Ew Kiye Tê?.


Hoşeng Osê

Kevirek, li bin siya payizê, kayîna sawêrên xwe dike.
Çavên bajarekî, ji girî dirjên, û çar gund, xwe bi dîlokan guştin.
Pêjna kuştarekê tê, û bihna kujerekî, ji daristana reşbîniyê tê.

Ji gewriya xezalê, xwîn tê.
Berbûyê qîza bajarê evînê, ji dawiya demsala girî, ber bi mirinê ve tê, û pêrgî tenahiya min tê.
Ma tê, yan ne tê…?!.
***
Nermê…
Kewara derd û xemê…
Hilweşandina cih û demê…
Kurrê, kemê…
Zila li bayê te mê… parsekê kenê te mê…
Ev serê çendik û çend salan, te ji şeva min barkiye, te soza vegerê da, û min da ber bend û qelemê.
***
Ne tê, ne jî ji xwena min dertê.
***
Weku tu balte bî, û ez dara mazî bim, te min da ber ramûsanên xwe.
Weku ez baran bim, û tu beyareke zipîzuha bûyî, min te da ber tavan, birûk û gîsinê xwe.
Îskeîska te bû derya û hilkehilka min bû aso.
Ez bûm keldûmaneke sar, tu jî rewrewk.
***
Çar mirinên din jî, têrî bêrîkirina min nakin.
Çar welatên din jî, têrî evîna te nakin.
Heft esîmanên din jî, têrî nalîna min nakin.
Heft şoreşên din jî, têrî xewna te nakin.
Ez dikim û nakim.. en tu tê, ne tu ji jana min dertê!.
***
Ew kiye tê…!?.
Weku ne mij be, mîna ji bûka çavê şevê dertê, tê.
Weku ne sitran be, mîna xemlîna cejnê tê.
Kevir, ji hîrhîra kenê wê, wê naskir.
Kolan, ji siya wê a tijî girî, wê naskirin.
Bajarê çavrijiyayî, ji bihna memikên wê, wê naskir.
Çar gundên xwekuj, ji mohrên min yên li ser gewdê wê, wê naskirin.
Zarîna şevên min, ji bêrîkirina wê ji min re, wê naskirin.
Lê, ne weku ew be, a wê demê, eva ku ber bi min ve tê!?.

İstanbol

26/2/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…