Em mecbûr in bi hev re bijîn?!*

Arjen Arî

Méjiyé nivîskarin ku di babeta ‘dahatûya dewleté’ de ‘bîré bi seré derziyé dikolin’ û paşé aqil didin dewleté û yén rayedarén wé, ya Rebbî, çendî dişibihin hev!

Bala xwe bidiné; gotina rast a di derbaré pirsgiréka kurd de, an di balefiré de li jor li ser ewran dema ku difirin ji devé rayedarén dewleté dipekin, an jî di geryanén li derveyî Tirkiyeyé de, di seredaneké de, dema ku di biwaré pirsgirékén Tirkiyeyé de diaxivin…
Helbet axivtin, dialog û danûstendin ji pévçûn û berizîné çétir e, ewletir û hésantir e.

Lé?! Lé ku meriv guh bide hev, û bixwaze di daxwazén hevdu de bigihéje.

Di heşté salén raborî de rayedar û réveberén dewleté, heke wekî hemwelatiyén hevpişk én Tirkiyeyé li kurdan meyzandibûna û bigotina’ kurdno, hûn çi dixwazin?’; ne şeré ku 30 sal e didome diqewimî, ne 4 hezar gund  xir î xalî dibûn, ne jî 4-5 milyon kurd dibûn ‘belaya’ seré bajarén wekî Stenbol û İzmîr û Mersîné…

Li gorî baweriya min, di salén 90î de ji kurdan xalîkirina  gund û mezrayan, zagoneke nefermî û navlénekirî, wekî zagona piştî serhildana Dérsimé, koçberkirina kurdan bû’!

Bi qasî ku serjimériyeke fermî di desté me de nîne jî; jimara kurdén ku di navbera salén 1990 û 94’an de ji cihén xwe hatin birîn û bûn akincî li bajarén rojavayé Tirkiyeyé ji destpéka damezrandina komaré heta bigihe 1990î zédetir e.

Evyek, ratersat cîbicîkirina projeya ‘bi hev re jiyîné’ bû.

Ji ber ku; kurdén ku di wan salan de beré xwe dan bajarén rojava, piştî bist salén akincîbûna li wan bajaran, édî bi qasî Stenboliyekî Stenbolî, bi qasî Mersîniyekî Mersîné ne.

Dewlet, bi taybetî qelemdarén mîna Ozkok vé rastiyé dizanin, lewre radibin vé pirsa derengmayî mîna hestiyekî genî diavéjin vé orté: Em mecbûr in bi hev re bijîn?

Ev pirs dikare wisa jî were şîrovekirin: Em tirk naxwazin bi we kurdan re bijîn!

Bi Xwedayé Teala, me hûn hilnebijartin; hûn bûn ‘toq’ û ketin stûyé me.

Lé em çawa bikin, di van 80-90 salén bi qir, qelan û qiriktahlîiyé bihûrî de, ji devla ku em ji hev dûr bikevin ji hev biqetin; em wekî dar û dargerînkî li hev geriyan!

Ne îro be jî – bi qasî ku diz û xwediyé malé bi hev hesiyane- wisa dixuye ku hé demeke diréj em mecbûré we û bi hev re jîyîné ne.

Lé ev mecbûriyet, biréz Ozkok nayé wateyé hetahetayé!

A din; amedekirina zemîné şert û mercé bi hev re jiyîné, ji kurdan béhtir di desté we de, di desté dewleté de ye. Û péngava ewil a vé niyeté jî biréz, ji zîndanan berdana siyasetmedarén kurd e, azadkirina zarokén ku di hepsan de dîl in, dayîna mafé perwerdeya bi kurdî ye.

Reşenbîré dewleteke ku mafé bingehîn é mîrovî rewa nabîne  bo hemwelatiyé xwe, vî mafé sereke wekî mafé xwe nebîne û nelîvîne; çiqasî ji mafé wî ye ku pirsén siberojé ji niha de bike: Em mecbûr in bi hev re bijîn?

Yekî ku mecbûr e – an jî xwe mecbûr dibîne- biréz Hesîp Kaplan e, ku li ser pirsa Ozkok aresteyî Tirkiyeyé kirî, xwîné bi xwe ve dibîne. Birézekem dibéje, ‘ Ev pirs divé neyé lévandin’… Û bi kerbeke ji tirsa ku dé di rewşeke wisa de desté wî û yé Stenbolé ji hev deré û dé mecbûrî vegera li welat bibe, vé péşniyara  derhiqûqî dike: Ev pirs divé were qedexekirin, û yén ku vé pirsé bikin divé werin darizandin’!

Wey maşelle ji bejn û bala te re?!

Çi bi te hatiye ku ev mijar wisa li telé dikeve û te hérs dike, biréz Kaplan?

Ji dévla ku wekî siyasetmedarekî xwedî ezmûn tevbigerî û bibéjî, ‘belé…li tevî veqetîné; riyén çareseriyé divé werin guftûgokirin’ cenabé te radibe riya darizandiné péşniyaz dike…

Ez ji bedéla cenabé te bim, li ser pirsa Ozkok miné ev pirsepéşniyaz bikira: Biréz Ozkok, ji dévla ku vé pirsé bikî û xwe vekişîné xewletgeha xwe; péşî nexşeya Tirkiyé a li ser rojnameya Hurriyeté ya bi soré xwîné avdayî a Tirkiyeyé spî bike, û nivîsa li biné jî biguhere bike ‘Tirkiye welaté kurd û tirkan e’, paşé vé pirsé bike!

Heke weleté me é hevbeş be, ser çavan bi hev re jiyîn!

Lé, ku ya tirkan tené be, biréz Kaplan?

Wé gavé ez jî pirsa Ozkok dubare bikim: Em mecbûr in bi hev re bijîn?!

*Sernivîsa E.Ozkok a 06.07.2010,Hurriyet

12.07.20107Arjen Arî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…