Dîrok a kurdên Urdin

  Şêrzad Efrînî

Pirek ji kurdan nizanin ku li welatê (Urdin ) îro hêjmar a  kurd an zêde tirî   50, 000. Ye   ji bilî penaberên  ku ji rojava û başûrê kurdistan ê li wir di jîn û kar di kin.  Di demê dawiyê de pir nivîskaran li ser vê babetê lêkolîn û pertûk çê kirin e . piştî ku min hinek gotar li ser dîrok a kurdên Urdin xwend bi zimanê Erebî hinek zanyarî min wergirtin lê mixabin bi kurdî kesekî li ser vê babetê ne nivîsandî ye. Ji ber wê sedem ê min xwest ez gotarekê li ser vê babetê bi nîvsînim ji ber ku beşek mezin ji kurdan bi ziman ê Erebî nizanin .
Wek ku em di zanin kurd ne tenê li ser axa kurdistan ê di jîn wek gelên dî ji demek zû de kurd ji kurdistan ê hatin e der ji ber ku gava dewlet a Eyobiyan çê bo pir kurd ji kurdistan ê derketin û bi aliyê başûr de hatin (Libanan, Felestîn , misrê û hin devarê dî) :
Lê kurdên Urdin bêtirî wan de serdema Osmanliyan de hatin wê deverê .. di demê dawiyê de Dr Mihemed Elî Swêrekî pertûkek bi navê (kurdên Urdin û rola wan di damezrandin a dewlet a nû de).
Di wê pertûkê de bi şêwakî xweşik li ser kurdên Urdin Û Felestîn ê rawetiye û lêkolînên berfereh li ser kurdên wê deverê nivîsandî..
Gava ku dewlet a Urdin Hatiye damezrandin kudan rolek mezin û giring têde lîst ji her alî ve .
Gava Mîr Abdulla Husên Hatiye Urdin ku bi bê mîrê wan di sala 1920 de . dû qumîtan ên mezin pêşwaziya wî kirin ( Xelîl Bekir Zaza . û Nûridîn Bertancî ) .herdû jî kurd bûn. û gava mîrê Urdin sûpa ya dewletê da mezrandî mezintirîn qumandar ji kurdan bûn wek ( Xelîl Bekir Zaza, Nezmî Xelîl Bedirxan, Mostefa Milî . Reşîd Medfeyî.) û pirek dî yên ku ne bi nav û deng bûn. Lê hinek ji wan gihiştin astekî bilind  . Reşîd Medfeyî serokê asayîşê giştî bû di sala 1923 de. Û ferîq  Salih Kurdî serok ê hêza asîmanî bo û nûnerê wezîrê sûpaya Urdin bû di sala 1962 ta 1971 an…
Di warê siyasî de jî kurd pir pêketî bûn û gihştin astên bilind wek serokê hukometê ,,Seid Cima,, ew nêzîk 20 salan wezîr bû di hukmetê de û birayê wî jî wezîr bû Selah Seid Aldin. Û hinet wezîrê dî wek Xêridîn Zerkelî û Seid Aldin Cima û wezîrê tenduristê Eşref Kurdî.. û her wiha wezîr Reşîd Medfeyî wezîrê navxwe bû di sala 1939 an de.. Selah Cima ew jî wezîrê çandinê bû deh salan ji sala 1969 ta 1979. Dr Yûsif Zihnî wezîrê kar û sosyalîstê bû di sala 1973. An de…
Di warê doblomasî de jî kurd serkeftî bûn wek Elî seydo Goranî wezîrê têkiliyê karê derva bû û pir caran sefîrê Urdin bû li pir dewletan wek( Anqra , Şam , Cada, Yemenê)..û Medhet Cima ew jî sefîrê Urdin bû li pir welatên cîhanê wek( Amrîka , Almanya , Mexrib, Zûnis , Ispanya..). û Abdul Îlah AL Kurdî ew jî sefîrê Urdin bû li pir welata. Wek ( Malîzya , Rosya) û Dr Mazim Cima sefîrê Urdin bû li pir welat a.
