Rêûresma bîranîna koçbûna nivîskarê kurd Rezoyê Osê li Stockholmê

Bo rêzgirtin li giyanê nivîskarê kurdî hêja Rezoyê Osê, û li gor biryara Federasyona Komelên Kurdistanî, di 18.4.2010 de li baregeha Federasyonê li bajarê Stokholmê ahengeke gotaran hate lidarxistin. Ew ya çilrojiya koça zû ya ronakbîrê mezin Rezoyê Osê bû. Bêhtir ji şêst kesî ji revenda kurdistanî li Swêdê beşdarî wê bûn.

Piştî vekirina rêûresmê ji aliyê seroka Federasyonê xanim Şermîn Bozarselan û rawestana xuleyeke bêdeng wek rêzgirtin û rumetdan bi giyanê pîroz yê Rezoyê Osê, rêûresm ji aliyê Dr. Seededîn Mela ve û bi beşdariya mamosta Zagrosê Haco, Dr. Emîn Silêman hate birêvebirin.
Pêşî nameya malbata Osê û malbata Namî bi hev re hate xwendin piştre Ferhad Remzî Sonmuz çend rêz ji kurtejiyan û berhemên wêjeyî yên Rezoyê Osê, ko nivîskar Konê Reş nivîsandibû, xwendin. Li pey wî Lorya Namî nameya mamosta Samiyê Ehmedê Namî xwend. Mamosta Samî nexweşiya giran ya ko, Rezoyê Osê pê ketibû ronî kir û çawa du salên dirêj berxwedaneke bê hempa li hember êşa giran kir, şirove kir. Samî niyaz, plan û projektên Rezo yên pêkanîna berhemên wêjeyî û zimanzanî eşkere kirin.
Piştî wê Zagrosê Haco li gor tecrûbeya xwe ya dûr û dirêj bi mamosta Rezo re, ya di qûnaxên rengereng re dersbasbûbû, beşek ji jiyna wî ji rewiştên wî yên bilind wek: Welatperwerî, zimanê resen, dilsoziya bi dostan re, zarê şêrîn, civatxweş, wêjevanê berhem bi nirx, rexnevaniya babetane, rastgoyî û mêranî ronî kir. Wî got ko, çawa di bername û sozên xwe de, di diloziya bi karê xwe yê prîvat û yê civatî de Rezo xwedî disîplîna hişk bû. Û wî basa hezkirina Rezo ya xwezayî ji ziman û folklora kurdî re û xebata wî ya bêrawestan bo parastina zimên kir, herwekî ko, Rezo ziman bingeha sereke û ya herî giring bo avakirina kesayetiya kurdî durist didît. Zagros xwest ko daxwaza Rezo ya ji nû ve çapkirina jimarên kovara Stêr bi cih bibe.
Dr. Emîn Silêman basa ezmûna xwe ya hevbeş,ya salên heştêyî dema Rezo xwendina bilind tewakiribû û vegerabû welêt kir. Wî giringiya rola Rezo nîşankir, çawa bêrawestan di nav rêzên cemawer de ji bo xizmeta çanda kurdî Rezo nimûneyê têkoşerê bergir bû.
Piştre Dr. Seededîn gotineke dilnazik di behiya hevalrê û dostê  xwe yê koçbûyî Rezoyê Osê de xwend. Dr. Seededîn dema cara pêşî di sala 1972 de li Berlîna Rojava Rezo naskiriye bi bîr anî. Herweha wî çalakiyên hevbeş di gelek waran de û li gelek cihan bi taybetî di damezrandina Hevbendiya Kawa ya Rewşenbîrên Çepî Kurd li Mosko bi Nivîskar Bavê Nazê û Dr. Mihemed Necarî  re kir, û dawî çawa li ser wê  bizava pak û bêguneh leystik û bazirganî pêkhatin. Dr. Seededîn basa nirxên Rezo yên bilindî insanî û basa dilsoziya wî ya bêsînor ji gel û dostan re kir. Wî basa terxanî û têkoşîna mezin ya Rezo bo bilindkirina peyva kurdî ya resen û deranîna şoxa wê peyvê kir, ew peyva ko ji ber dorpêçkirina şovenist û ji ber helmetên erbkirin û tirkirinê ketiye ber metirsiya neguhdan, windabûn û kirêtkirinê. Dr. Seededîn  bi bîr anî çawa Rezo li ber nezanî, sersarî û şerê dijminane yê eşkere li dijî her tiştê kurdî serî dihilda.Rezo li Sûrî bi mêranî, şahnazî û serbilindiya pênaskirî li hember fişar, tirsandin û dilbijandinê derdiket û têkoşîn dikir.
Dr. Seededîn li ser giringiya jiyana Rezo rawesta û got ko dive jiyana Rezo bibe rêbaz ji nifşan re. Wek Rezo dive bêezîtî kar bêne kirin ji bo parastina nirxên pîroz û ji bo parastina gewherê kesayetiya kurd dûrî keysperestî û derûnlawaziya ko şovenîzma serdest xwestiye û dixwaze di nav kurdan de biçêne.
Dr. Seededîn bang kir û got ko pêwist e berhemên Rezo, yên wî nikarîbû derêne, bêne çapbikirin û bi hêvî ye ko dê sibe dara Rezo ber bide û dê navê Rezo li dibistan û dezgehên kurdî niştimanî bête kirin, dûrî koletiya îro ya ko Rezo bû goriyê wê. 
Piştre nameya hevalê Rezo Dr. Lazgîn Mela Mihemed hate xwendin, tê de ew bîranînên xwe ji dema xwendin û cîrantiyê dibêje.
Li pey wê nameya nazik ya nivîskar Heyder Omer hate xwendin, ew tê de hestên xwe yên xemgîn li ser vê kulê derdibire û dibêje çawa koçbûna Rezoyê Osê di vê qûnaxê de windabûneke ji çanda kurdî re.
Di dawiyê de beşdaran bîranînên jiyana koçbûyê mezin ji hev re gotin û hestên xwe yên pak derbarê wî, malbata û hezkerên wî derbirîn.
Hezar silav li giyanê pak yê Rezoyê Osê, ew dê ta nemayê bête bibîranîn.

Stockhom 18-04-2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…