Helbest u pexşan

Tu Min Dixwîni..


Hoşeng OSÊ

Bi dengekî kul…
Bi awirên zuha…
Bi siyeke tagirtî…
Bi biheke çikiyayî…

Û bi hêviyeke şil…
Weke berxê xwe bavêje ber kêrê
min xwe avêt himbêza te.
De ka ji min re stirana jaroheyran bêje.
Ne zindîme…
Lê ev kolanên gij, dikin min bixwin.
Ne rêwî me…
 Lê ji bêrîkirina dîtina te, dikim xwe bixwim.
Ne avî me..
Jixwe, li nava baxçên stiriyan şînhatime.
Ne bejî me…
Jixwe, rewrewkên vê tenahiyê min dibin û tînin.
Ne xwiya me…
Jixwe, ev gêreiya pirsan, li min digere.
Ne winda me…
Hey bêbav qîza bêbava.. tu li kur dinerî!?.. va me… va me…!.
Divêm xwe li ber te ragirim..
Lê barana çavên te nahêle.
Divêm ji te dûrbikevim..
Lê derya nahêle.
Ev dilê mine, halan dide vî bajarê tolaz.
Ev kenê mine, stêrkan davêje govenda xwe.
Ev giriyê mine, destnivîsên xemên derya paknûs dike.
Ev ezim, weku en ez bim, têm diziya bihna memikên te.
Ev en ezim, weku ez bim, li peravên derya, dîsa tême kuştin.
Hey bêbav qîza bêbavan…
Ev ezim, weku ne ezim, ji te re dinivîsînim…
Û tuyî, weku en tuyî, min dixwînî.

İstanbol 12/9/2009

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…