Elo û mîrê bota

 Dilovan çeto

Dibijin di cizîra bota de gelek çem û golê avê hebûn , û jibo vê yekê kesê li cizîrê dijîn gelek zor zehmetî dikişandin di çûn û hatina xwede nemaze kesê livî aliyê çem û kesê li aliyê dîtir.
Mîrê bota ev zehmetî bi çavê xwe dît û jibo wilo fermanek da bi avakirina pirekê liser çem jibo çûn û hatina xelkê cizîrê û lawirên wan. 

Piştî zemanekî pir hate avakirin û miletê cizîrê gelekî kêf xweş bûn bi avakirina vê pirê û gelekî razîbûna xwe dane xwiyanîkirin ji mîrê bota re.
Rojekê mîr drekete ser banê qesrê û dûrbîna wî pêreye û çavê xwe li bajêr gerand , carekê dûrbîna wî hate ser pirê, dît vaye zilameke bi çar lepika di ser pirêve dixwazê derbasbê rexê dîtir ji çem.
Mîr dûrbîna xwe liser hêla ta ew mirov derbas bû û çû rexê dî ji çem lê çawa di tirsa , mîr dinava xwede got min tirsonek dîtine lê mîna vî kesî min tucarî ne dîtine.mîr siwarek şiyande baskî pirê de û jêre got jiminre navê wî mirovî naske û binêre  ew çi kese û ji kîjan eşîrê ye.
 li dîwana mîr gelek kes lidora mîr civabûn,mîr bankire wî siwarê ku şiyandibû navê wî kesî bênê û jê pirsî  kîbû ew mirovê ku newêrîbû diser pirêve bimeşê û bi çarlepika derbasbû rexê dî .
Yê siwar jêre got mîrê min filan kesê kurê filan kesbû û ji filan eşîrê ye .
Mîr bidengekî qube got : xwedê jê ne razîbe û ew mirovekî tirsoneke û pîse û eşîra wîjî weke wî pîse, eger eşîra wî başbane û mêr têde hebane wê ewjî mîna eşîra xwe bane.
Elo jî li dîwanê rûniştiye û yek ji zilamê mîre û di nav mala mîrde dijî , lixwe ne xweş kir dinava xwede, lê nikarê bimîr, ji dîwana mîr derket û berê xwe da axurê hespa û hespek neqand û derxist, lê siwarbû û berêwê da biçolêde ta ew westand û ji nişkave berê wê da pirê û bû şîqe şîqa hespê û berê wê kete avêde û çara wê nema ji bilî derbas bûna pirê pêve.
Lê elo hişk bi hefsarê hespê girtiye û diser pirêve diçê û tê .
Xeber dane mîr û gotin siwarek diser pirêve diçê û tê , hema mîr dûrbîna xwe da ber çavê xwe û li rexê pirê meyzand çawa ew siwar hespê didê bi cirîda û her carekê di ser pirêve derbas dibê peşkê avê jiber lingê hespê belav dibin.
Mîr bilez dukes şiyandin da binêrin ev kiye wisa diser pirêve derbas dibê .
Herdu kesa meyzandin vaye eloye !!
Jêre gotin bilez were mîr te dixwazê, elo got herin ezê werim, elo hesp vegerande cihê wê û hate dîwanê, silav da û rûnişt .
Mîr berê xwe da elo û got hey agir bi rihê te keto ma cirîda te nîne nego liser pirê bê, ma tu nabê lingê hespê bişkê û tu bikevê çemde û tu bi fetisê, ma tu bûye rustemê zal yan jî enter ibnil şedad, qey cegerê te ji polaye.
Livir elo rabû û got mîrê min qey nayê bîra te ew kesê diser pirê ve bi çar lepka ve derbas bû ?
Mîr got lê tu çima dikê behsa wî kesî !?
Elo got ew kes pismamê mine û ji eşîra mine û te got ew mirovekî pîse mîna eşîra xwe, dema te wisa got limin nexweş hat lê ma ezê çibikim ez nikaim bite lê ji qehra navê xwe min wisa kir û te derbê mêra dîtin.
Livir mîr got : gelî mêra ez ji gotina xwe vegeram .raste heçî eşîrin mîna dehlêne şêr jî têde hene û rovî jî têde hene û berê xwe da elo û got kurê min elo tu şêrî û ew pismamê te roviye .
 
dilovanceto@hotmail.com
 
 
 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…