris;jin di sedî de (32)li Poloniya(38)li Êngilterê(23)zêdebûbûn,lê li Firansa,Îtaliya û Almaniya ev zêdehî di navbera (21 û 22) de bû,ji lewra ji niha de pisporên civakî bi meselê mijûl in û ji vî derdî re li dermanekî digerin,lê tiştê ko tête bîra me û ko ewa ji hemuyan rehetir e;ko xelkê Ewropa û Emerîka jî wek me Mislimanan û li gor rêdana Pêxemberê me li şûna yekê(jinekê) ji xwe re çend jinan bînin û ev pirsgirêka çareser dibe. Lê piştê (Ronahî) ev pêşniyara xwe pêşkêş kir,Ajansana Waşontonê av pêşniyara daye zanin (ragîhand )û ev pirs ji xelkê jî kirin:Gelo kîjan çêtir e,jin di navbera (21 -25) salan de wek mêran bibin esker yan hemû jinên ko jê xebat têt di paş eniyê de bixebitin,xelkêEmêrîkî ji sedî (76) gotin:(Bila jin jî mîna mêran herin qada şer), yanê li dawiyê wek hate zanîn;pêşniyara desteya kovara (Ronahî) ji aliyên civakên ne Îslamî de ne hate pejrandin.
Lê Silêmanê Ferho jî di vir de û di bin navnîşana (pêncî milyon ga û milyon û nîvek mirov ) de mijara xwe dinivîse û ew dibêje:Li Emêrîka heyamek hebû,50 milyon gayên kovî dijîn,hîngê xelkê Emêrîkî miliyon û nîvek bûn, nijadê spî yê ko ji Ewropayê çûbûn Emerîka,rêhesin û avahiyên medeniyetê yên din jî hên çênekiribûn,xelkê goştê wan dixwarin ji kevelên wan cil ji xwe re çêdikirin,gayê Emêrîkî xurt e,ji simên wî heta pişta wî şeş pê bilind in û qederê (10-12 )peyan dirêj e,ji (1800) heta (2400) kîlo giran e,kloçên wî ne ew çend(ewqa) direj in, lê ew gelek xurt in, mirov dikane bi wan erdine hişk biqelêşe,ew hîn kane bi qiloçên xwe hespekî û tev sîwarê xwe rake û bi sed mitrî jî bimeşe,hinek hebûn tenê zimanê wan dixwarin û yên mayên guran dixwar û carna ew tenê ji bo çermên wan dikuştin,wextê dest bi çêkirina rêhesinan kirin,hîngê di navbera gan û xelkê de şerekî nû çêbû,gan stûnên telêgrafan radikirin û diketin pêşiya Tirênê û bi xwe dihatin perçiqandin,lê Tirên ji rêkê derdixistin,qey ewan dizanin ko ev medeniyet(şaristanî) dê wê qirên wan bînin.
Di sala (1865) an de ji (50) miliyon gayên kovî tenê (15) miliyon mabûn û ew hêdî,hêdî kêm dibûn û çermên wan jî buha dibûn,li dawîyê di beyarên Emêrîkî de ew pir hindik mabûn û HWD.
Li dawiya vê hejmarê sernivîser agahîyeke giring dide xwendevanên kovarê li Îraqê û ew di bin navnîşana :(wekîlê kovara me li Îraqê) de weha dinivîse:Wekîlê kovara me û herçî neşriyatên kitêbxana Hawarê ji bo Îraqê Mîrza Mihemed Ermexanî ye,ew li Musilê mamostê Kîmayê ye,em ji xwendevanên xwe yên li Îraqê hêvî dikin,ji ber hertiştî ko bi neşriyatên me eleqdar e,bila miraceetî Ermexanî bikin).
Dûmahîk heye