Dilovan Robarî
Rûpelên pirtûka min
Sipî dibin…
Zer dibin …
Zer dibin di kavilên wî gundî de
Gundê ku bi çûna te wêran bûyî…
Nîgarên min…nîgarên min
Dimînin bê raman.
Nehêniyên min kurt û vala dimînin
Eşkere dibin…
Çîrokên min dibin keremper
Dibin kerem per li ber bayê dikevin wenda dibin.
Wenda dibin … wendaaa
Demê tu diçê
Buhara min bê gul dimîne
Zivîstan sar û hişk dibe
Baran nabarê li ser rûkê min
Kanîyên hebuna te yên ku ji dilê min diherikin biser gîyanê minde di çikin.
Pistê min ji nebuna te ziwa dibe
Şeq şeq dibe
Dibe mîna çolistana arabistanê ji toz û bablisuka rêk li ber min wenda dibin.
Demê tu diçê
asîman bê reng dibin
Hêviyên min nîv nîv dibin
Xew dibê hesret
Jiyan dimîne nîve nîv…
Demê tu diçê
Pêlên deriyayê li qiraxên bi teht dixeniqin
Çav vala vala li keviyan digerin
Tîrojên rojê toz digrin..
Demê tu dice
Tofan li min radibe
Cudi li min dibe bêxêr û gemîya min bê cih û war dibe li çê çîya naqefê
Demê tu dice
Ezê sere kê denim li ser vê singê
Û bi biskên kê selawatên xwe ji guneh tehfilkirinê bixuînim .
Ji bu kê ezê sitrana fatma salih axa û cembelîyu bistêrênim
Dê helbestên cewahirî û ahmedê huseyî ji kîre bi hunim
Demê tu diçê
Ezê berê xwe bidim kîjan rexî da hinek terawîh û sinet û limêja bikim
Li ser mêjêde ezê nave kê bînim ziman
Û kîjan ayat û selewatên bîranînên me ezê bêjim
Tê li ser kîj millîbê de li dawîyê ez li te silaf bikim …
Demê tu diçê
Bayekî zer û reş dibarê
Henasê dibirê … û tenê yek henasê hildikêşim û yek rondik ji herdu çava di gindirê
Û ez dê xirbehê wî gundîde dikevim sêkerata wexirkirinê.
Teyrê kelaşa jî laşê min naxun jiber ku goştê laşê min ji bayê zer tehil dibê
Û gîyanê ku yek henase ji bayê reş hilkişandi difetisê û wekî her gîyanekî li asîmana nafirê û naçê roja heşrê û liber mêzîna xêr û guneha na sekinê
Û xudaji naxwaze min dadgeh bikê …
Demê tu diçê…demê tu dice