Nisrîn Ehmed
Te di xew de dibînim..
çûna te dibînim.
xwe amade dikim ji çûnê re.
sitêrên min ji dîdarên te re dayîn hev,
yek bi yek darve dikim.
li pişta xwe girêdidim.
Gulên ji roniya çavên te bişkivîn
li ser kirasê xwe ve werdikim.
xewnên li ser sînga te min dîtin…
ristikin li ser gerdena minin.
bi tilîyên te pora xwe şehdikim.
helbesta cara yekemîn, di nav de diçînim
dizanim…
di dilê te de nîgareke evsane me.
Lê, bêdengiya te dibêjê:
çûn bê vegere.
ne xeme…
dilê min bawermende
li ser kirasê xwe ve werdikim.
xewnên li ser sînga te min dîtin…
ristikin li ser gerdena minin.
bi tilîyên te pora xwe şehdikim.
helbesta cara yekemîn, di nav de diçînim
dizanim…
di dilê te de nîgareke evsane me.
Lê, bêdengiya te dibêjê:
çûn bê vegere.
ne xeme…
dilê min bawermende
*******
Deryayekî dixwazim
Te digot:
Xweşiya jiyana te me.
Buhara viyana te me.
Lê, te dizanî ev war, warê girtîgiha ye.
Evînî, gunehê jina ye.
Tu jî wek vê civakê, tirsonekî.
Dilê te zîndan e.
Kevok, ji zîndanan heznakin.
Gul, di tarîstanan de na jîn.
Evînî, di sihê de mezin nabe.
Dîsa, min ji te re digot:
Ez çemekî bi hêzim.
Bi xumxum û dirêjim.
Deryayekî dixwazim.
Evîn û jiyanê lê belavkim.
Gola te têra min nake.
Dergehên deryayê veke.
Yan, ji rêya min derkeve.