Rizgarkirina Sûriyê di 17 Nîsana 1947 de Û Mafên Kurdan

  Ebdulbaqî Huseynî 

Di her sale de gelê Sûriyê çi Kurd çi Ereb çi netewen din, di roja 17 nîsanê de, roja rizgarkirina Sûriyê pîroz dikin, û bi dilşadî bîranîna wan canfîda û qehremanên Sûriyê di bîra xwe de tînin.., ew kesên ku karîbûn wê zor û stemkariya firansawiya piştî 25 salan tune bikin. Leşkerê firensawî ê dawî, ku ji Sûriyê bi hinera berxwedana niştimanên welêt hate derxistin, di 17 nîsana sala 1947 de bû.
Ev berxwedana ku ji gelek netewa pêkhatibû, wekû em dizanin canfîdabûna li dijî firansawiya di gelek cihan pêkhatibû.., li Şamê û baxa Ghûta, li Helebê, li çiyayê Elewiya ,Ii çiyayê Ereb û li hemî deverên Cezîrê û bi taybet li du deverên navdar ( Amûdê û Beyandûr). Û eger me li vir navên çend qehremanan bidin xuyakirin: ji wan kesan ên Ereb evbûn; Fewzî Qawiqçî, Sultan Paşa Eletreş û Şêx Salih el-Elî.. û ji Kurdan ên ku canên xwe bi erzanî di van bûyeran de dan, evbûn: Yûsif Elizmê, Ibrahîm Henano, Ebû Diyab Berazî, Ehmed Baravî, Seîd Axa Deqorî, Haco Axa, Abas Emoka.. Ev berxwedan û canfidayî tev hatekirin, da ku ev welat rizgar bibe û hemî mirovên têde bi azadî jiyan bibin, lê siyaseta ku firensawiya li dû xwe ve hiştibû (siyaseta” wan dûrî hevxe, tê biserkeve”) bi hêztirbû ji wan kesên ku hikim bi dest xistinbûn, wan kesan cihê xwe baş zeftkirin û bi nerîneke şofîniyane Ii dijî her kesê Sûrî ên ne ereb derketin. Wê çaxê Kurd têde gihan ku hemî canfidaya wan – di ber vî welatî de – li ber avê çû. Ev welatê han, dema navê wê (komara Sûriyê ) bû, welatekî bo hemî kesan bû, lê piştî 63 salan li ser rizgarkirina Sûriyê , ew mejiyê qerêj ên wan şofîniyên Ereban nehatiye guhertin, ku netewak dî li welat heye navê wî Kurd e. Herwekî bûyerek dî nêzîk vê jî heye, bi dijwariya xwe nekêmî wêye, ew jî hejmartina (statîka) sala 1962 a ku temenê we bûye 48 sal, ku dora 250,000­ kes ji Kurdan nifûsên wan ji wan stendin, û gotin wan: ”Hûn biyanînin”. Tiştê em dizanin, piştî rizgarkirina çi welatî, divêt xêr û bêr bighê hemî kesên wî welatî, ne hin tenê bi vê serketinê bijîn, û ên dî li ber lingan herin. Ez bawerim eve ne ji sincên mirovên şaristanîne, û gerek ev Erebên şofînizim ên ku Sûriye zeftkirine zanibin, ku miletek heye navê wî kurde, ew jî beşek ji vî welatî ye, û hejmara wî pire, û tê hesêb netewa didwan piştî ereban. Ev kiryarên di derheqa miletê kurd li Sûriyê pêk hatine û  ta ana berdewame, divêt bêne hilanîn, ji ber ev ne karekî dimoqrasî ye, û mafê mirovan naparêze, û bi vî hawî Sûriye dikeve lîsta wan dewletên ku vî mafî naparêze. Di dawî de em bîranîna wan lehengan li bîra xwe tînin, ku ev welatê şêrîn ji destê firnsawiya rizgarkirin û armanca wanî herî mezin pêkhat, dema ev xak ji destê neyaran derxistin û yekîtiya wê parastin, lê mixabin ku îro ro di destên stemkarên hundirîn deye û gelê sûriyê bi hemî netewên xwe bûne bindest. Azadî û rizgarî bo gelê Sûriyê ci kurd ci ereb.
Ev gotar di belavoka Ny Vår ( ”Buhara Nû” )de, hejmara 5an, sala 2000 li Nerwîc hatibû belavkirin. Lê min hin guherîn lêkiriye, da ku li gora vê demê be.

Oslo / 17.04.2010
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…