Eger ne bo te be, bo kê?


Tengezarê Marînî

Bo hêval ê min Hefîz
Yê di nav 112rûpelan de pêçayî

Bo te çi rêbikim, hevpişkê xem û êşên min.
Silavekê?
Gulekê?
Keserekê?

An jî parçeyek ji helbesta bendewarê azdaiyê.
Beriya çend rojan, dizanim tu pê hayedar nebûye,
me li derbederiyê 40 rojiya mamosteyê te û xwe li dar xist.
Di rûpelên wê şîniyê de, şopa te diyar bû.
Di taxim ên bîranîna te de,
peyvan hişiyar dikim
bi henaseke ji keserên min û gazinên te
kîjan qeydan dilxweş bikim?
di sermaya agir de
di ciwaniya kenê te de hîn jî noq dibim
ji hev dikevim,
li nav girnijîna te tême pêçan
li van qûnaxan,
Di hizra min de,
awira bêdawî bûyî.
Ez rehên bîranîna te
di birîneke bedew de
Ji rengê êşa min, sersax dikim

Helbestek e, dinivîsim
Li nav sîbera mijankên te,
mûzîka simbolên xatira te
odeyeke  li necihekî
kuleke bicih nabe
roniyan pênûsa te,
di biyavên ASOyan de
êşa
zimanekî qedexe
birîna te di tariyê de
birîna min di derbederiyê de
dixemilînin.
Tu dibî bayekî kesk li ser zarê peyvê
Û ez dibim kovaneke serberadayî
di nav sewdayekî winda de.
De bila destên te

peyvên berbend di nav kaxezê de, biçîne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…