Rezoyê Osê jî ji nav me koç kir… Mirin, mala te bişewite!

  Evdile Koçer
evdilekoçer@yahoo.com

Dema ez xebera koçkirina dawî ya Rizoyê Osê(1950-2010) ji Konê Reş werdigirim, pelçimên xemgîniyê ji rihê min dadiweşin.
Ez ji xwe re dibêjim, ‘Mirin, mala te bişewite!’…

Û yekser berê xwe didim nav wan wêneyên ku min di serdana xwe ya berî du hefteyan de li Qamişloka rengîn pê re kişandibûn. Di serdana xwe ya Binxetê de dema ku Konê Reş behsa nexweşiya wî ya giran kiribû hema yekser me berê xwe dabû mala Rizoyê Osê.
Her çiqas ku bêbava mirinê xwe li dora wî kon jî vegirtibû, lê ji nav deng û fikrên wî her hilma jiyanê difûriya. Di wê kurteserdana min de, me bi Rizoyê Osê re bîranînên xwe yên berî 7 salan taze û temenê henek û serpêhatiyên xwe jî nû kirin.

Meseleyên ser ziman û wêjeya kurdî, di nav vegotina wî de te digot qey çareserî ji xwe re peyda dikirin.

‘Wê ev jî derbas be!’

Belkî ewî jî dizanibû ku mirina rûreş li deriyê wî xistiye, lê her digot: ‘Wê ev jî derbas be!’. Li gel nexweşiya xwe jî, bi sohbeta xwe ya xweş ve dilê mêvanên xwe geş dikir; bi nefsbiçûkiya xwe ve di dilê gelek kesan de bêtir cih ji xwe re çêdikir.

Rojên xwe yên dawî jî li ber pirtûkxaneya xwe ya mezin di nav berhem û nivîsên kurdî de derbas kir. Kula wî ya herî mezin ew bû ku li Bakur pişta asîmilasyona dewletê bişkê; gazinca wî ya herî mezin jî ew bû ku hê jî rewşenbîrên kurd bi tirkî/erebî dinivîsin.

“Îro ji doh çêtir e, lê sibe jî wê ji îro baştir be!”

Lê hêviya wî jî ji nifşa nû zêde bû ku hêdî vedigerin ser rih û hebûna xwe. Digot, “Îro ji doh çêtir e, lê sibe jî wê ji îro baştir be!”

Ez ji sohbeta wî têr nedibûm, lê dema min xatir jê xwestî min dizanibû ku wê ev hevdîtina me bibe ya dawî; lê dîsa jî dilê min vê yekê nedipejirand. Belkî jî Rizoyê Osê ji zû de bû haziriya xwe kiribû û dixwest ku dawa xwe ji mirina bêbav re veke.

Belê weke ku şaîr gotî, ‘Her mirin, mirineke zû ye!’ be jî, lê Rizoyê Osê zûka xatir ji vê jiyanê xwest. Li pişt xwe jî tibabek berhem û şagirtên ziman û wêjeya kurdî hişt.

Oxira te ya xêrê be Kekê Rizo…

Nîşe: Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…