şoreşa azadiyê di deştên welatê sûryê de

 Abdulqader Bedredîn

Di dîtin û bîranînên me de, ko tenê şoreş û serhildan di navçeyên ciyan de bi kêr tê, ne dihate hişê me ko gelo mirov wê karibe vê keft û bezê jî di deştên dûz û rast jî bilîze?.

Di demên goft û goyên siyasî û rexistinî de, bi şevbihêrk û rojbihêrkên partî peristiyê de, di encam de ew bû, ko mercên serete û egerên bi jimar, ji vêxistin û dadana şorsşkê re, pêwîste ko pêdiviya navçeyeke bi ciya be, bi dar û ber be, bi newal û av be, bi kevir û şikefte be, bêyî van egeran wê ti şensê serkeftinê peyda nebe û mirov nikare derveyê van navnîşanan lê heydar û mijûl be.
Bav û kalan weha analîz û şîrove dikirin, digotin, deverên bi ciya û newal hêza mêraniyê dide mirovan, herweha (cîgeha ciya ye bav û biraye), bi dehên serpêhatî û çîrokên qehremanyê, wek nimûne di anîne ber çave me, geh bi axaftin yan jî bi stran.
Lê îro di welatê sûryê de, war ew ware lê bihar ne ew bihare, wateyek dîtir ji şoreşê re hatiye ristin û hevokên nûjen jêre tên hunandin, mentalet, hizir û nerînên cur bi cur xwe nîşan didin, di vê hindê de textikên mêjî li hev dikevin û rayên stûyên zindiya li hev siwardibin, tê wê rengê ko guherînên bi bez û lez di celd û kolanên sûryê de xwe nîşan didin.
Renge ko şoreşa deştê li ser destê xortên qehreman, beryar dan ko serhildan, ne tenê pehra ciyaye, ne jî bi tenê dostê kevir û zinaraye, nejê bi serweririya axa, paşa û êlaye, ne tenê bi pêşkeşiya maldar û bi serperiştiya serokatiya partiyaye, na na ezbenî, ev şoreşa deştêye, tevgera seranserî welête, bi hemî cînê xwe ve, bi tevayî alfabêta renge reng ve, siloganên yek deng li hev divegerênin, ji Daraa tanî Dêrka Hemo. Xisletên wê nemazeye, serbixweye, ne mîna virrêna kevirên zarokên Felestîniya ye, ne di pîçima êrîşên şoreşgerên Lîbiya ye, şoreşa deştê, xwedan rebazeke taybete, rengîne, têr kultûre, herbijiya kurd û erab bi cih anîye, qîrê şivan perwer tevlî dengê Semîh şiqêr kir, kir ko peyva AL-huriya li bajarê Daraa bibe bira dostê peyva Azadiyê li deverên kurdan.
Herbijî biratiya hemî netewên di sûryê de ko bibe nîşana wekhevî û parvekirinê.
Herbijî yekbûna ciwanan.
Herbijû şoreşa deştê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…