Ciwan Nebî
ciwannebi@hotmail.com
((yabo))
Dibêjin: Tu ji min zirav û dirêjtir bû,
destên te jî dilerizîn
û gotinên te yên şahîk
weke derewê evîndaran
zû dişemitîne dilan
ez nizanim wilo dibêjin.
ciwannebi@hotmail.com
((yabo))
Dibêjin: Tu ji min zirav û dirêjtir bû,
destên te jî dilerizîn
û gotinên te yên şahîk
weke derewê evîndaran
zû dişemitîne dilan
ez nizanim wilo dibêjin.
zarokek bûm, hîna fêr nebûbûm sola xwe yî rastê ji ya çepê nas bikim, li taxê û hevalên xwe, di kavilê Hiso de em diciviyan_ li paş mala me. Cigero hevalê me, yê ji me tevan gemartir ji me re digot: Diya min çûye Helebê, min jî qîr dikir: Bavê min çûye Şamê, wê ji min re bi xwe re şekiran bîne.
Wilo ji min re gotibûn û ez yê bavê xwe nedîtî li hêviya wî dimam, li hêviya şekiran qena hevalên xwe biqeherînim. Ev dîmen cêwiya bîreweriya min e, ji wê destpê dike êş, li wê radiweste bal û destê xwe dirêj dike ûçikên gotinên diya min dema bixwaze tiştekî din nas bike……
Li taxa me yî berê ha, mala me yî berê ku li ser kolana giştî bû, ya ku fireh bûyî û li ber xwe birî mala me, bîranînên min jî, şûna lîstikên min û me sê kolanan bi paş de avêtî, sê kolanan min dûrî hevalan kirî û sê hezar kolan min dûrî min. Gotinan wê demê rêya mêjî nas nedikirin, ne jî min rêya malê di nav toz û heriya lîstikan de, di nav zarokan de_em zarokên ku mezinbûnê em bijiqandin_ belav kirin bi rêyên ku kesek nizane bi kû de diçin. Zarokên ku ji wan ez li hêviya bavê xwe bûm ji Şamê vegere û Cigero yê li hêviya diya xwe yî li Helebê.
Rojin din bûn ew, zû destpê dikirin, bi hechecîkan re yên ku em şiyar dikirin lîstikên me, civînên me yên giring, axaftinên me yên giringtir û gera me li ser tingan bo bafûn û lekan bidinhev û bifiroşin bi dodirmayekê, herin çolê bi navê bilîzin, gokê û bi hev pevbiçin û sixêfên nû biaferînin, herin diziya şebeşan ji bîkaban, lehaneyan ji baxçeyê Sofîkê Zeytê û avjeniyê bi dizî di Evdiya, Ceqceq û golên Sêgirkan de bikin, herin nêçîra civîkan, weşandina tiwan, çavgirtinkê, xar, zîzok, qumara li ser ayis û devikên gazûzan û bi qewsik û kerbanîk û kevran şerê zarokê ereban li Elaya_ taxa wan ya ku nêzîkî me.
_Cigero diya te ji Helebê nehat?
_ Na, lê wê vegere!!
_ Wê bavê min jî ji min re ji Şamê bi xwe re demançekê bîne ha, ez ê we tevan bikûjim!!
Wilo bavê min li bîra min bû, bavê min î ku navê min li min kirî û çûyî dereke nediyar, raz î ku ew ji Şamê vedigere min li gotinên wan guhdarî dikir, bawer dikir û min nizanî bû diya min her pênşem êvarî, bi tevî şekiran bi kû de diçe, her cejn sibehê. Min nizanî bû çima diya min çav sor ji hêsran vedigere, şekiran bi kû de belav dike, bitenê li hêviya bavê xwe bûm ez_mirovê dilzîz ku dişibiya birayê min Hemdîno bi dilbakiya xwe, bi mêraniya xwe, mirovê ku wê ji Şamê ji min re lîstikan bi xwe re bîne, bi rê de ye û weke bavê hemî hevalê min î zarok bi hatina xwe re wê xwe bitewîne, destên xwe vebike qena xwe bavêjim himbêza wî û rahêje min û min bibe malê, ji diya min re bibêje: Ev zarok vê germê li van kolanan çi dike? Tûrikê xwe vebike, diyariyan li me belav bike, girinjînan jî û diya min têbikeve navhev de, nema dizanî be çayê, qehwê yan firavînê ji wî re amede bike. Bavê min î ku destê xwe dirêj nekirî bêrîka xwe û pere nedane min qena birevim dikanê, bavê min î çi qasî rêya wî dirêj bû!!
Em çi qasî li hêviya xwe hiştin!!
Ev tev û min hîna helbest nas nekiribû ha, ne jî xalê min reviya bû Elmaniya û pirtûkxaneya xwe li paş xwe hiştibû. Min gewrahiya girî nas nekiribû, gewrahiya xweşikbûn û afrandinê, çavdariyê, ba li ber min li porê keçikekê nexistbû hîna û riwê wê ji min neveşartibû qena ez bihejim weke ku bombeyk bi min de biteqe, ez zarok bûm looo, bavê min hebû, li Şamê, dilzîz bû weke baranê carnan û carnan weke baranê har bû. Wilo birayê min î mezin Serbest, yê ku ji me tevan bêhtir bavê min dîtî ji min re got dema di tirimbêlê de bûm ez, li rex wî û em diçûn bîranînên bavê min î çixarekêş, bavê min î Zorba.
Mezinên taxê yên ku her tişt dizanî bûn, yên ku piştî çend hevokan ez ê yek bim ji wan bang li min dikirin, min jî çîroka bavê xwe ji wan re digot. Mezinên ku dikeniyan û xemgîn dibûn bi hev re, destên xwe li ser porê min re dibirin û tiştekî ku min fêm nedikir digotin û diçûn, Cigero li min dinihêrî û lîka wî diherikî, min jî xwe ji tozê didaweşand weke ku roj çû be ava û dema malê hatibe: Em ê bi şev hev bibînin, em ê bi çavgirtinê bilîzîn. Wilo min ji Cigero û zarokan re digot û hevokên ku min ew nedixwestin roj bi roj dihatin û ez fêr dibûm porê xwe şeh bikim, min solên xwe ji hev nas dikirin û ji lîstikên xwe dûr diketin em, ji hev û şebeşên me ew dizî bûn bi ser me de diketin, azad şîndhatin lehaneyên Sofîkê Zeytê û kesek nedima şerê zarokên ereban bike li Elaya, em mezin dibûn looo…
Em mezin bûn û ne bavê min ji Şamê vegeriya, ne jî diya Cigero ji Helebê!!

——–
Avesta kurd