Helbes û Sansur û Hin Tiştên Din…

Kemal NECIM

Di çend malperên Kurdî de nivîsek e Mamosta Konê reş bi sernivîsa (ez û pirsên kak Mesûd Xelef Li Dor Helbestê) hatibû weşandin ku nivîs bi xwe bersiva sê pirsên birêz M. Xelef di derbarê helbestê de bûn.
min jî çend têbênî li ser wê nivîsê hene dixwazim bi birêz Konê reş û xwendevanan re parvebikim.
Li ser pirsa ((Aya têkiliya helbestê bi desthilatê ve heye?)) birêz konê reş rê li ber xwe û li ber mejî winda kiriye û mijar girêdaye bi polîtîkayên rejîmên desthilatdar di ((cîhana sisiyan)) de û li gora wî ((sansora ku heye polîtîkî ye bêtir ji civakî)). Û paşê li xwe û me  vedigere û sansur û qedexeyê  xwe û yên civakî li pêşiya me rêz dike. Mîna ((Êrîşkirina li ser olê û hetîketiya bedena jinê)).
Bê guman polîtîkayên rejîmên desthilatdar yên çewisandin û qedexekirinê bandorek e mezin li ser derbirîn û afirandinên hunerî û toreyî dikin, lê ya rastî bandora herî mezin û xerab ya  çewisandin û qedexekirinên desthilata civakî ye. Binyada vê çewisandinê  têgihên ramyarî yên kevn in û carna jî (paşverû )ne, ku bi awayekî ji awayan bûne yasa û zagonên rêvebirina wê civakê. û alavên vê çewisandinê endamên civakê bi xwe ne, ku ew jî bi awayekî ji awayan bûne nûner û parastvanên van zagonên  civakî.
Di vê mijara me de yek ji rûyên vê desthilatdariyê birêz Konê reş bi xwe ye ku ji alîkî ve ji helbestvanan dixwaze ku ((mêr)) û wêrek bin, û şaşî û xerabiyên civakê eşkere bikin ((bi wêrekbûn şaşî û xerabiyên civatê eşkere dike. Ew şaşî û xerabiyên ku civat ji ber bendora wan paşketî maye..))
 ji aliyê din ve wek desthilatdarekî, qedexeyên xwe yên civakî li pêşiya wan radixe ((li navdariya, li ser pişta çend qedexeyên civakî negere, wek: Êrîşkirina li ser olê û hetîketiya bedena jinê)). Ango ((Êrîşkirina li ser olê û hetîketiya bedena jinê)) qedexe ne û xetên sorin, û yê ku wan derbas bike ne afrêner e, ew tenê li navdariya xwe digere.  
Ev helwest, ev nêrîn, ev derbirîn bi serê xwe çewisandinek e civakî ya mezin e, û ji çewisandina rejîman girantir e, ji xwe tu cudahiyek e mezin di navbera herdû desthilatdaran (ya rejîman û ya civakê)  de nîne, herdû jî sistem û yasaya xwe diparêzin.  lê ku ev helwest ya rewşenbîrekî be û ya qaşo (Entelcinsya)  û bijarteyekî civakê be, ev bela û bobelata mezintir e.
Konê reş, wek rewşenbîrekî bijarte, li şûna ku pêşengê nûjeniya civakî be, li şûna ku alîgir û serkêşê çanda vebûn û guherîn û pêşketina civakê be. Berevajî vê yekê, ew ji rejîmek e desthilatdar bêhtir xetên sor li pêşiya civakê datîne.
Ji xwe di bersiva xwe ya li ser pirsa ((Helbest di roja me ya îro de li kû maye ? )) helwesta birêz Konê reş ya desthilatdar û destpot li hember ezmûn û hewildanên nûjenkirina helbestê pir xwiya û eşkere ye, lê emê vê mijarê û mijara helbesta kilasîk û ya nûjen bihêlin ji nivîsek e din re.
Neha em vegerin ser herdû qedexeyên mamostê me (ol û bedena jinê)!
Ji ber ku peyva (Kurdî) di bersiva mamosta ya herdû pirsên pêşî de derbas nebûye, em nizanin ka ew behsa helbestvanê Kurd dike yan behsa helbestvanê cîhanê bi giştî dike, herweha em nizanin ka ew behsa (ol) ê bi giştî dike, lê behsa ola misilmaniyê dike.
