Hejmara 48an ya PIRSÊ hejmareke taybet e ji bo koçkirina Rezoyê Osê

Naverok:

-Pêşgotin:
– Rêwresmên xakspartina nivîskar û zimanzanê Kurd Rezoyê Osê:
– (gotin… name… birûsk…)
– Rûwresmên çelrojiya goçbarkirinê:
– Ahenga Qamîşlo
– Gotin , name , birûsk… ên hatin xwendin
– Lêkolîn , gotar , helbest… ên gihane kovarê.

– Ahenga bajarê Hannovera Almaniya
– Ahenga Berlînê paytexta Almanya 
– Ahenga Stokholmê paytexta Siwêdê.
– Gotinin vebjarte ji Êntirnêtê û lênûsa seredana serxweşkirinê

– Nivîsareke vebjartî ji yên Rezoyê Osê di hejmara kovara Pirsê ya 35an de hati bû belavkirin.



Rezoyê Osê li gel mala xwe

-Pêşgotin:

Heval Rezo… !  Erê mirinê govdeyê te ji nav me bir, lê pêjna te herdem li ber çavên me ye
Piştî kefecaneke dirêj bi jana Pençejan/Pençşêrê re, nivîskar, zimanzan û rewşenbîrê navdar, endamê desteya rêvebir a kovara me kek REZOYÊ OSÊ, li roja 4.3.2010an li bajarê Qamîşlo jiyana xwe ji dest da. Li roja din 5.3.2010an jî govdeyê wî yê pak, li cihê jidayîbûna wî, li gundê Dekşûriyê hat veşartin.
Li roja xakspartinê, hejmareke mezin ji rewşenbîr, nivîskar, berpirs û endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyê mafên mirovan, welatiyên ji hemî netewe û olên Cezîrê, ligel malbat û mirovên wî, bi darebesta wî re bi rê ketin, û li rêwresmên xakspartinê amade bûn.
Beşdaran mixabinya xwe ya ji dil û can de, ji bo goçkirina merovekî wiha qedirgiran diyar kirin, û dupat dikirin, ku mirina kek “Rezo”, ne tenê ji ziman û çanda Kurdî re ziyaneke mizin bû, lê belê ji hemî pêkhatiyên netewî û olî re li herêma Cizîrê jî jidestdayîneke berçav bû.
Bi rastî jî, kek Rezo ji bêtirî çel salî de di warê raman û nivîskariyê de dixebite. Wî barê gelê xwe, nemaze di warê parastin û pêşxistina zimanê Kurdî, danî bû ser milekî xwe, û pêkanîna azadî  demoqrasiyê ji hemî gelê Sûryê re danî bû ser milê din.
Li roja xakspartinê, li bin konê serxweşkirinê û di malperên êntêrnêtê de jî, gelek gotinên hêja li derbarê goçkirina wî hatin gotin, xwendin û nivîsandin, di wan gotinan de sinciyên kek Rezo yên bilind, salixên kesayetiya wî ya cidawaz û torevanî û payebilindiya wî di warên ziman, çand û welatperweriyê de bi bîr tanîn û bilind  dinirxandin.
Ji bona lidarxistina çelrojiya ciwanemerg Rezo jî, kovara “Pirs” li roja 15.4.2010an ahenga boneya Çelrojkê li bajarê Qamîşlo li dar xist. Lê ji ber helwestên destlatê di tenga gelê Kurd re, aheng bi dizî û di cihekî ne li gor meqama Kek Rezo de hat lidarxistin, ji ber wê yekê jî hejmareke biçûk û vebjartî ji dost, rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, zimanzan,  malbat û berketiyên wî ji Cezîrê, Helebê, Efrînê û Şamê hatin vexwendin. Gelek lêkolîn, gotar, helbest, name û birûsk ji welêt û ji derveyî welêt ji bo wê boneyê giha bûn komîteya amadekar, lê ji ber rewşên ewlehiyê û kêmbûna demê jî, tenê hinek ji wan hatin xwendin.
Bi rastî jî û bi şehadeta pêzanan, ciwanemerg Rezo, karekî bê westan û hêja di ber çand û zimanê Kurdî de kir, û bi pêdarî baweriyên xwe parastin û jê re rastgo bû. Ew ji hevalên xwe re jî dilsoz bû.
Wekî ku em dizanin, kekê me Rezo ji sala 1993an de, ango ji destpêka derhatina kovara (Pirs) de, herdem endamê desteya rêvebirina wê bû, ew di hemî karûbarên wê de weke endamekî çalak beşdar dibû, û ta dawiya jiyana xwe xemxwarê wê bû. loma jî desteya rêvebirina kovarê biryar da, ku hejmara (48)an ji kovarê bibe hejmareke taybet, û hemî gotin, lêkolîn, name, helbest û birûskên ku li roja xakspartina kek Rezo û li boneya çelrojkê jî giha bûn desteya kovarê, çi yên hati bûn xwendin û çi yên ne hati bûn xewndin, di hejmara taybet de werin weşandin.
Li ber roniya biryara desteya rêvebirina kovarê, ev hejmara taybet dê ji çar beşan pêk were:
–  Beşê yekem: Gotin û nivîsarên roja xaspartinê.
–  Beşê duyem: Karûbarên boneya çelrojkê.
–  Beşê seyem: Gotinin vebjarte ji Êntirnêtê û lênûsa seredana serxweşkirinê
–  Beşê çarem: Nivîseke vebjartî ji nivîsarên Rezoyê Osê, ku di kovara Pirsê de hatiye weşandin.
Em baş dizanin, ku mirovên wek Rezo xwe bi xwe nemirî dikin, û em herdem dêndarê wî ne. Lê em hêvîdar in, kani bin beşekî biçûk ji kar û rindiyên wî di mirina wî de lê vegerînin.

Ji bo xwendina naveroka hejmara kovara pirsê ya teybet li vir bitikîne

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…