Rijêma Ba`as riya çareseriya kuştinê helbijart

Diyar Ehmed

Van çend rojan serhildana gelê Sûriyê wê miha sêyan derbas bike, gav li peyî gavê hêz û bergehê vê serhildana cemawerî xurt û berfereh dibe û pê re jî serdera daxwaz û xwestekên milet bilind dibin.

Îro roj dirûşma: ” gel dixwazê rijêmê hilweşînê ” li seranserî parêzgeh û bajarên Sûriyê tê bihîstin û hildan.
di destpêka nerazîbûn û xwepêşandanên gelê Sûriyê de xwepêşanderan doza guhertin û çaksaziyên siyasî dikirin û rijêmê jî di bin fişara hêza xwepêşanderan de pêşiyê li ser devê serokê Sûriyê Beşar Esed û hin serwerên rijêmê ragihandin ku nerezîbûn û xwepêşandan ji mafên milete û destorê ew maf misogirkirye û parastiye, û herweha doz û daxwazên cemawer jî daxwazin rewane û soz dan ku dem hatiye  û wê dest bi guhertin û çaksaziyên siyasî û aborî bikin. evan axavtinan sînorên avahiyên ku ev axavtin tê de hatin kelandin derbas ne kir û tenê man gotinin geş û dilxweş ,lê di warê kirinê de tiştek li ber çavan ne hat dîtin.rijêmê tiştek digot û tiştên vajî wê yekê dikir,ji zû  ve matmane û bawerî di navbera rijêmê û milet de nemaye ,û rijêm ne bawer bû ku gava pêşîn li ser rêya guhertinan bavêjê,ji ber taze dizanî avêtina gava pêşîn di guhertinan de wê bibê pêngava yekimîn di hilweşandina bingehên rijêma Ba””””as de ya ku avaye li ser siyaseta devgirtin,kuştin,talankirin,tepeserkirin,zordarî  û çewsandinê.ji ber wê jî bi rengekê rast û yekser nekarî guh bidê gazî û xwestekên xwepşanderan û her dîsanê ji ber wê yekê jî guh neda şîret û bangewazên hêzên herêmî û nêvdewletî.rijêmê xwest sînoran li dora daxwazên xwepêşanderan lêbikê û cudahiyê bikê di navbera xwepêşanderan de.ji aliyekî ve daxuyakirin ku  daxwazên wan rewane û ji aliyê dî ve viya rûyê xwepêşanderan biguherê û kirasê reşê guropên çekdar û terorist li wan bikê ta ku hêncet û mihaneyan ji şêweyê kar û kiryarên xwe yên tund û dijwar re li dijî xwepêşander û serhildayan bibînê, û xwest ji hêzên herêmî û nêvdewletî re çîrok û şanoyên kevin dobare bikê û tirsa ji rêxirawa Qayîdê ya terorist  û guropên musilman yên hişik û tundkar di serê wan de vegerênê û wê tirsê li ber çavên wan hêzên nêvdewletî deyînê, ji wan re diyar bikê ku bi çûna rijêmê re wê ewlekarî û berjewendiyên wan hêzan di herêmê de têkbiçin û tevlîhev bibin.lê şêwerdar û serkirdên rijêmê vê carê ne hat bîra wan ku ” ew ware lê ne ew buhare ” û jibîrkirin yan xwestin jibîr bikin ku buhara rijêmên sitemkar û dîktator borî û îro peyîza van rengê rijêman destpêkirye,li gorî rengê berê bi tirsê,eşkencê,kuştin û tepeserkirinê kirîz,alozî û pêsgirêkên miletan çareser nabin û herweha ewlekarî û berjewendiyên hêzên nêvdewletî û herêmî nayên parastin, civata ewlekariya nêvdewletî, û saziyên sivîl û rêxistinên mafên mirovan îro beramberî van rengê çareseriyên dilgiran û hovane bê deng û devgirtî jî na mînin.
Rijêma Ba””””as eve nêzîkî (50) pêncî sala ye siyaseta devgirtin,newekhevî,birçîbûn,çewsandin û sitemkariyê li ser gelê Sûriyê bikartînê.di encama vê siyaseta kirêt û malwêran de sê doseyên mezin û giran di nava xebata (50) pêncî salên borî de li şûn xwe ve hêla, û ji bilî wan hersê doseyên mezin çendîn doseyên piçûk yên dî jî di stûyê serwer û rêberên rijêmê de hene,tevlî kar û kiryarên wan yên bûyer û rûdanên vê dawiyê  ku jimara kuştiyên serhildana gelê Sûriyê  ta niha gihaye zêdeyî (1250) kuştiyan û jimara girtiyan di ser (13000) kesî re ye.
Rêber û serwerên rijêmê dizanin ku eger hevsarê siyaseta desthişkî û tepeserkirinê li ser gelê Sûriyê sist bikê.bê guman gelê Sûriyê wê serpêhatiyên dema borî li bîra xwe bînê û bi rêya dadwerî û yasayê deriyê doseyên kevin vekê û serê rêberên rijêmê ber bi dadgeh,zêndan û sêdarkirinê ve bibê.di berê de hatiye gotin:” ti çi bikê kewarê ewê werê xwarê ” û ” xwîna rijandî narazê û nayê jibîrkirin ” . rijêm nikarê yek gavê ber bi guhertin û çaksaziyên siyasî û aborî ve bavêjê,ji ber serkird,hişemend û şêwerdarên rijêmê di serdema çûyî de hesabê gava vegerê ne dikirin û ne kirine, û xwîn rijandin û tawanên rijêmê di hişê miletê Sûriyê de netebitye û nehatiye razan û jibîrkirin,ev hersê dose di hiş û sewdanê gelê Sûriyê de dilepitin û di kuvanên dilê wî yê birîndar de dijenin :
-Doseya yekimîn:doseya kuştin,xwîn rijandin û gorên komkujîyê ye.
-Doseya duwemîn:doseya bikaranîna siyasetên erebkarî,birçîkirin,paşguhve avêtin,koçbarkirin,gunehbarkirin,penaberkirin û binbirkirinê dijî gelê kurd û doza wî ya rewa,û cîbicîkirina  siyaseta  xaka şewtandî beramberî hebûna miletê kurd li ser xaka xwe ya dîrokî û berdewamiya pêkanîna siyaseta  hêran û bişaftina netewa kurdî di qewara netewa Erbî de ye.
-Doseya sêyemîn:doseya dizî,talankirin,gendelê û gendelkêşiyê ye.

Wek me berî niha daxuyakirin ku ev hersê doseyên giran û hin doseyên dîtir jî di stûyê serwer û rêberên rijêmê de ne .em di wê baweriyê de ne ku rijêm wê ne karê guhertin û çaksaziyan bikê, ji ber wê jî rijêm wê li ber xwe bidê û çi destpêşkarî û sozên di warê guhertin û çaksaziyan de berçav bikê, lehîstke û wendakirina demê ye,û wê ne tenê tepeserkirin,tund û tûjiyê dijî gelê Sûriyê bikarbînê,lê belê wê hemî rengê eşkencekirin,kuştin û tunekirinê bikê,ji ber ew baş dizanê ku ev ceng cenga hebûn û nebûna wê ye, ji ber wê jî,wê deryên gelek sînaryoyên nebaş li ber gelê Sûryê vekê, û reştirîn û kambaxtirîn sînaryo di nav wan de îro rê û reşê şerê navxweyî bel û diyar dibê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…