Ismail HemêJi bo bersivdanê li ser kesatî û hêzên opozisyona ereb ên ku êrîş kirine kongirê Partiya Yekîtî em vekirî di bêjin ku ev nêrîn ne tiştekî nûye, ji ber mixabin ev hêzên ereb ta roja îro bi ramanên rigezperest û nîcadperest li pirsgirêka kurd di nerin, ew nerîn ne cûdaye ji nerînê rêjîma partiya Beis, çimkî ew jî hîn ji kaniyên dibistana Efleq û xeynî wî ava nîcadperestiyê veduxwin, em mendehoş namînin ku nêrînên wiha eşkere bikin, lê em matmayî dimînin demê ew doza guhertinên dimuqrat dikin, û bi zimanê bergêrên mafê mirov di axivin, lê em dizanin ku ramanê dîmuqratî û rêzgirtina mafê mirov ji bo wan tenê kincekî moderne li xwe dikin ji ber modêla xebata nûdem dixwaze ku dibin vî kincî de rastiya xwe veşêrin, da ku karibin bighin ser deselatê, û dûvre ne giringe li ser wan çi bête gotin.
Serpêhatiyên cîhanê di warê mafê etonomî de tiştekî berovajî vê nêrînê diyar dike, û dupat dike ku sîstema xodmuxtariyê hatiye ji bo parestina yekîtiya welatên ku netewên cûr bi cûr têde dijîn, û yek ji şêweyên rêbirînî li himber serxwbûna netewên bindeste. Xodmuxtarî bi xwe ji afirandinên deslatê dagirker bû, hate bicîkirin di yasa navdewletî de, di destpêka sedsaliya bîstande, li himber tevgerên rêzgarîxwazên netewî, û doza serxwebûna gelên bindest. Lê dema ku hêzên opozisyona ereb vê sistemê ji rêbazên çareserkirina doza netewa kurd wek hewildanekê ji bo perçekirina xaka dewleta Sûrî di nirxînin, ew tê wê watê ku ev hêzên opozisyonê miletê kurd nabînin wek netew, yan wek miletekî li ser xaka xwe yî dîrokîye, û nabînin ku ji mafê wî ye ku xodmuxtariyê bixwaze, ji ber ew li kurdên Sûrî dinêrin wek penaberan, ji dewletên derdora Sûrî hatine, yanî ew ne netewek resene. Ew vê rastiya xwe na veşêrin, lê hink hêzên kurd yên dan û sitandinê bi wanre dikin di xwazin vê rastiya wan veşêrin, ji ber ew hêzên kurd bi xwe hebûna kurda li Sûrî nabînin wek hebûna milletekî li ser xaka bav û kalê xwe û wek netewek resen di Sûrî de, û nabînin ku ji mafê wî yê rewa ye ku xodmuxtariyê bixwaze, ji ber ew bi xwe mejiyê wan hatiye şuştin û bi mejiyê rêjîmê ramandibin û berjewendiyên wê diparêzin.
Sernivîsa Belavoka YEKÎTÎ ya kû komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî dertîne, Hejmar /18-19/ Çirya paşî

Şîrove (0)