Spasname

Arşevê Oskan

Mirov di jiyana xwe de, nizane sibê dê pêrgî çi bibe, lê ku pêrgî çi hat jî, ji bilî aramî û liberxwedanê tiştekî dî bikêr nayê. Carnan ku mirov dikeve tengasiyekê, jiyan lê dibe mîna çaleke kûr û tarî, loma çavên xwe li dost, heval û hezkiriyên xwe digerîne.

Ku ew jî peyda nekir, dê dermanekî pûçkirinê bistîne da ku bi zindana xwe ya bêderî hestiya nebe. Ku hat û mirov li dostekî xwe rast hat ”dostên bi rastî” ew dost hin ji êşên wî pê re par ve dike.
Ji heyvekê zêdetir li nexweşxaneyê di nav êş û birînan de vedigevizîm, bi sedan dost û hevalan li min pirsîn, telefon kirin, hatin serdana min, email nivîsîn… helbet hebûna wan dostan ji bo min pir giring bû û ji dermanan bêhtir êşên min sivik kirin. Ji wan hevalan yekî hunermed di serdana xwe de, pênûs û defterk li şûna gurzek gul da destê min ev pênûsa ku niha pê dinivîsim. Wî hevalî dizanî bû ku pêdiviya min bi pênûsê heye. Hevalê/a ku herî bêhtir êşên min sivik dike pênûs e. Ji xwe berê jî min gotibû ku ji nivîsê pêve ji tiştekî din re nabim û jiyana min î mayî jî dê dîsa ji nivîsandinê re be.
Ku mirov hat û qesrek ava kir, dê rojekê bê herifandin û bibe kavil. Mirov hat û rezek çand dê rojek bê ku bête cotkirin û birize. Lê nivîs tiştê herî nemir e di jiyana mirovan de. Nivîs tiştê herî bi bandor e, ku li her tiştî mikur tê, li baqijî û qirêja jiyanê û teresiya demê û di hundirê wê lêmikurhatinê de, hem pîvana giyanî û hem jî ya mirovatî di neynikekê de nişanê mirovan dide.
Serpêhatî û bîranînên mirov bi awayê nivîskî dihêle mirov bi wî kesî re di demeke jibîrbûyî de bijî. Evîna ku li rûpelê bête nivîsandin evîneke pîroz û nemir e. Bi nivîsê mirov û xeyal, hêvî û xewnên xwe bi hezarên salan dijî, bê nivîs jiyan bêwate û stun şikestî ye.
Ev tişt û gelek tiştên din, li nexweşxanê di serê min re derbas bûn û êşên min bi min dan jibîrkirin. Dihişt ku ez li wan demên xwe yên vala poşman bibim. Gelek hevalên ku di nav toza salan de wenda bûbûn hatin bîra min û gelek bîranîn û çîrokên ku ji dîwarê serê min hatibûn şuştin dîsa xwe nû kirin û reng vedan… Hiştin ku ez bê hişê xwe bibêjim; wax temen çiqas kin e, û mirov çiqas bêhêz û belengaz e.
Spas ji bo her kesê ku êşên min par ve kirin.

2.7.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Di êvareke bi bêhna axa bi neynûkan kolayî de

Min dengê henasên çiyayan bihîst

qerqerin zelalî ji mijê li xwe kiribûn û

bi dengekî bizorderketî “Ey Reqîb” digotin.

Te yê bigota ji devê gorê gazî zarokên xwe…

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…