MEHREVANÎYA ŞEVÊ


 XEMGÎNÊ REMO

Buharek bi keseran raxistî
Kulîlkên xema
Di dilê min de dibişkivîne
Xewne rojan dike morîk
Û bi gerdena şevê vedike
Şev xatûnek bê denge
Padîşahek çelenge
Ez çendî ji pora wê ya tarî hezdikim
Ku xewnê minî tazî dinixumîne
Keser û xwezîyan

Li hev dibanîne ….
Şev pezkovîyek bi gone
Kelecana hevenda
Di damarê min de dijenîne …
Û heta ku gelawêj hiltê
Ez şopa pêyên te dişopîn
Di berbangê de em pêrgî hevdibin
Tu bi du çavên xewînî
Û ezê sermest
Du ristên lablabkê
Xwe li hev di alînin ….
Memo di xewa xwe de digirnije
Û Siyamend bi hêrs
Tîrê ji kevan radikşîne  …
Wê gava ku xew pir şêrîne
Xwedayê hingorê şûrê xwe
Li ser kelaşê helbesta min datîne
Ji xewna xwe hildipekim
Dîsa roj bê mirêze
Û ez tîrek bê amanc
Serê xwe li dîwara dixînim ….

Xanim …!!
Çend buharê min mane
Ku ewjî li ber bareşa herin …?
Dawî ez palê pûş dimînim …
Tê kengî rêka keskesora
Pêş min bikî …?
Ku di buharek ciwan de
Ez bo xwe bikim hêlan
Û xewna dawî
Li nav sitêra bibînim …

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…