Dîrok xwe divegerênê bi paşerojek ronîtir

dr.Zara Salih
 
helkeftina serbest berdana her sê serkirdayetiyên têkoşer (Hesen Salih, Marûf Ehmed û Mihemed Mistefa), ku bêtirî sal û nîvekê derbas kirin di zindanên Sûrî de. Vê buyera han, lihevrastiyek anî ziman di derbarê girtin û berdana van kesan.

Di sala 2002an de, xwepêşendanek li pêşiya perlemanê Sûrî hate li darxistin, ew hewildana pêşî bû ji şikandina dîwarê tirsê, û di encamê wê de, du serkirdayetiyên partiya yekîtî hatin girtin ( Hesen Salih û Merwan Osman),
 wê çaxê piştî salek û du heyva, ewlekariya sûrî nû wan berda. Bi rastî derûniya celda kurdî di astekî bilind de bû, guhertinên mezin pêk hatin, rêjîma Baes li Îraqê ketibû, û pêre jî hevalcewiya wê li Sûrî di tirsa xwe de bû, gava herdu têkoşer hatin berdan bi dehê hezaran millet ew pêşwazî kirin, roj bi roj hestên netewî û raperînî bilindtir dibûn ta ku edî serhildana Qamişlo dest pê kir, lê mixabin neçû serî ji ber li deverên kurdan tenê bû.
Dîse jî ev buyer xwe dubare dike, lê bi şêwek ferehtir û ne tenê li Sûrî, belê li bêhtirîn welatên ereban mîna tsunamiyek bê serî ji aliyê van miletan ve ku êdî hemu rêjîmên dictator ji kok radikin.
Bêguman serbest berdana têkoşerên kurd di van demên bihurî de, tê weke nîşaneke lihevrastiyê û girêdanê bi hervandina rêjîma Sedam ve û partiya Baes û rakirina  rayên wê. Ev nîşan hêviyekê çê dike ku li welatê Sûrî jî wê guhertin pêk werin, nemaze gava em dibînin çawa li seranserî welat serhildan û şoreşe û bi hezaran qurban danîne û êdî rêya vegerê nema ye û wê ev şoreş bighê armancê xwe.

Mirov bêtir baweriya wî bi rastiyê tê û tiştên darî çav, lê hin serpêhatî û buyer carna di warê derûnî de mirovan bi hêztir dikin û baweriyê xurtir dike, loma me ev çîrok anî ziman tevlu ku bawerî bi vê serhildanê heye, lê me xwest em hinekî roniyê bînin li ser xebatkarên gelê kurd ku îro jî vê role berdewam dikin û tevlî serhildan dibin ta ku şoreşa Sûrî serkevê û mafê gelê kurd jî bête bi destxistin. Ev karê pîroz gelek pêdiviya tênê ziman, ku kurd yek bin weke millet û bizav û hemu hêz, ji ber derfet hatiye ku em wan xewnên xwe yên netewî û niştimanî pêk bînin, ev jî wê di rêya yekdestiya miletê kurd de û şoreşa ciwanên wê, ku em karibin berjewendiyên millet bidin pêş, em nakokiya jibîr bikin û kesayetiya xwe di hidurê vê doza pîroz de bibînin, ji ber serkeftin wê çaxê wê ji teva re be û her kes karibe xwe bibîne bi serbilidayi di welatê xwe de di rewşa azadî û demokrasiyê û serfiraziyê de. Loma em Karin bêjin ku miletê me di hindirê welat de ê ku hemberî vê rêjîmê berxwedanê dike taw ê ji kok rake, ew xwedî mafe û xwediyê şoreşa xwe ye û nûnerê wê ye , û em jî ji derve Karin piştgiriya wê bikin, lê nabê em cihê wan bigrin û xebata wan bixin bin siya berjewendiyên kesayetî de, ku gereke ev diyarde peyde nebûba li dervey welat, lê mixabin wêneyek ne li gor hêviya ye û bi hêviya ku em karibin vê pirsgirêkê çareser bikin û xwe bixin bin xizmeta şoreşa vî gelî de ta ku em bihev re û bi hemu xelkên sûrî re, ronîtirîn paşeroj bibînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…