Berkanîkên tayê


Şepal Hêvo

Di cejna jidayikbûna helbestê de we diyarî xwe dikim))
Rûdêmên te li ser pişta vî bajarê jiberbûyî  peya nabin, tu yê mîna belavokên bêguneh …
Û dengê te,ew dengê  nixumandî bi meşa dotkerne  bêjî,salan ji tenêtiyê kesax dikin,hêdî  hêdî tu  û kesrê di  destê sêwiyan de newq dibin,malkambaxo qey tu nizanî? Bê kenê Ehmedê Xursî  heyvanê mirinê ye, qey tu nizanî? ew ken bi qaçaxî xwe li sînorê dil dide..

na ne tu û ne  yên ku bên.
Tu, ew tiliya bombe kirî, dema nêzîkî zaroktiya vî bajarî dibî… û di gorçika wî ya pîne kirî de li parçeyek ji topê azadiyê digerî, Xemgînê Remo  giriyê xwe ji keçkanî dixîne,gorekê ji raman re dikole û di wir de gotinên xwe bi lêvên Têlî dixwîne.

Tu, ew nivişta raketî di nav nigên vî bajarê kunemîzî de…û dema gavekê ber bi keçkaniya helbestê didî,û şûrê xwe yê rep li hemberî wan gotinên sîpe hildidî,bînefişk  bi pênûsa wî dikeve , ew kesê ku hîn jî dilbijê tenêtiya xwe ye.

Tu, ew siwarê xapînokî, dema tu bi rişma vî bajarê kulek digrî û berê wî didî Çemê êvarê…
Wate bêhiş diherikin,gotinên gundewarî xwe li ser kezeba oxirê moxil dikin û hê jî ew diherike.

Tu, ew sitrana pîxwasî, merdewana xwe li ber bejna  vî bajarê rik-rikî datînî,û  bi lez tu hildikşî,qena tu banê wê êşa bilind bibînî.

Erê …tu  ew xewna  serjêkirî  ya ku di damarê xewleyê de li çavekî  derveder digeriya,û niha di pêsîra vî bajarê  sergêj de tu  bi çarlepikên xwe yên tûj deriyê helbesta Ciwan Nebî  vedikî
û Hewildanên wî yên kuh Sinet dikî.

Tu, ew Keleşêrê korî,  dema  ev bajarê tazî ji xwînê şiyar dibe û çavên xwe yên qemûşk girtî  bi guriya şermola kil dike, tu mizgîniya şewateke din di zimanê Qadir de vêdixî û wî di ferhenga zaroktiyê de tarûmar dikî.

Tu,ew girêza boyaxkirî  bi mamikên tirsê ,dema  li ser memikên gotinê dirjî û tixubên hinekirî derbas dikî,Pejal darbesta kenê xwe yê mezrone di celdeyên hewarê de dixindirîne û xwe bi tarîbûna Biyaniyo didoşe.

Û hîn jî dibêje!: Riyên te yên zerhimî pesnê xwe bi meşa me ya nermok didin,rojên te yên beredayî xwe di bînberdana me de kok dikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…