Eger mebesta wî helbestvanên Kurd in û ola misilmaniyê ye, ji xwe tu helbastvanên Kurd bi qasî (Cegerxwîn ) êrîşî olê û sembolên olî nekiriye. Nekû ez vê cureya êrîşkirinê ya Cegerxwîn rewa dinirxînim, bervajî vê, di baweriya min de Cegerxwîn ne bi hişmendiya helbestvanekî, lê hişmendiya partîzanekî komonîst ev tişt kiriye, li ser rêbaza ku (ol efyona gelan) e. Lê gelo… Cegerxwîn bi vê derbirînê li navdariya xwe digeriya?.. bersiva vê pirsê li ba mamosta Konê reş e.
Lê dîsa jî….. çima na?
Çima bila em nêzîkî olê û têgih û sembolên olî nebin?..
Tu dibêjî, şaşî û çewtiyên civakê.
Ma ew civak ne bi zagon û bîrewerî û bîrdoziya ola Islamê birêve diçe. Ango, ma ew şaşî û çewtiyên civakê ne şaşî û çewtiyên olê ne jî.?
Ma ol bi xwe ne derbirînek ramyarî ya mirovahiyê ye?, ma ew derbirîn û ramanê ku temenê wê hazarê sala ye ti şaşî û çewtî û kevneperestî bi xwe re ne aniya roja me ya îro?, ma pêdiviya wê ramanê bi lêpirsîn û guman û rastkirin û çareserkirinê nîne.
Lê… dîsa jî, çareserkirina şaşiyên olê û yên civakê ne ji erkên helbestvan û helbestê ne.
Lê.., ji mafê helbestvan e ku (bê sansur) carna ol ê û sembolên olî di helbestên xwe de bikar bîne.
Ji mafê wî ye ku (bê sansur) carna ol ê ji asmanê wê yê bilind daxîne jêr û bide ber kêş û pîvana hiş.
Ji mafê wî ye ku (bê sansur) di wê kêş û pîvanê de, doza serkeftina hişê xwe bike.
Em werin ser mijara (hetîketiya bedena jinê), ku yek ji sansurên mamosta Konê reş e.
Gelo mebesta wî ji (hetîketiya bedena jinê) çiye?!
Em kurd her roj di sitran û helbet û lawik û mamik û lavij û payizok û serêlî yên xwe (yên evînî) de pesna çav û lêv û por qirik û sing û memikên jinê dikin, û ev tişt ne di kevnetorê me de nejî di jiyana meya rojane ya îro de, ne şerm û ne kirêt bû û nejî hetîketî bû.
Eger mebesta wî ji hetîketiya bedena jinê ne ev hemû bin, dêmek ew çêr (Erotîzm) ê dike, ew çêr (erotîk) ê dike, û bi kurt Înglîzî ew çêr (sex) ê dike.
Ji xwe ev mijar, ango mijara (sex) ê bi tev ya olê du girêkên me yên kor in. Û Helwesta sansur kirin û nuxumandin û veşartina  vê  babetê helwestek e (mêrane) (nêrane) ya desthilatiya civaka nêr e.
Têkilya jin û mêr, têkilya jinê bi laşê wê re, têkilya mêr bi laşê wî re, têkilyên tarî û ser nuxumandî ne, pêdiviya van têkiliyan bi ronîkirin, bêvirî kirin û eşkere kirin û ser rastkirin û lihevkirinê heye. Pêdiviya jinê bi wê yekê heye ku bi laşê (bedena) re bi hestên xwe re lihev bike, pêdiviya mêr jî bi wê heye,  ev li hevhatin bi veşartin û nixumandin û şermkirim û qedexe kirin û çewisandinê çênabe, berveajî wê  bi naskirin û eşkerekirin û şîrove kirin û zanînê çêdibe.
Bê guman pêkanîna van tiştan ne erkên helbestvan û helbestê ye Lê huner û tore bi giştî û helbest bi taybetî dikarê tariya li ser wan ronî bike, dikare perdeya qedexeyên li ser rake û herweha dikare wan xweşik bike. (sex) bi serê xwe wek bûyer, kiryareke lawirane ye, girêdayî hin pêdiviyên biyolocî yên laş in. Lê ji ber mijara me li vir ne lawirin, mirovin. Mirov bi hiş û hişmendiya xwe ev kiryar, ev têkiliya laş, kiriye kiryarek e hestiyan e, û têkiliyek e mirovan e bi hest û raman. Yê hunermend û torevan û afirêner bi alavên xwe yê afrandinê van hestan bi nav dike,  xweşik û bedew dike. Ji xwe (Erotîzim) û toreya erotîk yek ji rûyên vê hewldana bedewkirinê ye.
Di dawiyê de ji xwe dipirsim, gelo mamosta Konê reş çima ji hewildanên nûjenkirina helbestê bi saw e?, çima ji herifandina pergala paşverûtiya ol ê bi saw e? Çima ji herifandina pergala  têgihên (mêyane û nêrane) bi saw e?!.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…