Ji aliyê tenduristî de De ,,Eşref Kurdî,, navekî pir mezin e ne tenê li Urdin Li seranserî cîhan ê bi nav û denge ew serok komelê diktorên ereba bû ji salê 1984 ta 1993. Û cegerê serokê diktorên cîhanê bû ji ber ku Prîfîsorekî pir jêhatî ye di pispor a xwe de . û we Diktor ê teybet bû ji serokê Felestînê re ( Yasir Erefat ) .
Ji aliyê çand û hunerê de jî kurdan rolek mezin standine. Wek nimûne. Said Cima di sala 1947 de rojnama (al haq) damezrand û ji bilî wê pir gotar û pertûkên wî hene tevî ku serok wezîr bû lê ji aliyê çandî ve jî kar û xebat pir kiriye. .. Elî Seydo Goranî ew jî nivîskarekî bi nav û denge çend pertûkên wî bi ziman ê Erebî hene û ferhangek mezin (Kudî –Erebî ) çê kiriye û yken kes bû di welatê Urdin de ku Zanko xwendiye .. ji bilî ku sefîrê Urdin bû li çend dewletên Cîhanê… 
Dr Mihemed Elî Siwêrekî zêdeyî 10 petûkên dîrokî nivîsandine û xelat a zêrîn wegirtî ji aliyê dewlet a Urdinî ji ber ku lêkolînên wî pir girigin û pitûkên wî li zankoyan tê xwendin..
Mamoste Ebdulrihman Kurdî ew jî nivîskarekî pir bi nav û denge û yekem kes bû di Urdin de çapxane vekir û bi sedan petûk çapkirin ji nivîskarên Ereban re û her wiha rojnama (Urdin AlCadîn ) damzrand di sala 1950 de û çend petûkên wî jî hene.
Necmiyê Hikmet û Dr Bozan Hayder ew jî nivîskarinî bi nav û dengin di Urdin de …
Ji aliyê olî de Mihemed Seid Al Kurdî pir bi deng bû şêxê yakem bû di belavkirine riyr Neqişbendî û sofîyetê.. bi sed hezaran mirodê xwe hebûn û hinek petûkên wî yên olî hene. û pir mizgeft avakirine li seranserî Urdin.( Arbed , Uman , Sarih , zarqa).. û bê guman pir şêxên kurd li Urdin hene wek Şêx Alî Al Kudî , Ehmed Milî , Hesen Ebdilê . û hinek dî…
Ji aliyê huner û şano û sînema jî pir navên kurd hene wek dehuner Ibrahîm Xelîl Al Kurdî pir şano nivîsadine û bi xwe derxistî. Û di dema dawiyê de derhunerekî bi nav û deng e niha (Ziyad Kurdî)
Bi dehan zincîrên telefizyoni der xistine û her wiha sînema.
Niha jî çend rojnamevan ê ku di telefizyana Urdin de kar di kin û yên programan derhuner di kin wek ( Iman Zaza . Xeldon Kurdî , Dama AL Kurdî ).. ji aliyê civakî ve kurdên Urdin ji malbetê malêk Husên zawac kirine ji ber ku kudên Urdin pir dewlemendin û bank Al Urdin kurdan damezrandî û di aliyê ticaretê de bi sedan şirket û fabrîkên wan hene …  ji malbetên herî mezin yên kurd ( Seydo, wanlî , Zaza, Kudî , Berazî , Zerkelî , kurd Elî , Baban, Cima, Eyobî, Bedirxan , Birosk, Eyzolî , al Morad, û hinek dî.).
Mezintirîm malbet Al Kurdî ne wek hêjmar û dewlemend ji aliyê mawdanî ve …

Niha komelak kurdan li paytexta Urdin heye bi navê ( Salah Al Dîn) ew komele carne hinek çalakiyan di kin lê mixabin bêtirî kurdên Urdin zamanê kurdî nizanin … ji ber ku di nav kultora ereban de bûn û di bin bandora îslamê de man … lê hemo di zanin ku kok û tamarên wan kurdin….

7-12-2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…