Çanda sexte

 Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Bandora perwerdehiya dagîrkeran, şûnşopa dijwar a çanda serdestan, hewldanên rêbazane yên talankirina giyan û laşê ziman, çand, kesayetî, bîr û bîreweriya mirov û civaka kurd û valakirina civakê ji naveroka kultûra wê ya gelmper û dîrokî, lawazkirina bîra wê ya resen û li gorî berjewendiyên xwe yên dagîrkerane ji nû ve çêkirina mirovê kurd, hin ji serencamên berdest û berhest û berçav ên prosesa têkçûn û veguherîna civaka kurdistanê ne.
Di vê prosesa jinûveçêkirina mirovê kurd de, kurdan sîmayên xwe, rewişt û gerdîşeyên xwe, xislet û nirxên xwe, taybetmendî û zemînên xwe yên derûnî, ramyarî, felsefî, exlaqî û rasteqîniya xwe ya netewî, çend mercên mirovatiya xwe jî pê re wenda kirin.
Di warê rehdaçikandin û çespandina nirxên sexte û perwerdahiya sexte û bîra sexte û têramandina sexte de, dagîrkerên kurdistanê têra xwe bingehên çandî, siyasî, dîrokî, aborî û civakî li pey xwe hiştin û hê jî dixwazin wan bingehan berfirehtir, geştir û berhemdartir bikin.
Dilsojên herî dilsojane yên vê prosesê, şagirdên herî destpak û herî wefadar ên vê veguherîna kurd a trajedî, yên ku rojane serdestan û hişmendiyên wan werdigerînin zimanê nivîsandina bi kurdî, yên ku di peywendiyên xwe de, di helwestên xwe de, di nivîsên xwe de, di berhemên xwe de, di danûstendinên xwe de, di exlaq û şêwazên jiyanên xwe de, di xeyal û nîgaşên xwe de, di vehûnan û ristina hevokên xwe de xwe dişibihînin serdest û dagîrkerên xwe; yên ku nikarin  xwe di pirsên bindestiya xwe de bibînin û pirsên bindestan biafirînin, yên ku nikarin pirsên xwe û yên neteweya xwe ji pirsên serdestên xwe cuha bikin û nikarin pêdiviyên rojane û yên dîrokî, yên hişmendî û zanîn û hokerên hebûnê yên dûr û nêzîk zeft bikin, yên ku bi kînê, bi zikreşiyê, bi tolhildanê, bi ezîtiyê, bi birakujiyê, bi keysperestiyê, bi bêbextî û tunekirina cihêwaziya hizr û ramanê, yê ku ji hemî civakê bêtir bandor û şûnşopa prosesa buhujîn û asîmîlasyonê wergirtiye û di jiyana nivîsandina kurdî de jî bi kar tîne,  rewşenbîr û nivîskarên kurd in.
Ji bo afirandina hin pirsên bûneweriya civakê û bûneweriya afirandin û nivîsandinê, pirsên di prosesa bindestiyê de çi bi serê me hatiye, em kî ne û em berhemên kîjan zimanan û dibistanan in, hestên me, hizrên me, xeyalên me bi kîjan kulturan hatine damezirandin û avakirin? Bi qasî ku giring in ew qasî jî di cîhana rewşenbîrî de, pirsine çarenûsane ne!
Di baweriya min de, bi destxistina nasnameya nivîskariya bi kurdî,  afirandina rasteqîn a deq û berhemên bi kurdî û zaftkirina asoyên revyayî yên bîra kurd a resen û birîndar, di vê qonaxa hestbar û hestyar de, erkên nivîsandinê aloztir û dijwartir dikin.
Ji boyî hêsankirina erkan û zelalkirina prosesa nivîsandinê, pêdiviya me bi hin çarçeweyên teorî heye, yek ji pêwistirîn çarçewe jî ew e ku, em xwe ji bandor û şûnşopa serdestên xwe rizgar bikin û em peykerên wî serdestî yên çandî û kultûrî di derûn û hinavên xwe de biherifînin û birûxînin. Em hewl bidin ku çend gavan ber bi hundirê xwe ve sernişîv bibin, xwe û dîroka xwe, hest û nestên xwe bixwînin û rastiya wendayî di asoyên bîreweriya xwe de zeft bikin.
Gava pêşîn a vê xwendinê jî di yek xalê de berceste û bi gewde dibe:

Ez çawan dikarim bi kurdî li xwe û li civaka xwe û li bindestiya xwe û li derûdora xwe û li taybetmendiya dîrokî ya neteweya xwe binêrim û bi wê nêrînê re, ez çawan dikarim pirsên cihêwaziya xwe wek nasname, wek xwenasîn û wek taybetmendî, biafirînim?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…