Zanyar û civak

 

Rêber Hebûn

Zanyar dibînin ku pêdivî ye piştrastkirina rastiya zorengê yê di henasê mirovî de di her derbarê de tevdigere bi rêya nakokiya yê di takekes de bicî dibê ve, çendîn bawerî berfereh bibe û bi rastiya hezkirin û çakdîtinê ve dijwartir be beranberî vê yekê ezezî û kîn bicî dibe , wisa timî em nakokî di her helwest û derbarî de diyar dibînin, lê serkeftina rastîn di pêşdebirina xêra giştî de ye li ser ya taybet  û hewildana ji bo zanînê  ji ber ew bîngeha çi tevgerekî sirûştî ye, li gel wê zanyar civakê dîtibû, û jêre diyar bû ku xwebînî sedem e ji dîtina xelkê li binî ve mîna lîstok û bejinkurt ,

 

ji ber vê yekê pêdivî ye ku em ji banî ve  dakevin xwarê berve çêkirina tevgerên sazmanî sivîl piştgiriyê dide ewlehî û berdewamiya civakan ji gihîştin,xweşî û saxlemiya wê ve bi aliyê mayîna bedewbûnê giştî ve yê di civak û sirûştê de û pêgirtina bi pend û babetîbûnê ve ji çûyîna bi vê pêla civakî ve berve zanînê û ev tişt zanyar dixwazin ji nifşan re bighînin û ew rawestandina li ser rastiya jiyanê ji deriyê ku ew girtinhevî ye ji bo pêşdebirina zanînê û rawestandina zorkarî û gemarbûnê ji ber herdû talan in li ser hebûnê bi giştî ve bê cudakirina bostekî ji wê ve.
Em dikarin desthilatiya malgirtinî hêdî hêdî cuda bikin bi rêya pêkanîna şoreşên hizrî qonaxî ve di refên cemaweran de û kêmkirina rola ricîmên yên di nakokiyên xwe de xeniqîn, bi rêya derbasbûna di saziyan de ve û pêdivî ye cudakirina maf ji erkan ve , ji ber ku dewletbûn malgirtin e û çi desthilatî bi xuristiya xwe ve malgirtin e.
Cîhangeriya ya divê bête pêkêşkirin ewê li ser danasîna bi hinira hilbez ve  li cem gelan avabûyî ye, yên li ser ragihandina taybetiya xwe dikevin e pêşbirkê, lê hêza leşgerî xwe berdabû bi destê bîrdoziyên tundiyê ve yên tewrîvanên wê rê jêre hêsantir kiribûn li pêş komên aborînasan yên li qezencê digeriyan bi rêya gefdan û pûçkirina aboriyên dewletan û afirandina aloziyan,berdêla pêşkêşkirina pirojeyên geşepêdanî yên dikarin sînorekî ji azariyên girs re deynin ji bo hinir û pêkanînan bi hevdû re beşadar bibin ji bo başkirina bajaran û ji bo avakirina hebûnekî bi hinira afirandinê ve hêzxistî ne bi wêranî û têkbirinê ve jihevketî.

Hişmendî eger xwe ji nirxan re bernede zehmete tiştekî biçûk di bermaya mirovahiya dewlemend de rizgar bike, taku demukratî diyar bibe  mîna perdeyekê li paş wê hilweşîn tê veşartin, hebûna wê mîna gotinekê tewrîvanên sosiyalîst û sermedar wê mîna benîştekê cotibûn  bi guhertina kedan ve .

Ji bo ku demukratî birastî têkeve di wêzimkariya civakê  de bi rêya vejînkirina rêbaza hevbeşdarîbûnê ji sazkirina biryaran ve ji derveyî maska ezez ve yê serdest a li pêş civaka xuristî sekinî bi rêya miqatebûna li ser nezanîkirin û kuştina zanyaran  û hîştina  civakê  li ser şemîtokên tundî,tîjandin , têkbirin, hingeme û wêraniya giştî  .

Avakirina ramana zanyarî pêdiviyeke îro ji bo têgihiştina sirûştiya serdemê, li gel wê sosiyalîzm nehate pêkanîna mîna ricîmeke pêkhatî û palpişt , û bi liva moriyekê nelivî ji derveyî têgeha xwe ku ew hêsan ramaneke  hat e hilweşandin dema kete di nav têkbirinê û derketina ji derveyî xêza xwe ve berve avakirina dewleta netewî a milhûr yê di dema niha de bû xwedayê sermedariya nûjen.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…