Çend helbestên helbestvanê Alman GINO LEINEWEBER ji pirtûka wî ya bi zimanê Îngilîzî “Her Tişt Rast e”


Wergerandin: H. M. Hebeş

BÊHNVEDAN

Ez ne bîst salî me
Gewdê min jî ne xweşik e
Lêbelê
Ez li tetîlê me.

BAV 1

Bavo bavo
Te hem demî barkir

Lê divê te wisa nekiriba
Û divyabû ku te dîsa wisa nekiriba
Te ji bo xatirê kurê xwe çikir

Gava ez di ciwaniya xwe de çûm
Min hewl da ku xwe bibînim.

Lêbelê, min çi dît
Gava li xwe dinêrim
Tu bûyî-her dem tu.

BAV 2

Ew rastî ye.
Mirina bavekî
Bûyera herî girîng e
Di jiyana mirovekî de

Ew dîsa rastî ye
Tu wê yekê nizanî
Heta ku biqewime

Şîna ku niha diherike
Ku destên xwe di stûyê te re dibe û te himbêz dike
Li şûna bavê te
Dê her dem bi te re bimîne

Tu bextyar bû.
Mirovek hebû ku te jê hez dikir

Ew hest
Dê nemir e.

PENAPER

Hejmareke mezin ji mirovan,
yên ku birçîbûn yan jî li keviya civakê bûn
ber bi cîhaneke din ve hatin kişandin

Bi hêviyên gewre ji şahî û bextewariyê
li ser rêya welatê sozdana pere û dewlemendiyê,
ferq nake ku meriv çawa bi dest bixe.

Zehmet bû kontrolkirina zevbûna gel.

Ew bi sedhezaran bûn
ji gund û bajaran
ji hemû aliyên Ewropayê bi carekê
berê xwe ber bi çihana nû ve kirin.

CIRNIS (TÎMSEH)

Ez ne cirnis im
Ez mirov im
Lê ez ne mirov im
Ji ber ku ez ne cirnis im
Mîna cirnis e
Ne cirnis e
Ji ber ku ew ne mirov e
Her çend ew teqez e
Ger ew mêr bûya
Wî nikarîbû bibe cirnis

Ta radeyekê, weke ku em dibînin cîhana me têra xwe tevlihev e.
Lêbelê, di rewşek din de, tiştên vala hêsantir in.

Li wir ez ne cirnis im û tîmsah jî ne wiha ne.

SIBAT

Rojên meha sibatê herdem kêm tên hejmirandin
Ne wek meha çiriya paşî
Meha ku bandorek xemgîn dide
Yan jî meha çileyê pêşî
Bi hemû tiştên xwe yên xweş yên kirîsmisê.

Çile kes bi rastî jê hez nake
Çi rehetiyê dide gava ku ew bi dawî dibe
Ew her dem di meha sibatê de tê dirêj kirin
Ne ji bo hefteyekê an du hefteyan – na
Lê ji çar hefteyên bêtir.

Lêbelê, Sibat meha herî bikêr e
Ronahiya wê hêviyê dide erdê
Û siyên kurtir
Her roj dirêjtir dibin.

Bêyî Sibatê
çiyî din dikare biharê veşêre
yan tiştên din yên raz
ku dikarin bibin sedema
hêviyek mezin ji bo salek xweş.

Û ji bo ku em gencîneyê binirx bibînin
hewl bidin ku çavkî li pişt perdê bigerînin
Li şûna ku em tenê li jêr dinihêrin û diherin
Zeft kirin hejandin nalîn
Sar – Berfî – Şil

KONSERA GIYA

Hûn bi biwêjan dizanin
Guhdariya şînbûna giya bikin

Min ji xwe pirsî
Çiqas pêkenok e?

Ez nikarim şînbûna giya bibihîzim.
Ez bawer dikim ku tukes nikare.
Ta ku min ramanek ecêb xwend
Ku hinek dewar wê yekê dikarin.

Baş e – pirs ev e
Ew çawa dizanin?

Ma wan dewaran ji wan re got?
Ger wisa be – Kîjan ji wan?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…