Du dîmen ji şoreşekê

Arşevê Oskan

Nirxê herî buha û bilind ew e, dema ku mirov bi helwestên xwe re dilpak û rewa be. Yek ji bilindtirîn hestên mirovatiyê ye, dema ku mirov bi jana hevalên xwe re mîna hevîrekî hilatî bête strandin. Piştrastkirina ku kî mirov û kî nemirov e, di pîvana dîmenên kuştina zarokan de diyar dibe. Li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û berê vê şoreşê li rojhilat e, ber bi axa Kurdistanê ve diherike û bi refan ciwan, jin, zarok, kal û pîr rojane dibin qurbanî. Di kêlîkan de û li ber çavên hemû dunyayê, bi xwînsarî kokên darên jiyana wan bi destê xurtiyê tên birîn. Berê guleyên kor didin sîngên bêçare û qahfên mirovan talan dikin.
Xwîna germ li ber çavên kamereyan diherike û hêna jî keldûman jê difûre. Gazî û hewara kezebşetiyan di nav xirecira dîmenên bêçare de, sînorên zordestiyê derbas nakin. Mîna xewnên kabûsî, malbat bi carekê di ber pêlên bahozên dîktatoran re wenda dibin. Îro li ser taştî çar kesên malbatê ne, li êvarê dimînin dudo, dibe ku yek jî nemîne. Ev mizgînîya sedsala 21ê ye, ev şaristaniya nûjeniya ramanên azad e, ev berhemên globalizma nûjen e, ku dibêjin cîhan bûye gundekî biçûk û êdî kes nema kare kesî biçewisîne, bikuje û talan bike. Ciwanek sibeheke înê ji ber çavên dê û bavê xwe dide rê û li ser milê xwe dîtina dawî li malbata xwe dinere, ji nav dilê dayika xwe mîna rewrewkê difire. Lê termekî, dîmenkî, tabloyeke bi xwînê xemilandî…. ev çi dînbûn e, çi mêrxasî ye, çi helwest e,,,, yan vîna jiyaneke azad ew daye ber hêza lehîya xwe !?
Keysebazek, tirsonekek, di şeva înê de ketiye taya diziya pêlava xwe. Li paş perdeya pencera xwe ya riziyayî, xwe ji guleyên kor diparêze. Di serşoka xwe ya kevizgirtî de çilika bêrûmetiyê li giyanê xwe dipêçe. Dilê wî mîna çûkekî perpitî her kêlîkê carekê dimre. Kuştî û qurbaniyên azadîyê li derûdora xwe mîna kelemperan, mîna dûmana tozeke firiyayî dibîne. Dîrok bi xwînê, bi hêsiran û keseran tê nivîsndin û şoreş kuştiyên xwe bi xwe diparêzin, dîrok li wan kesên rêza pêşî, ardûyê hêrsa vejînê ”Pakrewan, girtî, birîndar û mişextan” mikur tê. Ew in yên ku xwe kirine mûmên şevên tarî û rê li pêşiya mirovên xwe, kes û karên xwe ronahî dikin. Di jiyanê de wisa ye, heta ku tekoşerên rêza pêşî, ardûyê vejîna şoreşan neyên afirandin û peydakirin, li ser tu zemînan şoreş nikare pêk were. Dilsozî û rastgoyîna bûyerkê, erkê rewşenbîr, civatnas û zanayên wê civatê ne. Di hemû şoreşan de mirov û kesayetên rengoreg peyda dibin, ev yek rewa û xwazayî ye. Soreş bêjinga civatê ye û bi hêza milên demê tê hejandin, fîdakar, xwefirş, ezwer û mirovên durû ji hev dide alî. Sê rêzên cûd dê peyda bibin, dij, pê re û bêdeng ji kerkesê bêhtir in.

În 17. 06. 2011

   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…