Rêwiyê xewna efsûnî

 
Nizar Yosif

Şeva hêmin li me geriya
Taristan li me teng bû
Deriyên gerê hatin girtin

Tenê yên dil mane vekirî
Ewran konêreş stûr vedigirtin
Heyvê çavê xwe ji me digirt 
Siha me ji ber kêlekan radikir
Sih digirya 
Çira agirê me ji roniya çavên
Me bû
Ew e rastiya min û te
Dilpakî peymana dostaniyê
Wêneyên dilsoziyê
Ji qitrana şevê
Çilvilandina stêran me     
Digirtin
Kurtasiya şevên dirêj
Bi nameyên te min didîtin
Te digot :
Ez ê bûkê bixemilînim
Li seklawiya sipîxumal siwar
Birêkim
Helbesta xwe ya nuh
Keskesorê lê bipêçim
Dakû bigihînim hatina tavê 
Di paşla wê de ezê bişînim
Nexşên wê di asoyên aza re
Derbaskim
Li xweşiya dayê bikim pîroz
Diyarî li newrozê bigihînim
Sermayê bandora xwe
Sparte me
Te paldabî baweriyan
Çavên me di çavên hev de
Şêlgirî
Wan xwestekên mezin
Têgihiştî hev dixwendin
Kenê tenik li ser lêvan                                                                                                                                                                                            
Li bendî dengê te bûm
Dengê wêjeyî
Ji şaxên te yên kûr
Pijyayî ji serpêhatiyan
Ezmonin salan
Biwêja rastiya rewşa me
Perîşanî hejarî xalên reşiyê
Ji zayînê ve dost û hevpiştkên
Jiyana  mirov in
Jana war piştiyê şev û roj
Di nav re keft û lefta zindiyan
Di nava te de
Hêrsên nerm dilepitîn
Xuhdan ser rûkan dibû xunav
Reng reng diweşiya
Dilop dilop
Bi lêvan re di herikîn gotinên
Dildariyê
Şerbik ê baweriyan
Ji wê xaka sor
Bi agirê dilêt me hatî pijandin
Tihnşikestî rûpelên spî
Nexiş kirin
Rawa çilwê nizara bû
Şev berû dawî diçû
Temara xewê avête dil
Mijûlanin çavan
Li me giran bûn
Taviyên zivistana dawî
Gîregîra heybeta xweza
Givaşa ewran li me daweşand
Birûskên bê piyarî
Li tixûbê aqarê me didan
Reş ewran ronî  girtin
Siha te veşartin
Ew firtona desthilatdarê
Mirinê bî bira
Biskê giyayê te çilmisand
Dîtina dawî bû
Tu birêkirin
Rêwiyek avsargerên
Zû di kelegerma jînê re
Derbasbû
Gelo tu bûyî helbestvanê
Dengbêjên xeybê ?
Yan jî geş stêrek li ezmanê
Avahiyê ?
Bêndera hîviyê min liber
Bagera giyanê te çû
Li nava şêweyên bînaya te
Wênekirî re ketin
Helbesta wate kûr
Ji givaşa hişê te
Pîvana kesayetiya
Mirovên war ê
Ku eşqa wî tu girtî
Lê mixabin tu nehatî
Encam paşket
Nivre nebû
Newroz li me melûl ma
Berhem kete nava bîranînan
Lê siha çiya ji gewdê te birî
Blind bilind dimîne
Ezê nivîsên te raêxim
Di germahiya nîgaşan de
Li ber vezilim
Pênivîsa xwe
Di qapana we de bipîvim
***    ***    ***
Erêê,, çû
Şahî û civat bi xwere birin
Bûne xewnê şevên bihûrî
Jiyan bi xwe xewne bira
Mirov tê de
Li kesayetiya xwe digere
Ê,,,h
Min hizir dikir tu da hêj
Bijenînê qetana xwe
Û ezê bihêsûm baweriyan
Lê va me bi tenaya xwe de
Dihêsûm bîranînan .

***    ***    *** 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…